ROJNAMEY XEBAT 2014-11-28
Abirûçûnêkî Gewre Aşkirabû


Lîjney Darayî Encûmenî Nuwêneranî 'Iraq gewretirîn gendelî le 'Iraq aşkiradekat, dawaş dekirêt Nûrî Malîkî bangî perleman bikirêt.

Macîde Temîmî Endamî Encûmenî Nuwêneranî 'Iraq le Lêjney Darayî raygeyand 288 Tirlyon Dînar le nêwan salî 2003 bo 2014 bo no piroje xerc kirawe ke zorbeyan wehemîn.

Eweşî xistoterû le dway salî 2003 No Hezar piroje le 'Iraq hebuwe zorîneyan we hemî bûn û bûniyan nebuwe.

Amajey beweşdawe birî pareî terxan bo pirojekan bayî 28 Tirlyon Dînare ke be hoy baladestî hizbewe lêpirsînewe le çoniyetî xerc kirdinî ew parewe nekirawe, çawpoşî le gendeliyekanî kirawe.

Eweşî xisterû ke parey be hederdrawî 'Iraq be qed budcey wilatêkî wek erdene le katêk da hîç pirojeyek le 'Iraq diyarniye.

Hawkat dawaş dekirêt Nûrî Malîkî le ser ew abirûçûne bangêştî perleman bikirêt.

Basniyûz

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌