ROJNAMEY XEBAT 2014-06-04
Fazil Mîranî: Mercî Ême Bo Ewey Nurî Malîkî Bo Carî Sêyem Bibêtewe Be Serok Wezîran, Desture


Skirtêrî Mektebî Siyasî Partî Dîmukiratî Kurdistan raygeyand, mitmaneyekî be hêz le nêwan pêkhate serekiyekanî 'Iraqda niye, le nêw Malî Şî'e û nêw Malî 'Iraqda pirsekanîan berew be kesayetîkirdin birdwe, emeş heleyekî siyasiye le pirosey siyasî le'Iraq, utîşî, be pêyî destûr û qanûn rêgir niye le berdem pêkhatey zorîne kes bo Serok Wezîran destinîşan biken, eger duwem car ya sêyem yan çwarem carîşî bêt.


Fazil Mîranî Skirtêrî Mektebî Siyasî Partî Dîmukiratî Kurdistan, le dîmaneyekî telefizyonîda le gel Kenalî Hure 'Iraq, amajîda: Encamekanî helbijardin twanay giftugokirdinî le sere, berpirsiyariyeteke dekewête ser komisyon, nakokiyekî tund le'Iraq heye, nalêm le naw Dewletî Yasa belam le naw Hawpeymanî Nîştmanî heye, ewey min berdewam cextî le ser dekemewe, be daxewe ewîş biriyarî Nîştmanî Serbexoy 'Iraqiyaneye ke amadeyî niye, rewşî nêwdewletî û Herêmî destwerdanî Emerîkî karîgerî le ser 'Iraq heye.

Mîranî delêt: Min dijî be kesayetîkirdinî pirsekanim, belku le gel îdaredanî wilatm be peyrewêkî rast û drust, milmilanêyî siyasî le nêw Malî Şî'e û nêw Malî 'Iraq be Kurd û 'Ereb û Turkman û Sune û Şî'e û Mesîhiyekanewe pirsekanîan berew be kesayetîkirdin birdwe, emeş heleyekî siyasiye le pirosey siyasî le 'Iraq, be pêyî destûr û Qanûn rêgir niye le berdem pêkhatey zorîne kes bo Serok Wezîran destinîşan biken, eger duwem car ya sêyem yan çwarem carîşî bêt.


Rûnîkirdewe: Kurd buwe serî rim le pirsî kêşanewey mitmane le Nûrî Malîkî, em piroseyeş şkistî hêna, le 'Iraq Şî'e zorîneye, boye locîk û waye Serokî Wezîran le Şî'e bêt, mercî ême bo sêyem car bûn be Serok Wezîran destûre, belam pêwîste be şêweyekî berjwendxwazane lêkdanewey bo nekirêt le hemankatîşda herwek çon xwazra karî pê nekirêt,

Le beşêkî dîkey dîmanekeda utî: Mitmaneyekî be hêz le nêwan pêkhate serekiyekanî 'Iraqda niye, carî wa heye bas le girêntî Komkarî 'Erebî yan Yonamî yan Netewe Yekgirtuwekan dekirêt, bo pirse nîştmaniyekan zor be daxewe serkirdekan pena bo ew rêkxirawane deben, le rastîda ewane kêşekan çareser naken, ême le nêwanî xomanda wajûman le nêwanî yektir heye bo nimune rêkkewtinî Hewlêr ke zorbey zorî serkirdekanî 'Iraq wajuwiyan kirdwe, be tewafuq Serokî Komar û Serokî Wezîran û Serokî Perleman danra, belam rêkewtinî Hewlêr teniya ew sê birgeye nebû, belku çendîn birgey dîkey zorî têdaye, le ser ew birgane bazdra û teniya sê serokayetiyeke cê be cêkira.

Eweşî xisterû: Be boçûnî min ew kesey detwanêt perş û bilawî siyasetî 'Iraq kobikatewe, le katî êstada Mes'ûd Barzaniye, belam aya Serok Barzanî amadeye ew berpirsiyariyetiye wergirêt, ewelay ewe û leciyatî ew welam nademewe.

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌