ROJNAMEY XEBAT 2014-12-12
Birawey Nobilî 2014 (Batirîk Modiyano) Romaninûsêk Ke Kar Le Ser Bîrxistinewe Dekat

Botan Celal

Rojî 9î Tişrînî Yekemî 2014, Ekadîmiyaî Suwêdî, nawî romaninusî Ferensî ((Batirîk Modiyano)) wek birawey xelatî Nobil le wêje rageyand, le gel Modiyano (14) nuser û şa'îrî dîkey Ferensayî bûnete xawen em rêzlênane cîhaniye.

Wek ekadîmiya amajey pêdawe, hokarî serekî pêdanî nobil be Modiyano bo ewe degerêtewe ke twanîwiyetî bîrxistinewe bi qozêtewe bo çareserî kêşekanî mirov, zorbey romanekanî em nûsere le ser dû tewer kar deken, yekemiyan nasnamey hemû em mirovaney ke bê nasnamen yan nasnameyan be hokarêkî siyasî yan komelayetî lêsandrawetewe, duwemiyan pûçî û bêhudeyî ke emro diniyaî girtotewe, lawazbûn û bê mitmaney bew nasname mroiyey ke her yekêk le ême hemane, keçî hîç sûdêk nageyenê, le katêk da zorbey zorî beha miroyî û exlaqiyekan pêşêl dekirên û ademîzad le hemû nawçekanî diniya deçewsêtewe û hest be bûnî xoy nakat, hest kirdin be aramî û ayindey nemawe, kawlkariyekan bûnete motke hemû dem le ber çawman qût debinewe, jiyan çêjî caranî niye, mirovekan nrxiyan le destdawe, destinîşankirdinî Modiyano bo em xelate, bo nêwende roşnbîrî û mîdiyakan cêgay sersurman bû, çunke zorbeyan û wayandezanî Xelatî Nobilî û wêje bo salî 2014 dedrêt be romaninusî gewrey Emrîkî (Filîb Rus) be taybetîş rojnamekanî Berîtanî û Emrîkî zor ew pêşhateyan nzîk kirdibowe, her weha layene rojhelatiyekanîş, be taybetîş 'Erebekan û wayan hest dekird ke Şa'îrî Gewrey Sûrî (Edonîs) zor le bare bo wergirtinî em xelate giringe.

Batirîk Modiyano le rojî 30 mayoy salî 1945 le Bibîlankoy Başurî Rojaway Ferensa, le bawkêkî Îtalî Yehûdî û daykêkî beljîkî be nawî (Lwîsa Kolbîn) le daykbuwe, daykî û bawkî le rojanî cengî duwemî cîhanî çarenûs wa dekat yektir bibînin û paşan peywendî drust biken û dwatir biçne qefesî zêrîn, peywendî Mudiyano be bawkiyewe lawaz buwe, le yektir dabirawin û heta hewalî yektiriyan nepirsiyewe, teniya ew hewaley nebê katê Modiyano le mirdinî bawkî agadar dekirêtewe, ta emroş şuwênî gorekey nazanê le koê ye, we daykîşî be hoy zorî sefer kirdiniyewe lem şar bo em şar, Modiyano le şîrazey asayî xêzanekey bê beş debê, tenha peywendiyekî başî le gel bira temen (10) saliyekey hebû, ewîş le hîkira be hoy nexoşî koçî duwayî dekat.

Em piçran û ajawe û mehrum bûnî le amêzî germî xêzan, karîgeriyekî rastewxo le ser jiyanî cêdehêlê, her em çeşne jiyane naxoşe handerî Modiyano buwe ke rûbikate nûsîn û le rêgay naxe pirekeyewe, karesat û taliyekanî jiyanî xoy û mirov le berhemekanî da bercesteyan bikat, her ew natebayî û dûrkewtinewe le perwerdeyekî guncawî naw xêzan, uwayan le nûser kirduwe hemîşe mindalî û lawêtî bigwazêtewe naw nûsînekanî, eweta carêkiyan le dîmaneyekda delêt (Jiyan birîtiye le paşmawey çend û wêneyekî kon le sndûqî yadgarî û bîrxistinewekaniman).

Karîgariyekanî nehametî jiyan le ser kesayetiyekey zor qulbotewe, ta ew snurey ke jiyan le berçawî tenha çend rojêkî rabirduwî le destçû bê, bîrxstinewey ew rojaney qoztotewe û uwêne le pal û wêne rêzî kirdûn, le xeyal û mêşkîda kirdûnetî be babet, her babetêk layekî jiyanî xistote ber dîdge û bo çûnekanî, le romanekanî seretay destpêkirdinî be nûsîn, tewaw ew babetaney xistote berçawî xuwêneranî, nimûne le romanî (Gorepanî Estêre) ke le salî 1968 bilawî kirdotewe, çote ser ew wênane û carêkî dîke le bîrxistinewekanî xoyda wek erşîf sûdî lê wergirtûn û palewanekanî naw romanekey sparduwe ke be çaktirîn rêga guzarştî lê biken.

Bîrman neçê, jiyanî em nûsere zorbey le Parîs buwe, em şare paytextî siyasî û roşnbîrî û hunerî çendîn saley hemû Ewrupa buwe, cengekanî yekem û duwemî cîhanî, rengdaneweyan le ser jiyanî em şare û danîştwanekanî hebuwe, rastewxo modiyanoş wek parîsiyek kewtote naw kayekanî rakêşan û birde û berdey siyasetewe, betaybetî bawkî ke bewe tometbar kirabû ke dijî yehudiyekan buwe û layengîrî le Elmane naziyekan kirduwe, boye hemîşe le jêr sansor buwe, redûnan û xoşardinewey le dest piyawanî deselat bote hokarî drustbûnî jiyanêkî naaram û nîgeranî, emeşiyan be şêweyek le şêwekan karî le derûnî Modiyano kirduwe û çendîn romanî derbarey em pirsane nûsîwe.

Berhemekanî ziyatir le (30) Roman debin, le rêgay romanî (Şeqamî Bazrganiye Tarîkekan) Xelatî Gungur le salî 1978 werdegirêt û le salî 1996îş Xelatî Ekadîmyaî ferensî pêdebexşrêt beramber bew rêçke serkewtuwey ke bo Romanî Ferensî danawe, egerçî romanekanî bo ser zimanî înglîzî be şêweyekî frawan wernegîrdrawn, belam lay xuwênerî Înglîzî û Emrîkî kesayetiyekî namo niye.

Giringtirîn romanekanî birîtîn le Romanî (Gorepanî Estêre) 1968, (Bazney Şew) 1969, (Male Xembareke) 1975, (Namîlkey Xêzan) 1977, (Lawan) 1981, (Rojanî Yekişemme) 1984, (Kogay Bîrxstinewe) 1986, (Dolabî Mindalêtî) 1989, (Dûr le Bîrkirdin) 1994, (Nadiyarekan) 1999), (Rûdawî Hatuço) 2003, (Meseley Xêzan) 2005, le (le Çayxaney Lawan) 2007, salî 2012 romanêkî sozdarî û xoşewîstî be nawnîşanî (Aso) ke bas le 'eşq û dildarî dekat bilawkirdewe, waş çawerê dekirê, paş em rêzlênaney, berhemekanî be rûberêkî frawan bikewne ber destî xuwêneran û we rexnegir û tuwêjeranî biwarî edeb espî xoyan le ser nûsîn le babetekanî tawden û layene şarawekanî jiyanî û her weha berhemekanî rûntir bikenewe.

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌