ROJNAMEY XEBAT 2014-12-07
'Elî Xêdan: %40î Mûçey Bindîwar Bo Malîkî Deçû

Şemme 6-12-2014 ('Elî Xêdan) Fermandey Pêşuwî Hêzî Piyadey Supay 'Iraq, raygeyand: “Nûsîngey serokwezîranî pêşuwî 'Iraq agadarî bindîwaranî Wezaretî Nawxo û Bergirî 'Iraq bû û, zorbey mûçey ew bindîwarane bo Nûrî Malîkî deçû”.

'Elî Xêdan rûnî kirdewe ke rêjey %40î Mûçey serbaze wehmiyekan nasraw be (Fezay) ya xud (Bindîwar) bo nûsîngey Nûrî Malîkî serokwezîranî pêşuwî 'Iraq deçû.

Her weha Xêdan aşkiray kird ke efsere wehmiyekan ( Fezay) hemuwiyan le ser biriyarî Nûrî Malîkî damezrawn û zorbey here zorîşiyan karmendî bindîwariyan hebûn.

Basniyûz

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌