ROJNAMEY XEBAT 2014-07-03
Dafîd JehIr Xwardinewey Suqrat Le Tabiloyekî Nemirda Berceste Dekat

Serwer Emîn

Nîgarkêşî Ferensî nasraw Cak Liwî Dafîd (1748_1845) ke be pêşengî hunerî qutabixaney klasîkî dejmêrdrêt le Ferensada le xanewadey çînêkî mam nawendî le dayik buwe, katê salî 1748 bawkiyan kuşt ew naçar bû rû bikate malî mamî û lewê bjî, katêkîş temenî geyşte şanze salî le ekadîmiyay paşayî destî be xuwêndinî hunerî kird, le ber eweş cak le binemaley hunermendî gewre buşiyeـ nzîk bû, hewlî da sûd le hunerekey werbigirît û bo maweyek lay ew mayewe bo fêrbûnî hunerî nîgarkêşî,, le salî 1774 îş xelatî romay le dahênanekanîda be dest hêna, belam tînuwiyeîtî cak bo huner her tenha le Ferensa, neşka boye biriyarîda biçête Îtaliya bo ewey sûd le şarstaniyet û hunerî Îtaliya werbigirê, lewê kewte jêr karîgerî hunerî kilasîkî û şakarekanî hunermendî gewrey sedey hevdehem Nîkola Bosan, îdî le jêr ew karîgeriye bo mawey şeş salan le Îtaliya mayewe, ke gerayewe parîs destîkird be piyadekirdinî şêwazî klasîkî le nîgarekanîda, le hunerekeşîda hemîşe piştgîrî le Şorşî Ferensa dekird, boye be nîgarkêşî şorş nawzed kira.

Lew şêwaze nuweyey xoyda cak hewlî ewey da ke kultûrî hunerî Romanî zîndû bikatewe, leweşda hemîşe bayexî be çend binemayêkî endazeyî deda le resmkirdinda, ewendey piştî be hêl debest ewende be peroşî reng nebû, ewebû lew kateda ekadîmiyaî hunerî ـ damezrand ke guzarştî le hunerî Şorşî Ferensa dekird û milmilanêyî le gel hemû şêwaze huneriye nuwêkanîş dekird.

Tabiloy (Suwêndî Birayanî Horas) ke nimûney rasteqîney rêbazî kilasîkî nuwê ye le Ferensa, êsta wek nimûneyekî zînduwî şakarekanî ew nîgar kêşe nasrawe cîhaniye le muzexaney Lover le Parîs dandrawe .

Tabiloke serburdeyekî Romanî degêrêtewe le mêjûda, ke têyîda guzarşt le hestêkî neteweyî dekat, têyîda ew bawke nîşan dedat ke pîrozbayî le kurekanî dekat be boney serkewtiniyan le ceng da,

Le tabilokeda cak twanîwiyetî ew heste nîştmaniye berceste bikat û bîner be asanî hestî bawkekew kurekanî bo fîdakarî le pênaw nîştmanda le çwarçîweyekî hunerî balada bixuwênêtewew drik be qulî hunerî gewrey nîgarkêş bikat le tomar kirdinî ew dîmene be dest û xameyekî karamaw fantaziyaîêkî qul, xo egerçî amraze huneriyekanî nîgarkêş zor sadew sakarn, belam hunerî be karhênaniyan le astêk daye ke maiyey sersurman bêt beramber be destî rengînî Cak .

Serçawey helbijardinî babetekanî cak mirov buwe, bayexêkî zorî be eşkencew azarekanî dawe, le ruwî bûtinewey palewanî tabilokanî û rîtm û guncandin û rêkxistinewe, rêsayêkî hêmn û le serxoy hebuwe, lemeşda hewlî dawe sûd le ezmûnî nîgar kêşe kone Yonaniyekan werbigirêt, le heman katda guncandinêkî şiyaw bo lêk nzîk bûnewew awête kirdinî rengekan be kar bênê .

Tabiloy Mirdinî Suqrat:
Yekêke le tabilo here benawbangekanî Cak Liwî Dafîd, ke têyîda bas le dwa satekanî mal awayî Feylesufî Gewrey Yonanî Suqrat dekat, cak em tabilo mêjuwiyey lew kateda kêşa ke le popey nawdariyetî û kef û kolî hunerî dabû, ewkate hunermend be komelê kesayetî nawdarî biwarî felsefew siyaset û huner û zanaw dana dewr drabû, le waney ke pêşengî şorî geşanewe bûn le Ferensada, le waneş Şîrnîr, Lafayît, Lafwaziye, ke hewlî çaksazî siyasî radîkaliyan deda le Ferensay paşayetî .

Lew katedaw le salî 1787 cak tabiloy (Mirdinî Suqrat)î be payan geyand, serçawey bîrokey tabiloke le çîrokêkî mêjuwî serî heldawe, katê hakmî esîna fermanî mirdin yan nefîkirdin be ser Suqratda desepênê wek szayek bo ew bîru boçûnaney bilawî dekirdinewe derbarey nefretkirdin le xwawendekan û yaxî bûn lêyan .


Belam Suqrat beramber be bjarey mirdin û menfa, bo rêz girtin le bîru bawerekanî û heluîstî rastgoyaney mirdin heldebjêrê û le nêw hemû qutabiyekanî kasêk jehir dexwatewe ..

Bemeş Suqrat bû be nimûneyekî here zîndû le mêjuwî mirovayetîda bo qurbanî dan le pênaw bîru bawerda .

Le tabilokeda suqrat zor be hêz derdekewêt, dewir û berîşî be tîşk runak botewe wek hêmayek bo nemrî, keçî nîgeranî û xem û pejareyekî zor le nêw qutabiyekanîda derdekewêt, le rêgey ew rûnakî pexşe Dafîd twanîwiyetî be hêmay mirdin le pênaw bîru bawerda cwaniyek be mirdin bi bexşêt.

Eweta Suqrat diyare ke çon ta ew katey kaseke berew demîşî debat berdewame le qise kirdin le gel qutabiyekanî, wek ewey mirdin ştêkî zor asayî bêt beramber be heluwêst û bîru bawer, keçî tirs û nîgeranî le dîmenî qutabiyekanda derdekewêt ke çon le tirsî ew mirdine tirsnake ruwî xoyan werdeçerxênin neybînin .

Hendê le serçawekan delên lew le hizeyey xo kuştinî Suqrat zor le qutabiyekanî lêyî deparênewe ke ew kare nekat û rû le menfa bikat, belam Suqrat dest lew biriyarey xoy helnagirê, le goşeyekî tabilokeda hawserî Suqrat debîndrêt, ke bendîxane cê dêlê, keçî qutabiyekanî neyantwanîuwe le dewir û berî serînekey dabirên .

Ew hunermendaney hawçaxî Dafîd bûn le Ferensa delên : Dafîd wîstwiyetî le rêgey Suqratewe guzarşt le rûdawekanî ew serdemey deselatî paşayetî bikat le Ferensa bo pêdaçûnewe be siyasetî xoy û ew jimare zore bendîaney le ser bîru bawer zîndanî kirabûn yaxud dûr xirabûnewe .

Dafîd pêş ewey tabiloy Suqrat bikêşê, pirs û ray be gelêk Feylesûf û şarezay mêjuwî Yonan kirduwe û çendîn serçawey mêjuwî lem bareyewe xuwêndotewe, le waney ke bas le dadgayî kirdinekey Suqrat deken le salî 399 î p.
le dayik bûn, înca twanîwiyetî hemû ew rûdawe gewrane ke dwatir le mêjûda bûn be felsefeyekî nemir bo qurbanîdan le pênaw bîru bawerda le tabiloyekda berceste bikat ke nirx û behay ew heluwêste gewreye be şêweyek bercest bikat ke le nrx û behay heluwêsteke kemtir nekatewe eger gewretirî nekirdibêt .

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌