ROJNAMEY XEBAT 2014-09-02
Sêwî Mîxekirêj Pêşkeş Be Êzîdiyekan Dekirêt


Le pirojeyekî nuwey Hunermendî Şêwekar Seywan Se'îdiyan, sercem pêkhate ayînî û neteweiyekanî Herêmî Kurdistan Sêwî Mîxekirîj pêşkeş be Êzîdiyekan deken.

Seywan Se'îdiyan raygeyand, Mebest lem pirojeye eweye be hemû cîhan bilêt le Kurdistan aştî û pêkewe jiyan heye û le jêrsayey xakêkî hawbeş ke nawî Kurdistane gîrsawnetewe.

Pirojeke katjmêr pêncî êware rojî Çwarşemme 3 Eylûl/ September 2014, le berdem bînay UN le şeqamî Sed Metirî berêwe deçêt, têyîda nuwênerî hemû netewe û ayînekan sêwêk Mêxekirêj deken û pêşkeşî be yektirî deken û paşan sercem sêwekan pêşkeş be Êzîdiyekan dekirên.

Gutîşî, Rojhelatî Nawerast kewtote naw doxêk ke netewe û ayîne ciyawazekan begij yek da deçin û boyeş wîstuwiyetî lem rêgayewe peyamî aştî û pêkewejiyan bilaw bikatewe.

Se'îdiyan cextî kirdewe ke nuwêner û kesayetî nawdarî sercem pêkhate ayînî û neteweiyekan bo pirojeke banghêşt kirawin.

Pirojeke le jêr nawî "Kurdistan bo hemû rengêk"e û le pênaw aştewayî neteweyî û ayînî dexirête rû.

Em pirojeye be sponserî Kompaniyay Vinsev û be hawkarî Wezaretî Ruşnbîrî û Lawanî Hikûmetî Herêmî Kurdistan cê be cê dekirêt.

Girûpî Sêwî Mîxekirêj be serpereştî Seywan Se'îdiyan mawey 11 sale kar bo be cîhanîkirdinî berhemî Sêwî Mîxekirêj deken ke wek yekem diyarî Xomalî Kurdî le destey balay geştuguzarî Herêmî Kurdistan tomar kirawe.

Sêwî Mîxekirêj ew sêweye ke le konda û le beşêkî berçawî komelgey Kurdistan be mîxek razêndrawetewe û le layen kiçan û kuranî 'aşq be mebestî derbirînî xoşewîstî pêşkeş kirawe, belam xerîk bû ew kilture le nawdeçû.

Duway ewey em kiltûre le layen Se'îdiyan zîndû dekirêtewe êsta be şêweyekî pêşkewtû û le naw kartonêkî taybetda dîzayin kirawe û le markêt û molekan wek yekem diyarî Xomalî Kurdî defroşrêt û cige leme le çendîn bone û pirojey ciyawazî ferhengî û hunerî û le pênaw geyandinî peyamî xoşewîstî û pêkewe jiyan sud lem sêwe wergîrawe.


PNA

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌