ROJNAMEY XEBAT 2014-08-04
Fazil Mîranî: Pêşmerge cihê xwe girtine.. Erkê civaka navdewletiye ku pêşmerge bi çek bike

Dihok-KDP.info- Sekreterê potîtbûroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDPê) ragihand ku niha pêşmerge cihê xwe girtiye û beşek ji wan her venekişyabûn, herwiha daxwaz ji Amarîka û Yekîtiya Ewropayê kir ku hevkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê bike.


Fazil Mîranî, Sekreterê potîtbûroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDPê) doh yekşemê serdana devera Sihêla kir da ku ji nêzîk ve agahdarî jiyan û rewşa devera Şingal û Zumarê bibe.


Fazil Mîranî, di daxuyaniyekê taybet de, ji KDP.info re got: “Em ji bo hemû xuşk û birayên xwe dilgiran û xemgînin bi taybetî ew xuşk û birayên Êzdî. Em dixwazin Xelkên xwe biparêzin, em hêvîdarin xelkê me vegerin ser malên xwe.”


Sekreterê polîtbûroya PDKê herwiha got: “Mixabin ku xelkê me koçber bûne, bi taybetî xuşk û birayên Êzîdî ku di roja cejna wan de, terorîstan nehiştin cejna xwe bi xweşî bikin.”


Fazil Mîranî, dibêje: “Me hêzên Pêşmerge rêkxistine û em deverê vala nakin û em parastina xelkê xwe dikin, lê carna ji ber hatina rewşên ji nişkê ve, balanis têk dice, lewra kontirolkirina wê rewşeyê ji bona berpirsên navxweyî nekarekî hesane, lê ligel vê yekê de jî niha pêşmerge cihên xwe kontrol kirine û hinek ji wan her venekişyabûn. “


Mîranî got jî: “Em daxwazê ji Amerîka û Yekîtiya Ewropayê dikin û hevkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin, raste ku hêzên Pêşmerge dikarin hevkar be û ewlekariya Kurdistanê biparêze, lê ew yek ji bona qonaxa yekemîne û qonaxa duyemîn jî ew e ku nehêle li Iraqê teror geşe bike, eger na jî terorîs dibin metirsiyekî mezin ne bi tenê liser Herêma Kurdistanê û Iraqê, lê belê liser hemû navçeyê, ji ber ku erkê civaka navdewletiye hem Pêşmerge bi çek bikin û hem jî mohletê bidin hikûmeta Herêma Kurdistanê xwedî çekên giran be û bikire.”


Sekerterê polîtbûroya PDKê derbarê hatina koçberan bo Herêma Kurdistanê ragihand: “Ev çend salin deriyê Kurdistanê bo penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê vekiriye, herwiha koçberên Enbarê jî berê xwe dane Kurdistanê, û yên Felûce hîna kêşeya wan li Kurdistanê çareser nebibû, koçberên Mûsil û Mesîhiyan jî berê xwe dan Kurdistanê, herwiha hîna kêşeya Mesîhiyan çareser nebibû, kêşeya Zumar û Şingalê peyda bû, ev hemû di demekê deye ku Herêma Kurdistanê di rewşeke aborî zehmet de derbas dibe, ku hikûmeta Iraqê budceya Kurdistanê naşîne, îdarekirina rewşê hinekî zehmete û pêwîstiya me be hevkariya nêvdewletî heye.”

 

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌