ROJNAMEY XEBAT 2014-07-27
Rolîng Zincîre Romanêkî Tawan Denûsêt

Xanime Nûserî Berîtanî û Nûserî Zincîre Romanî "Harî Poter", Cey Key Rolîng, le êstada serqalî nûsînî zincîre romanêkî nuweye be nawerokî Tawan.

Torî "BBC"î Berîtanî bilawîkirdotewe, Rolîng em romane be nawêkî xwazraw denûsêt, ewîş nawî "Robêrt Galbirît"e û pêşbînî dekat le her hewt beşî romanî "Harî Poter" serkewtû tir bêt.

Rolîng êsta serqalî nûsînî beşî sêyemî romankeye û le heman katda bîr le nûsînî beşî çwarem dekatewe.

Ew xanime nûsere le Fêstîvalî Harugît bo nûsînî romanî tawan, le barey nawerokî em romane û ezmûnî nuwey le nûsînî romanda hate axawtin.

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌