ROJNAMEY XEBAT 2014-11-28
Hoşyar Zêbarî banga şerê li dijî gendeliyê kir..Nabe serbazên xeyalî hebin


Bexda-KDP.info- Wezîrê Darayî yê Hikûmeta Iraqê Hoşyar Zêbarî daxwaz kir ku çaksaziya kûr bê kirin bo binbirîna gendeliyê di nava rêzên Artêşa Iraqê de, yê ku li pêşiya çekdarên DAIŞê hat şikestin. Herwiha ragihand ku nabe serbazên xeyalî li Bexdayê hebin.

Hoşyar Zêbarî Wezîrê Darayî yê Hikûmeta Iraqê ragihand ku niha ew mijûl e ku nêzîkî 23% ji butceya giştî ya Iraqê ya sala 2015 ku digihê 100 milyar dolar, bo Wezareta Berevaniyê û navxwe be.

Tevî ku hîna Iraqê xerciyên xwe yên vê salê yek alî nekirine, lê beymangeha Stokholm a navdewletî bo lêkolînan dibêje, Bexda 7.9 milyar dolar li sala 2013 li ser berevaniyê xeric kiriye. Herwiha Amerîka dema ku ji Iraqê vekişiya pere û pêdiviyên leşkerî dan Artêşa Iraqê.

Dema ku DAIŞê deverek mezin ji axa Iraqê dagîr kir û rastî ti berevaniya Artêşa Iraqê nehat. Lê ji dema ku Amerîka û hevpeymaniya navdewletî dest bi operasyonên asmanî kirine, bandoreke rasterast di berjewendiya Artêşa Iraqê û hêzên ewlekariyê de dîtine.

Hoşyar Zêbarî tekez kir ku, hêzên ewlekariyê hêjayî alîkariyê ne di şerê li dijî DAIŞê de, lê pêwîst e bi awayekî baş be.

Wezîrê Darayî yê Hikûmeta Iraqê îro pêncşemê ji Royterzê re ragihand: “Bi piştrastî em bi tundî pêşniyar dikin ku, pêwîst e çaksaziya kûr bê kirin bo binbirîna gendeliyê di nava rêzên Artêşa Iraqê de, yê ku li pêşiya çekdarên DAIŞê hat şikestin.”

Zêbarî wiha got: “Nabe serbazên xeyalî di nava Artêşa Iraqê de hebin. Divê artêş bê rêxistin. Divê ew berpirsên ku bi gendeliyê tên tohmetbarkirin bên cezakirin.

KDP.info

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌