ROJNAMEY XEBAT 2014-11-21
Kemî Jimarey Holî Xuwêndin Le Zanko Girftî Drust Kirduwe

Raport:Hêmin Xelîl
D.Nerîman Xoşnaw mamosta le kolêjî perwerdey biniyatî Zankoy Selahedîn delê:Gumanî têda niye ke zorbey holekanî xuwêndin le Zankoy Selahedîn, şiyawî ewe nîn kirdey xuwêndinî berayî ya balay têda bikirêt, çi le ruwî biçûkî yan konî ya pîsî û narêkî, emeş uway le qutabiyan û mamostayan kirduwe hest be bê zarbûn biken.

kolîjî bineretî lem kêşeye beder niye, egerçî balexaneyek tewawbû û bo êwaran û dû qonaxî beşekanî beyanîanîş sûdî lê debînîn, belam karesate zorbey zanko tazekan kempî zankoyan tewaw buwe û çûnete nawî, teniya Zankoy Selahedîn nebêt, ke taze dîzaynekey tewawbuwe.

Sebaret be çareserkirdinî ew girfte D.Xoşnaw delê:Kempî zanko hemû ew kêşane le nêw debat, belam eme katêkî zorî pêwîstew bo çareserî xêra dekirê ew balexaneyey ke le parsal nîwey îşekanî kirawe, dûbare dest be karkirdin bikirêtewe, çunke komelê hol û jûrî mamostayan le xowe degirêt, ke be daxewe çend mangêke karekey be hoy nebuwî pare westawe.

Senger Mihemed Caf mamosta leyekêk le kolêjekanî Hewlêrî pizîşkî delê:Bûnî jimarey pêwîst le holî xuwêndin û taqîge yekêke le giringtirîn pêdawîstiyekan le nawendekanî xuwêndin, sal duway sal hawşan le gel frawankirdinî zankokan be kirdinewey kolîj û beşî zanistî pizîşkî taze jimarey qutabiyanîş rû le ziyad bûne, be corêk lew barudoxey êsta planî wergirtin zor neguncawe le gel jimarey hol û taqîgey her kolêjêk, çunke serkewtinî planî xuwêndinî her salêkî xuwêndin bende le ser dabîn kirdinî zortirîn rêjî pêdawîstiyekanî xuwêndin, pêwîstî Zankoy Hewlêrî pizîşkî be holî xuwêndin û taqîgey taze amadekiraw be gişt pêdawîstiyekanî xuwêndin sal be sal ziyad debêt ewey êsta deybînîn sereray xirapî û konî balexanekan be giştî her pênc kolêjeke girftî kemî jimarey pêwîst le holî pêşkewtuwî xuwêndiniyan heye her kolêje û berêjeyekî ciyawaz be dest ew girftewe denalênî.

Çunke kemî holî pêwîst karîgerî nerênî drust kirduwe le ser pirosey xuwêndin be şêweyek le hendêk kolêj girfteke le ziyad bûne , xişte û planî xuwêndinî zor zehmet kirduwe eweş be hoy kirdinewey beşî taze û ziyad bûnî jimarey qutabiyan.

Sebaret be çareserî ew girfte mamosta senger delê:Ewey cêgey daxe demêke hewalî biriyarî drust kirdinî kempî Zankoy Hewlêrî pizîşkîman bîstuwe.

Ew pirojeye geşbînî kirdîn, belam ta êsta tenha wek pirojiyekî ser peraw mawetewe drust bûnî ew bare naasayiyey Kurdistan hîway cê be cê kirdinî ew pirojeyey ziyatir dûrxistewe.

Hoşeng Salih necar mamosta le kolêjî hunerecwanekanî Zankoy Selahedîn gûtî:Holî xuwêndin yekêke le binema serekiyekanî xuwêndinî zanko, be hoy em holanewe qutabiyan le zaniyariyekanî mamosta sûdmend debin û mamostaş be pêyî pêdawîstî holeke zaniyarî û wanekanî rojaney degeyenête qutabiyan, diyare le gel berew pêşewe çûnî jiyan û zanist, holekanî xuwêndinîş wekû caran nemawn û pêşkewtiniyan be xoyanewe dîwe û pêdawîstî ziyatiriyan mebestî geyandinî zaniyarî be qutabiyan pêwîste, caran her tenha birîtîbûn le kursî xuwêndin û uwayt bord yan textereş, keçî êsta pêwîste amêre teknîkiyekanî wek dataşoyan têdabêt le zor le wilatanî pêşkewtû hêlî înternêtî snûrdarîşiyan têdaye, qutabiyan be pêyî rênimayiyekanî mamosta be karî dehênin.

Tel'et Tahîr mamosta le kolêjî zimanî Zankoy Selahedîn taybet bem babete delê:Le rastî da girftî nebûnî hol û neşiyawî holekanî xuwêndin, diyardeyekî zeq û aşkiraye, detwanîn bilêyîn ciyawaz lekonî beşêk lew balexanew holane drustkirdinî balexanew hole nuweyekanîş reçawî cwankarî û şiyaubûn bo xuwêndin nekirawew be têramanêkî xêra wek ordugaw kempî awarekan dête berçaw, barudoxî nalebarî komelgay kurdrî û qeyrane îdarî û siyasiyekan û nebûnî planî drêjxayen bo wergirtinî qutabiyan karîgerî le ser berêwebirdinî zanko hebuwe, pêwîste zanko û damezrawekan le ruwî dahat û darayiyewe serbexo bin û siyaset û planî zankokan le wergirtinî qutabiyan û bestineweyan be bazarî kar le encumenî bala û le ser astî berzî hkumî tawtuwê û biriyarî le ser bidrêt û dwacar le hemû ştêk giringtir be dwadaçûnî raspardew biriyarekane, be taybet holekanî xuwêndin takû kempî zanko kotayî dêt.

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌