ROJNAMEY XEBAT 2014-12-12
Dîk Çînî: Tîrorîst Be Maç Qisey Lêdernakirê

Miştûmrekan le ser raportekey Encûmenî Pîranî Emrîka le barey lêdanî zîndanîan le layen dezgay hewalgirî Emrîka (CIA) eyewe berdewame, Dîk Çînî be tûndî bergirî lew kare kird û gutî "Ew raporte pire le xewş".

Dîk Çînî, Cêgirî Serokî Pêşuwî Emrîka le hevpeyvînêk da le gel Foks Niyûz be tûndî rexney le raportekey Pîran girt û gutî:”Bê manaye û ewey dezgay hewalgirî Emrîka kirduwiyetî ewe buwe ke pêwîste û bo rêgirtin buwe le hêrşe tîrorîstiyekan".

Çînî le beşêkî dîke qisekanî da gutî, "Aya kesêk tawanbar bê be kujranî sê hezar Emrîkî le 11î Sêptember û bikewête destman, debê çî lêbikirê?".

Çînî amajey beweşkird, ke "Tîrorîst be maç û qisey xoş qisey lêdernakirê û pêt nalê çî kirduwe".

Barak Obama, Serokî Emrîka be tûndî îdaney lêdan û eşkencekanî dezgay hewalgirî wilatekey kird belênî da dûbare nebêtewe.

Dîk Çînî amajey bewekird, ke debê eweş bi zanrê le kotayî da amanc pasawî rêgay be karhatû dekat.

Rûdaw

bergir

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌