ROJNAMEY XEBAT 2015-01-05
'Iraq: Le Rîzbendî Wilatanî Bextewer da Le Kotayîye


Be guwêrey rapirsiyekî kompaniyaî wîn galup, le rîzbendî wilatanî bextewer da wilatî Fîcî le serewey rîzbendiyeke dêt û 'Iraqîş dwahemîne.

Kompaniyaî wîn galup rapirsiyekî le şest û pênc wilat û le nêw şest û çwar hezar kes da encamdawe ke le rîzbendî wilatanî bextewer da Fîcî pley yekemî be desthênawe lem lîsteye da, 'Iraqîş nizimtirîn pley kirduwe be hî xoy.

Be pêyî rapirsiyeke seta dey xelkî cîhan be berawrd le gel salî rabirdû xoyan be bextewertir dezanin.

Her weha seta newd û sêyî xelkî wilatî Fîcî pêyan û waye bextewern û seta sî û yekî xelkî 'Iraqîş le jiyaniyan narazîn û xoyan be şkistxwardû dezanin be pêyî em rapirsiyey kompaniyaî wîn galup de wilatî bextewer birîtîn le fîcî, kolombiya, naycîriya, Se'ûdiya, Azerbaycan, Hîndistan, Penema, Ercenîtin, Fînland, Îndenûsiya.

Wilate zor nabextewerekanîş birîtîn le Yonan, Bulgariya û Sîrbiya, ke 'Iraq tenanet le xwarewey em wilataneweş nawî hatuwe.

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌