ROJNAMEY XEBAT 2014-09-02
Wezareta Pêşmerge: Malikî berpirsê derengketina çekane..Pêşmerge bi tenê şerê DAIŞê dike


Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Pêşmerge yê hikûmeta Herêma Kurdistanê aşkere kir ku Bexda û bi taybetî Malikî berpirsê gîrobûna hevkariyên leşkerîne, ku hinek welat ji bona zêdekirina hêza Pêşmergeuên Kurdistanê, pêşkêşî Kurdistanê kirine, da ku li dijî DAIŞê bikar bînin.

Mistefa Seyid Qadir, Wezîrê Pêşmerge yê hikûmeta Herêma Kurdistanê, derbarê dereng ketina gehandina çekan bo Hêzên pêşmerge û gelo kî berpirisyare, got: “Hihûmeta Bexdayê hatina her balafirekê ku hevkariya leşkerî bo Herêma Kurdistanê bîne, mericdar kiriye, û dixwaze berî ku li balafirgeha Hewlêrê dakevin, biçin Bexdayê, heta ku bizanibin corê wan çine, hi nivre rê dide wan ku bighên Herêma Kurdistanê, ev pêngav gehiştina çekan gîri dike.’’

Wezîrê Pêşmerge ji rojnameya Şeriq Elewset re ragihand, ku rewşa Pêşmerge niha ji yê berya gehandina alîariyên anvdewletî baştire.

Derbarê şerê pêşmerge ligel DAIŞê û karîna berevaniyê, Wezîrê Pêşmerge dibêje: “Ji bilî hêzên pêşmerge û hêzên asayişê hîna tu hêzên din li eniyan şer nakin, jibilî kêşeya kêmiya çekan tu kêşeyê me yên din nînin, em daxwazê ji tu welatî nakin ku serbaza bişîne alîkariya me, ji ber ku hejmara pêşmerge gelekî başe, herwiha hejmarek mezin ji xwe bexşan jî hene û welatî jî amadene li dijî DAIŞê rawestin.”

Mistefa Seyid Qadir got: “Hejmara Pêşmergeyên Kurdistanê nêzîkî 150 hezarin ku di şerê DAIŞê de beşdarin, hevdem hêzên asayiş û Zêrevanî û dijeteror û polîs jî hevkariyê dikin.”

KDP.info

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌