ROJNAMEY XEBAT 2015-02-04
Dawayekî Bê Cê

Selam 'Ebidulla
Serokî Berey Turkmanî,wek hewalekan delên,daway kirduwe Pêşmerge le Kerkûk bikişêtewe,yan dewtirêt daway le Wezîrî Bergirî 'Iraq û hêzekanî bedr kirduwe ke cêyî Pêşmerge bigirnewe,bew pasawey Pêşmerge natwanêt dakokî le Kerkûk bikat.

Eger em hewalane rast bin,ewa Erşed Salih Xedrêkî gewre le Turkmanekan dekat,pêş hemû kesêk,çunke êsta ew şuwênaney ke Pêşmerge deyparêzêt û dakokî lêdekat,zorbey here zoriyan Turkmanin.

Ca lebatî ewey berêziyan destxoşî le Pêşmerge û qurbanîdanî bikat,dêt daway wa nabecê û namentîqî dekat.

Ey em zate bo nazanêt ger Pêşmerge lew snûrane nebuwaye û ew dakokiye qaremananey nekirdayew be deyan şehîd û birîndarî le pênawî parastinî Kerkûk da nedaye,êsta Erşed û Xeyre Erşedîş debûne koyley Da'iş û xêzanekanîşiyan be (Sebaya) debiraw le bazarda defroşra.

Ta key em biraderane waz lew bîre kone nahênin û be 'Eqliyetî şovînî kar û reftar deken.

Kurd hergîz metirsî nebuwe bo Turkman û sedan sale le gel Kurd da be aştiyane dejîn û Kurd hergîz wek hikûmete yek leduway yekekanî 'Iraq,neywîstuwe Turkman bituwênêtewe yan le nawçekanî xoyan derbeder û dûriyan bixatewe.

Emane reftarî Hikûmetî Be'sî pêşuwiyan bîrçotewe ke her danî be bûnî Turkman da nedena û hîç hisabêkî bo nedekirdin û pirosey be dinawî be 'Erebikirdin ewanîşî degirtewe be radeyek ke Tariq 'Ezîz Wezîrî Pêşuwî Derewey 'Iraqî ewkat le çawpêkewtinêkî rojnamewanîda le Turkiya,zor be raşkawî be rojnamenûsanî ut,ke pirsiyarî ewey lêkirabû ke wez'î Turkmanekan çone le 'Iraq,ew utbuwî ke Turkman le 'Iraq bûnî niye.

Ême hergîz bûnî Turkmaniman ret nekirdotewew lew nawçaney le jêr deselatî Kurdîşdaye,hemîşe be azadî û serbestî jiyaun û mafiyan wek hawlatî parêzrawe.

Eweta le Hewlêr çendîn hizbî Turkmanî be aşkira kar deken û qutabixane be Zimanî Turkî dexuwênin û Turkman beşdarin le îdarey Hikûmetî Herêm û çendîn car wezîr û berêwberî giştyan hebuwe û heye û le Perlemanî Kurdistan da beşdarin û çalakî xoyan denuwênin.

Şayanî base her duwênê şew Nûrî Malîkî le çawpêkewtinêkîda le gel Şerqiye Nîyûz basî barudoxî Kerkûkî kirdu utî:Kurd û 'Ereb û Suninew Şî'ew Mesîhî tiyaye,belam be hîç corêk le kulekey terîşda basî Turkmanî nekird,emeş bo agadarî berey Turkmanî û berêz Erşed Salihî.

Debû berêz Erşed Salih em rastyane bizanêt û daway wa bê cê le Pêşmerge nekat.

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌