ROJNAMEY XEBAT 2014-09-02
Li Mexmûrê rewş normal dibe saziyên hikûmetê dest bi karûbarên xwe dikin

Avahiya qaymeqamiya Mexmûrê

Piştî devera Mexmûrê ji çekdarên DAÎŞ hetiye paqijkirin piraniya saziyên hikûmeta herêma Kurdistanê vegeriyane ser karên xwe û dest bi karên xwe yên rojane kirine.

Îbrahî Şêxila qaymeqamê bajarokê Mexmûrê di daxuyaniyekê de ji malpera fermiya hikûmeta herêma Kurdistanê re got:

- Saziyên hikûmeta herêma Kurdistanê dest bi karên xwe yên rojane kiriye, bi tenê rêvebiriya barê şaristanî nebe ku, ew jî di çend rojên bên de dê vegere bajêr û dest bi karûbarên xwe bike.

Hevwelatiyên bajêr, kurd û ereb, bi rêjeyeke ber bi çav vegeriyayne ser mal û milkên xwe, ereb kêmtir begeriyane, hindek ji ereban tevî DAÎŞ bûbûn û yên din jî digel kurdan qesta deverên herêma Kurdistanê yên aram kiribûn.

- Wezareta koç û koçberan ya hikûmeta Îraqê ji bona ku alîkariyên diravî bi koçberan bide komîteyek pêkanîye, lê belê heta nu tu budce ji aliyê hikûmeta Îraqê û ne jî ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê ve nehatiye berdest kirin ku, tezmînat ji lêqewmiyan re bên dan. Daxwaz ji wan hevwelatiyên zirar û ziyan gihiştiyê hatiye kirin ku, serdana komîteyên taybet bikin û ew zirar û ziyanê gihiştîn wan qeyd bikin.

Saziya xêrxwazuya Barzanî û sermayedarên kurd di warê dabînkirina xurak dabînkirina pêdawîstiyan de bi berdewamî alîkariya xelkê deverê û hêzên pêşmerge dikin, ji aliyê wezareta koç û koçberan a hikûmeta Îraqê jî ve hindek alîkarî bo lêqewmiyan hatine.

Qaymeqamê Mexmûrê got ku, hindek pirsgirêk hene û aliyên peywendîdar mijûrî nehêlan û çareserkirina wan pirsgirêkane. Li gor qaymeqam, pirsgirêka sereke kêmiya avê û elektirîkê ye. Ji ber şerî hêlên elektirkî nemane û hêşta hemû karmendên rêvebiriya elektirîkê jî nevegeriyane ser karên xwe.

Devera Mexmûr ji qeza Mexmûr û nahiyeyên Gwêr, Kendînawa û Qerac pêk tê. Nifosa wê nêzîkî du sed hezar kesî dibe û 75% kurd in. zêdetir ji 90% ew dever ji aliyê hêzên pêşmergeyê Kurdistanê ji terorîstan hatiye paqijkirin û din kontrola pêşşmerge û hikûmeta Kurdistanê de ye.

KRG.org

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌