ROJNAMEY XEBAT 2010-08-14
Ji Bona Dananasîna Cînosayda Kurdan Divê Em Çi Bikin?

Razî Adil Zêtî

Eger em berê xwe bidin dîrokê ji sedî bîstî çend kiryarên li dijî mirovantiye wekî bi nav cînosaydkirin li hemberî çend neteweyan hatiye kirin. Neteweyên wekî Îsirail, Ermeniya, Bosniya û kurdan..... Ya diyare ev neteweyên di vî wextê de cînosayid li hemberî wan hatiye kirin xwedî dewlet û serbixweya xwe nebûn û li bin desthelat û bezeyiya (rehmeta) neteweyekE din da dijiyan. Ji ber hindê neşiyaye daxwaziya hevkariya hîç dewlet û neteweyekî dî bike yan jî nikaribûn dengê xwe bighêjîne cîhanê. Wan bi xwe jî hîç desthelatek nebû ku berevaniyê li xwe bikin û roj bo rojê betir dahêne çewisandinewe bi rengekî eger îro ew cûre êş û azar bihêne vegêran ewe komelgeha mirovayetî li hember evan tawana dê şermezar biminîn.

Jiber wê çendê weku baştirîn rêga çare bo parastina ew neteweyên hevroyê cînosaydê bûnin pêdana mafê serbixweyî û parastina qewareya wan bûye. Heta eger em baş li çêbûna dewleta Îsraîl ramînin bighêjin wê encamî ku Îsraîla arîşa zewî û asayişa neteweyê hebûn. Belê bi egera metirsiya qirbûna wan dewletana hevpeyman ewan pêdiviyê ji bona Îsraîliya kirine û bi mafên xwe yên neteweyî gîhandin. Herwekî xweşbextane ermenî û bosnî jî dûre bûne xudan (xwedî) dewlet û li ser astê cîhanê têne parastin û hevkarî kirin.

Lê mixabin cînosayida li hemberî me kurdan hatiye encamdan (pêkanîn) bi çend rêk û renga wekî kîmya barankirin, piroseyên serbirîna zelaman û zîndî bin axkirin û birina jin û zarokan ku bi nav kiriye enfal û (deskeftiyêt leşikirê îslamê li şerê kafiranda). Her wesa guherandina nasnameya wan û ragiwastina wan bi zorê ku evana hemiya çendîn belgeyên zelal û eşkere li ser hene. Bi nivîskî û bi deng û reng û bi vîdiyo bi şahêdiya milletên cîhanê ku bi kamêrayên xwe çendîn tawanên dijberî kurdan gîhandiye cîhanê. Li vira ev pirsiyare dê çê bît; ji bona çi cudahî hatiye kirin li navbera cînosaydkirina milletê kurd û milletên dî yên cîhanê?.

Bêguman li gor yasayên nav neteweyî hîç cudahî nayê kirin di navbera milletanda û ew sê neteweyên (Îsraîlî, Ermenî, Bosnî) her yêk di warekî de ciyawazin (cûhî, mesîhî-kirstyan, musilman) lê fêde li yasayên navneteweyî wergirtîne û evro çarenivîsê wan di destê wan de ye û nema kes dikarin wan cînosayid bikin. Ev deskeftiyên wan hersê neteweyan ku me di serî de navê wan dabûn bi bername, hewildan û têkoşîneke zor bi rêya kesên yasayên şareza û dilsoz bi çendîn salan xebat kirine heta ku gehiştîne mafên xwe. Mixabin em wekî kurd nikarin ew dukomêntên li berdestên me de hene wekî wan neteweyan sûd lê werbigirîn...

Dadgehkirina tawanbaran li ser tawanên hemberî kurdan pêkanîn û sepandina sizayan bi serwanda wekî li sê daredana duwem kesê desthelatdar li nav beisiyanda ewjî (alî kîmyayî) digel hebûna biryara dadgeha bilind ya tawanên îraqî ku diselmînît (dibêjît) pirosêsa enfalê cînosayde li hemberî milletê kurd li helebcê, germiyan, barzan û feyiliya hatiye kirin. Serbarî ew biryara jimare 26 ya civata nûnerên îraqa Federal ku li roja dûşembiyê 14 -4 -2008an piştgîriyê li biryara dadgeha navbirî dike, bi pişt bestin bi desturê herdemiyê îraqî. Herweha serokkomarê îraqa federal îro kurd e, digel çendîn postên dî yên giring wekî wezareta derve ya îraqê û nûnertiya îraqê li çendîn welatan kurdin yan jî dostên nêzîkên kurdan û hevxebat û hevsozên kêşeya milletê kurd in.

Herweha yêkem kongira zanistî li rojên 26 -28 /1/2008 li Hewlêra paytext kongireya bi cîhanê nasandina cînosayda kurd hatibû kirin, bi amadebûna nivîskar û kesayetiyên navxwe û biyaniyên şareza di warê cînosaydê û gelek biryarên giring wergirtin. Girîngtirîn biryar bi erşîfkirina cînosayda gelê kurd bû. Ku ez bêjim ew jî tenê karê layenên peywendîdarên hikumî û rêkxirawên taybet bi cînosaydê û bi hewil û mandubûna navxweyî çê dibe, çê nabe çaverê bikin kesek li derê bihên vî karî ji bona me bikin. Xweşbextane li 22 -2 -2009 gotebêjê dîwana serokayetiya herêma Kurdistanê di diwanekêda piştevaniya serokayetiya herêmê bo bi erşîfkirina cînosayda milletê kurd ragehand û bi karekê pêdivî û giring dana. Lê piştî têperbûna pirtir li 2 salan ku hîç layenek bi vê projeyê û bi vî karî nehesyanin.

Piştî gazinde li xwe kirin û hestkirin bi kêmasiyan dinav karûbarî de, dikarin dest nîşana ewan arîşa bikin ku dibine egera bi dest nehatina hîç berhemekê dilxweşkar.

Erê ew kêmasiyan jiber:

1 .Yêknegirtiya peyama kurdan e?, Nebûna têkelî, hevgirtin û hevkariya dinavbera deverên cûda yên ku cînosayid têde hatiye kirin û rêkxiravên hevarmanc. Ji ber hindê yê ku neşên bîr û raya alîgir bikin û hevkariya xwe û hikumetê di vê pirsê da bikin. Her çendîn komele û tor bo komkirina evan rêkxiravên hevarmanc bi nav hene jî gelo çend rêkxiravan û dezgehan pêk ve komkirîne.

2 .Neşarezayiye ?, Lê hikumeta herêma Kurdistanê (kabîna pêncê) bo vê meremê bi sipasî erkekî giring raperand bi girêdana yêkem kongirê (bi cîhanê nasandina cînosayda kurdan).

3 .Hebûna rêgiriyeka yasayî ye ? , Bo nimune pêdivîya ku hikumeta herêma Kurdistanê li gor yasayeka perlemana Kurdistanê bi vî karî ve rabe, heta vê gavê tu tiştek niye. Her çende Kurdistan weke wilatekî nîvçe serbixwe ye û li gor berjewendiyên xwe yên neteweyî dikare her yasayekê derbixe. Her çendin di desturê îraqa federal de bi deskeftiyên giring bo me kurdan henin jî. Her çendîn azadiya karkirinê bo rêkxiravên nehikumî hene jî, lê ji ber zorî û bê bernameya pişka pitirê ya wan taybetmendiyan gelek li wan rêkxiravan bi dirêjahiya çendîn sala tenê nav heye lê naverokek betal û bê berhem heye û ji layenê bi cîhanê nasandina cînosayda kurdan. Ku ez dibêjim pêdivî dike eger li demekê diyarkirîda rêkxiravek neşiya xizmetekê pêşkeş bike yarmetî darayên hikumetê bo wê rêkxiravê tiştekê bê manaye.

4 .Erê hîç kêmasiyek nîne tenê hest nekirine bi perpirsiyariyetiyeka neteweyî û nezanîna behayê demiye.???

Renge li nik gelekan guman û bo çunên din jî hebin li ser bê şiyaniya layenên peywendîdar bo bi cîhanê nasandina cînosayda me kurdan.

Eger soz û biryarên me ev bin divê em karekî bikin da ku di berjewendiya neteweyî û nexasme neviyê me de be. Pêdivî ew e ku divê em xwe qels nekin û bi hevre di çarçoveyeke netgeweyî û bi bernameyeke stratejî da kar bikin. Pêdiviya di hişyarbûna çûyina dem û roja di berjewendiya me de nîne, çunkî gelek caran derfet bo milletê me hatîne pêş ku diviya binaxeyekê dabirêjît paşerojeka geş li ser ava bike û ew derfet li dest xwe dayne û bi zehmet carekadî bi derfeteke dî ragênîn.

Li vir, min divêt bêjim ku hejmara qurbaniyên sedê bîstê li nav hemî malbateke kurd regez û li hemî deveran da gelek zor in û her qurbaniyekî çîrokeka pirِ tirajîdiya li xwe digirît. Her kesekê evro di jiyanê da mabin naxwazin rabirdûyên jiyana xwe bîne pêş çavên xwe. Çunkî di rewşeka aloz û jiyaneke nenormal da rojên xwe bihurandinin. Renge di vê baweriyê da ne ku bi mucîze di gelek rûdanan da jiyana wî/ê xilas bûye. Ji ber hindê ye ku çênabe em rêkê bidin da ku ew roj dubare bibe. Bi rastî jî em dikarin evro kar bikin da sibê jî geştir bibe. Raste ew qurbaniyên çûnin dubare em wan nabîni û renge zor li wan jî eger li bin her berdekî yan ordîgayekê penahendeyî û awareyê giyanê xwe zor bi xerîbî ji dest dabin me ji bîr kiribin. Belê pêdiviya berhemên xwîna wan hinde bi erzanî nehête li destdan û behayê jiyana wan qurbaniyan ku bûne gorî azadiya Kurdistanê pêdiviye bi baştirîn şêwe û xebat bihête parastin û li dest nedin ku ew jî azadiya Kurdistanê ye.

Cînosayid bi hêztirîn qerte di destêt me da ku bikaribin Kurdistanê pê bi parêzin. Gelek li aboriyekê bihêz, hêzeka zora leşkerî... Giringtir û karîgertir e. Çunkî herdem aborî û hêza leşkerî dujminên me pirtir bûye lê eger bi rêya bi cîhanê nasandina cînosayda kurdan em biçîne pêş dujminên me jî bi neçarî dê bibin dostên me û em dê serkevîn...

Bo vê çendê em bikaribin cînosayid wekî hokarek bo parastina Kurdistanê bikarbînîn û sûd lê werbigirîn pêdiviye:

1 .Divê em bi dîqet (bi dirustahî) dîroka evan neteweyên ku cînosayid li hemberî wan hatiye kirin vexwînîn wekî (Îsraîl, Ermeniya....). Şêwazên cînosaydkirina wan û beraw kirin digel dîroka milletê kurd û şêwazên cînosaydkirina milletê me.

2. Sûd wergirtin li bername û pilanên evan neteweyan da bizanin evan çi kirine û çawa şiyan cînosayda milletê xwe bicîhanê dane nasandin. Li ser evê xalê pêdivî bi rûnikirinekê dike: (ermenî neteweyekê çewisawene û di dîrokêda nêzîkî 500 pênc sed hezar hawlatî lê hatîne kuştin û awarew derbider kirin. Ev tawane hoya kirêt û nemirovane li ser destê tirkên nejadperst li seretaya sedê bîstî de hatiye encamdan. Ji ber desthelata zora tirkiya û aborî û stiratîjiyeta bihêza wê li cîhanêde û hevpeymanê nêzîkê emirîka û Îsraîl û ewrupiyaye. Her weha endameke çalake li peymana natoyê de û siyaseteke serkeftiya dulayene li girtina bereyê îslamî û elmanî (skolarî) li cîhanêde peyrew diket û zortirîn dewletên îslamî û demokratî û zilhêz dostên tirkiye ne. Erê neteweyeke bê şiyan wekî ermeniya li çav tirkiya ku berjewendiya welatên biryar bidest digel tirkiya da ye ne di gel ermeniya. Lê sîstemeka zor li ermeniya hatiye kirin cînosayid li hemberî wan hatiye pêkhatin.

Belê ermenî şiyan bi mandî bûn û bernameyekê rast û drust dost û dujminên tirkiya bigehînin wê baweriyê ku dan bi cînosayda ermeniya bînin û fişarê bêxine ser tirkiya ku tirkiya bi fermî daxaza leborînê li ermeniyan bike û qerebûya wan biketeve). Lewma pêdivî nake li neşiyanên xwe de gazinda li egerên nediyar bikin û sernekeftina evê pirsê bikeyine sûça hîç kesekî û berjewendiyên dewletên zilhêz. Pêdiviye em bi xwe vê fêr bibin û bigehîne vê rastiyê ku kêmasiyên me hene û sûd li karê ermeniya werbigirîn wekî nimune da bizanin ew çawa serkeftin li pirsa bicîhanê nasandina cînosayda milletê xwe.

3 .Em herdem di peywendiyeke bi hêz da bin di gel ev neteweyên cînosayid li hemberî wan hatiye kirin û guman têda niye li ser pirsa cînosaydê dergehê wan yê valaye bo hevkarî kirinê. Madem Îsraîl nêzîktirîn dostê tirkiye ye, li ser pirsa cînosaydê piştgîrî li ermeniya kir îdî hîç gumanek namîne hemî neteweyên (Îsraîl, ermen, bosnî, darifor, kosovo...) dixwazin hevkariya evan xelkane biken ku hevrûyê cînosaydkirinê bûnin. Lewma bi rêya hikumeta herêma Kurdistanê yan jî nûnertiya hikumeta êraqa federal peywendiyan digel evan netewane çê biken, yan jî bi rêya rêkxiravên taybet bi pirsa cînosaydê bi hevkariya hikumeta herêma Kurdistanê digel rêkxiravên heman bi war li evan welatana da peywendî û hevkariyên berdewam hebin.

4 .Asasê her projeyekî bo nasandina cînosaydê dukomênt in, li karê yasayîda dukomênt dipeyivîn û cihê xwe digirin. Ji ber hindê komkirina dukomentan bila pirtir evro li berdestê me ne yan jî nêzîkî me ne, lê renge rojekê ev dukomentana nemînin. Pêdivî dike ku rêveberayetiyeke taybet bo komkirin û parastina evan dukomentan bi şêweyekî zanistî erkekî pîroze di vê rojê de.

5 .Çêkirina mînomêntek berfireh bi awayekî serdemiyane li paytextê Kurdistanê û li pişkên cûda pêkhatibin bo nîşandana pirosêsa komkujiya kurdan li her devereka Kurdistanê. Di gel danana pêşangehên fotografî û kel û pelên paşmayên wan. Digel pertûkxaneyeka taybet bo evan pirtûkên li ser evan karesatana hatîne nivîsîn û bêcige li zimanê kurdî bi zimanên îngilîzî û erebî û hwd... Wekî beşeke serekî dinav mînomêntê da bihête danan. Ew jî bo dîplomatkar û geştiyar û nivîskarên biyanî ku seredana Kurdistanê dikin ku xwe bi asanî bigehînin evê mînomêntê û li kêmtirîn dem da şarezayiyekê li ser dîroka pir tirajîdiya milletê kurd werbigirin. Herçende mînomêntek li paytextê Kurdistanê li ser rêya (kesinezan-koye) dihête ava kirin ku eve çend sale kar têda hatiye kirin hêvîdarim mînomêntek be bo berjewendiyeka neteweyî û serperştiyeka hêja bo bihête kirin. Ne wek herwekî parkekî tenê derwazewanek li berdergehî spêdê dergehî bike û êvaran dergehî bigire.!!

Her kesekên seredana evî mînomêntî bikin hîç tiştekî xemdar têda nebînin û poşîman nebe ku seredana evî cihî kiriye. Yan jî daxazî li hevalêَn xwe bikin ku zehmetiyê nekêşin û seredana mînomênta cînosayda kurdan nekin.

6 .Hebûna senterekê nîvdewletî yê serbixo li welatekî ewrupî wekî (elmaniya, belcîka, birîtaniya û swêd) bo karkirin li ser pirsa cînosayda kurdan. Çêkirina lobiyan li derve digel kesayetî û netewe yên bala desthelat li cîhanêda. Bi taybet jî eger kesên yasayî yan jî nêzîkî yasanasan û dezgehên zelal yên rageyandinê bin.

7 .Nîşandana cînosayda kurdan bi rêya filmên sînemayî û bi awayekê modêrin û profesyonel hatibe çêkirin û wergere ser zimanên biyanî. Digel giringî dan bi pexşê kenalên radiyoyî û televizyonên asmanî bi zimanên biyanî, yan rojname, kovar yan her hîç nebît dikarîn malperên dewlemend amade bikin û bi zimanên biyanî li ser dîrok û tirajîdiya milletê kurd hebin. Bêguman ev hewa ragihandinê dûr li destê taklayen û hizbî cihê xwe baştir digire. Lewma bi navê wezareteka hikumeta herêma Kurdistanê yan jî bi navê desteyeka ser bixwe pexiş u çalakiyan encam bidet.

8 .Herwesa gelek berhemên edebî hene , weke Şanoya nivîskarê Kurd ya Bûbê Eser ku bi navê DÎROKA RÛREŞ ya li ser cînosayda Barzaniyan nivîsiye, belgenameyeke hêja û girîng e. Ji ber ew bi xwe li ser vê babetê 7 mehan li devera Barzan ma û gelek malên enfalkirî zîyaret kir. Bi wan re axifî. Êş û ezera wan parve kir. Piştre jî şanoya xwe ya li ser vê babetê afirand. Loma divê em liv ê weke belgenameyekê binirxînin û binêrin.

Her rêk û şêwazekî de û di berjewendiya bicîhanê nasandina cînosayda kurdan da be. Ku min bîr nehatiye yan jî hizra min neçûye û hîvîdarim hevalên dî dewlemendiyê bidene evî babetî.

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌