ROJNAMEY XEBAT 2014-07-20
Li Hewlêrê Pêşwazî Li Termê Helbestvan Remezan 'Îsa Dihête Kirin


Biriyar ewe Termê Pêşmerge û Helbestvanê Kurd Remezan 'Îsa, bi rêka Frokexaneya Nêvdewletiya Hewlêrê li Swîd ve bigehîte Kurdistanê.

Biriyar ewe li demjmêr heştê şevê Termê Remezan 'Îsa bigehîte Frokexana Hewlêr û ji alyê jimareka berçav ji berpirsên hikumî û hizbî, di rêwresmekê da dê bihête pêşwazî kirin.

Remezan 'Îsa piştî hevrkiyeka dijwar digel nexoşiyeka giran qesta welatê Swîd kir, li roja Sêşembiya bûrî da li nexoşxaneka welatê Swêd wexera dawiyê kir.

Remezan 'Îsa, li sala 1953ê l Gondê Aloka li Dihokê hatiye ser diniyayê, li sala 197 peymangeha amadekirna mamostayan li Mûsil b dûmahî înaye, li sala 1986 gehştiye rêzên Pêşmergeyî û di dûvda li sala 1988ê derbiderî Îranê boye, piştî serhildanê li sala 1996 bo demê neh salan rêveberê rewşenbîrî û hunerî bû li Dihokê û endamê sendîka rojnamenivîsên Kurdistanê bû û yêk ji helbestvanên navdarên devera Badînan bû.

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌