ROJNAMEY XEBAT 2015-01-29
Da'iş:Dewletî Wehm û Hemeciyet

Selam 'Ebidulla
Rêkxirawî Tîrorîstî Da'iş wîstî mêjû dûbare bikatewe,bewey lem zemaneda carêkîtir dewletî xelafet drustbikatewe,belam ew rastiye sadeyey nezanî ke emro,duwênê niye û wa be asanî ew wehmey bo naçête ser.

Da'iş lem serdemeda,ke serdemî glubalîzim û dîmukirasî û pêşkewtinî balay teknolojiyaye deywîst bîrî reş û alay reş û amancî reşiyan be ser em serdemeda bisepênin,ewîş be zebirî toqandin û tîror û kuştarî be komelî xelkî sivîl û pîr û mindal.

Ewane neyandezanî yan le rastîda bilêyîn benckiraw bûn ke eme serdemî mafî mirov û pêkewe jiyanî aştiyane û xizmetî mirove.

Ewan biruwayan wabû ke detwanin bem şêwaze drindaneye,bigene merame glawekaniyan ke xoşbextane pêyî negeyştin û seretay kotayî em girûpe hemeciyeş wa le asoda rûn û diyare.

Gelî Kurd le seranser mêjuwî xoyda bewe nasrawe ke destdrêjî nekirdote ser kes,belam katêk dujmin hatbête ser xakî,ewa qaremanane dakokî le zêd û xak û xelkekey kirduwe.

Nimûneş zorin ke şahîd halî ew rastiyen ke dujminan neyantwanîwe îradey azadî û serbestî û pîrozî xakî dabezênin,boye le hemû ew hêrşaneda ke dujminan kirduwiyanete ser Kurd û xakekey,le kotayîda her ewan,be serşorî,paşekişeyan kirduwe û şkistiyan xwarduwe.

Nimûney hewlî Rijêmî Dîktatorî Sedam û Hikûmete Ciyaciyakanî 'Iraq ke le mawey 90 salda be hemû twanayan deyanwîst ew rew xoragiriyey Kurd têkbşkênin be şkistî iyek leduway iyekî xoyan hat ke nimûney diyarî Rijîmekey Sedam bû ke tenanet be be karhênanî çekî jehrawîş neytwanî xoragirî em gele kolnedere bi bezênêt.

Her boye debû em girûpe hemeciye,ew rastiyeyan bi zanîba ke ewane ser deden le şax û berdî Kurdistan û encam her xoyan be serşorî milî şermezarî deşkênin û xakî pîroziman be cêdehêlin wek emro be çawî xoman paşekişe û şkistiyan le Kobanî le ser destî Afretanî Şervan û Birakaniyan û Pêşmergey Kurdistan be hawkarî hawpeymanan debînîn.

Lêreda cêyî xoyetî pîrozbayiyekî germ le Afretanî Şervan be taybetî bikeyn ke bo cîhan û hemeciyekanîşiyan selmand ke afretî kurd wek piyaw detwanêt dakokî le xak û netewekey bikat û qurbanîş be giyanî xoy bidat û şkist be hêzî reş û bîrî reş û amancî reş û alay reşîş bihênêt.

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌