ROJNAMEY XEBAT 2014-09-22
Katêk Edebiyat Debête Qurbanî Siyaset

Utûêj Le Gel Maryo Vargas Îyûsa

Maryo Vargas Îyûsa le 28 î marsî 1936 le şarî Arîkîba le Pêro pêyî naye cîhan, ew de salî seretay jiyanî le Bûlîwî têper kird û le salî 1946 uwêray binemalekey gerawe zêdekey xoy.

Le zanko le biwarî edebiyat û maf drêjey be xuwêndin da û le temenî nozde salîda le gel xizmêkî xoy, Xuliya Orkîdî, ke temenî hejde sal lew ziyatir bû zemawendî kird.

Le Romanî be nawbangî «Pûre Xuliya û Mîrzanûs da» (1977) Kelkî le kesayetî ew jne wergirtuwe, belam ew zemawende zorî nexayand û le salî 1946 kotayî pêhat û salêk dwatir le gel patirîsiya diliyan be yek da û ta êsta hawrêyî yek drêjeyan be jiyan dawe.

Îyûsa sê mindalî heye: Alfaro, Goznalo, Morgana.

Salgarêkî zor le ewrupa, be taybet le Parîs û Lenden û Madrîd jiyawe û be karî coraw corewe serî qal buwe, wergêran, rojnamenûsî û mamostay zimanewanî û ....le salî 1944 duway eweyke xelatî edebî sêrwantsî pê bexişra, bû be danîştuwî wilatî Îspaniya.

Û: Enwer 'Ereb

Beşî Yekem

Henê le romanekanî birîtîn le: Rêgey be heşt (2003); cêjnî bizin (2000); şerî axirzeman (1981); Utwêj le Katdiral (1969); Malêkî Sewz (1965); Şar û Segekan (1963); berheme tuwêjîneweiyekanî birîtîn le: Zimanî Heyecan (2001); Namekanim bo Roman nûsî law (1997); Masî le Zeriya (1993); Rastî Şardraw (1990); Nêwan Sartir û Kamo (1981); û şanonamekanî birîtîn le: Şêtî Eywanekan (1993); Galte (1986).

Zorbey berhemekanî be deyan zimanî wek Ferensî, Îtalî, Purtugalî, Înglîzî, Elmanî, Rûsî, Turkî û Japonî û 'Erebî û Farsî ...wergêrdrawn.

Xelatêkî zorî birdotewe û girîngtirîniyan Xelatî Nobêlî 2010 bû.

Gabiriyel Garsiya Markêz Romaninûsî Gewrey Kolombiyayî le hawrêyî nîzîk û dêrînekanî Îyûsa bû belam le salî 2003 da le pîşangay ktêbî Bugûta, Îyûsa Markêzî wek mastawçî Kûba nawbird û kotayî be dostayetiyekeyan hêna.ç

Hoy ew qseye ewe bû Markêz le hawrêyan nizîkî Fîdil Kastiro Dîktatorî Kûba bû.

Nawbangî Îyûsa le gel yekem Romanî Şar û Segekan destî pêkird.

Romanêk ke têyîda bas le ezmûne dijwarekanî serdemî serbazî deka.

Weha bû ke cîhan zor zû le gel serdemî zêrînî edebiyatî Emrîkay Latîn be nawî BOOM, aşna bû.

Ew serdeme le deyey penca û şestî sedey pêşû destî pêkird û srincî cîhanî bo lay ew qurneye û edebiyatekey rakêşa.

Lew serdeme da nûseranêkî gewrey wek Markêz, Foynts, Kortasar berçaw dên.

Belam uwêray xalî hawbeşî nêwan nûseranî «Bûm» ke cextiyan dekirde ser girîngî dan be barûdoxî danîştwanî ew qurneye û nîşandanî nehamet û çermeserî ew xelke, (Bo wêne ew karey wa Îyûsa le şerî axir zeman da kirdî) belam babetekanî Îyûsa peyrewî şêwazî riyalîzmî caduwî nîn, şêwazêk wa zorbey xelkî be «Bûm» deynasin û ew şêwaze bo hemû nûseranî ew serdeme be kardênin.

Îyûsa be pêçewaney Markêz waq' têkel be cadû naka, helbet ewîş fantaziyay heye belam ew corey xoy delê: Fantaziyay ew rastiye.

Tenanet bo nûsînî çîrokêk kelk le kesayetî waq'î naw komelge werdegirê û be şêweyek lê hatuwî çîrok nûsêk û urdibînî jiyaninamenûsêk têkel be yek deka.

Îyûsa her bew endazeyey wa sûd le fantaziya werdegirê sûdîş le belge û rastiyekan werdegirê.

Kewate rastiyekan awêtey xulqandin dekat û rabirdû be şêwey xoy denûsêtewe.

Îyûsa her çend salgarêk pêş êsta le helbijardinekanî Serok Komarî Pêro neytwanî serkewê belam be qed Serok Komarîk serî qale.

Le Şeş mang lewe pêşewe daway ut û wêjêkm le gelî kirdibû le akam da duway şeş mang qebûlî kird le Madrîdî Îspaniya be telîfûn qisem le gel da bika.

Sêyî Dêsambir yan be watayekî tir dawzdey sermawz pêwendîm be malekeyanewe le Îspaniya girt be Înglîziyekî meyle û Îspaniyayî qisey dekird û xoş xulq bû.

* Be biruway êwe çi ciyawaziyek le nêwan nûseranî berey êwe, wek «Gabiriyel Garsiya Markêz», «Karlos Foyênts» û nûseranî berey pêş êwe wek «Mîgl Anxêl Astoriyas», «Xwan Rolfo», «Romolu Kayegos» û «Alxo Karpêntiye» da heye?

Ew ciyawazîaney ke buwe hoy ewey berey êwe rewtî wêjeyî deyey şest le Emrîkay Latîn bixulqênê.

- Dey, be biruway min girîngtirîn ciyawazî em dwane eweye ke berey min girîngayetiyekî ziyatirî be form û teknîkî romaninûsî deda.

Le rabirdû da, rêjeyekî yekcar zor le nûseran pêyan wabû ke girîng nawerok yan be uteyekî tir girîng têmî çîroke.

Her bew hoyeş layenî teknînkî, goşe nîga, asoy deq û zimanî çîrokiyan le ber çaw nedgirt.

Min pêm uwaye her ewe buwe hoy ewey edebiyatî Emrîkay Latîn reng û boy edebiyatêkî rojnameyî be xoyewe bigirêt û zor guwê bew beha edibiye girîngane neda.

Le gel serheldanî berey nuwey nûseranî Emrîkay Latîn doxeke be tewawî gora û her bew hoyeş nûseranî Emrîkay Latîn cîhanî bûn.

Le ber ewey girîngiyan be form, şêwaz, pêkhate û arayştî çîrok deda û hestiyan bew girîngayetiye dekird.

Renge serekîtirîn ciyawazî berey min û berey pêş min rêk ewe bêt.

* Belam nûserêkî wek «Xwan Rolfo»ş girîngayetî be form deda?

- Xwan Rolfo taybet bû.

Rolfo her çend le barey jiyanî gundî û dêhate biçûkekanî sûrpêst û mirovekanî ew devereda deynûsî belam agadarî edebiyatî modêrnîş bû.

«wîliyam Faknêr» î xuwêndibowe, karîgerî zorî lê wergirtbû.

«Faknêr» ne teniya karîgerî le ser Rolfo belkû le ser berey min û zorbey nûseranî Emrîkay Latîn dana.

Rolfoş karîgerî lew wergirt û le kurte çîrok û tenanet roman nûsîş da le tiknîkekanî modêrnî nûsîn kelkî wergirt.

Min Xwan Rolfo dexeme nêw berey nûseranî modêrnî Emrîkay Latîn.

* Boxoştan ciyawaziyektan le gel zorbey nûseranî berey xotan heye ciyawazî êwe eweye ke be pêçewaney zorbey ewaney wa teniya le barey wilatekey xoyanewe çîrokiyan nûsîwe, êwe hengawêktan ziyatir helênawe û le barey gişt Emrîkay Latîn nûsîutane?

- Uwaye.

«Şerî axir zeman» le Birazîl rûdeda û «Cêjnî Bizin» le Komarî Domînîken.

Raste heq be êweye, ktêbekanî min teniya le barey pêrowe nîn, belam ewey rastî bêt ezmûnî pêroyî min le hemû ewe karaney wa nûsîume tenanet lew romananey wa le wilatekanî tirîş rû deda, reng dedatewe û xoy nîşan deda.

* Boye teniya le barey Pêrowe netinûsîwe pêt uwaye tewawî Emrîkay Latîn nîştmanî xote?

- Le layekewe ew qiseye raste, le ber ewey ke le zorbey mjadekan da snûrî cugirafiyayî Emrîkay Latîn deskirdin, le rastî da kêşekan, nerîtekan, ewsane, ziman û ferhengî ew netewane legel yektir hawparçen û natwanîn ewan be hoy snûrî deskirdî siyasî û hikûmetî bertesk keynewe.

Be taybet katêk le barey edebiyatewe deduweyn, qet natwanîn le barey Emrîkay Latînewe le uşegelî netewexwazane kelk wergirîn.

Emrîkay Latîn wilatêkî yekparçeye û sereray hemû dabeşkirdine deskirdekan, ferhengîkî yekparçey heye.

Snûre deskirdekan kolêkiyan kêşe bo Emrîkay Latîn saz kirduwe.

* Le çîrokekanî iêweda, Xelkî Emrîkay Latîn zor serqalî siyasetin, tenanet mirove asayiyekanî komelge.

Le duniyay waq' da pêtan uwaye xelkî asayî ta çende xoyan le qerey siyast deden?

Axo êstaş be qeray rabirdû xelkêkî siyasîn?

Katêk wilatekan kêşeyekî zor zor gewreyan heye ke êstaş boyan çareser nebuwe, esteme le weha doxêk da bitwanî le siyaset xot dûr ragirî.

Le weha komelgeyek da hemû ştêk degerêtewe ser siyaset û sed ewendeş ferheng û edebiyatî komelgeyekîş têkel be siyaset debê.

le Emrîkay Latîn ême êstaş kêşeyekey zorî siyasîman heye ke çareser nebuwe, bo uwêne dîktatoriyekan.

Hikûmete dîktatoriyekan êstaş ke êstaye sêberiyan be ser Emrîkay Latînî da zale dey em serzemîne le mêjuwî xoy da demêk sale berewruwî dîktatorî botewe.

Birê car dîktatorî serbazî buwe, birê car çepekan kêşesaz bûn û birê carîş destî rastekan kêşeyan nawetewe.

Dîktatoriyekan jiyanî xelkî Emrîkay Latîniyan têkdawe û le nawiyan birduwe, dey em macraye be tewawî le edebiyatî amrîkay latîn da reng dedatewe.

Hokarêkîtirîş eweye ke dîktatorî bo uwêne sansor le gel xoy dênêt û hawkat azadî beyan û azadî afrandin le komelgeyek da kemtir debê.

Be biruway min edebiyat zor car bote qurbanî û wek kereseyek bo dijayetî û deng helbirîn le ast kêşekan da kelkî lê wergîrawe.

Wa niye?

Zor car mecbûr bûn le roman û şê'rekan wek kereseyekî siyasî bo deng helbirîn kelk wergirn û her bem hoyeş layenî cwanînasî û hunerî babetekaniyan tûşî şkest hatuwe û qurbanî kirawe.

Helbet hemîşe wa niye û birê car ême le gel edebiyatî komelgeyek da bereruwîn ke têyîda nûser basî le bayexe siyasiyekanî komelgey xoy kirduwe, dey ême le Emrîkay Latîn kemman lew nûserane niye.

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌