ROJNAMEY XEBAT 2010-02-27
Serokê Kurdistanê pêşwazî li şandeke bilinda hevbeşê Parlemena Ewrupa û Danîmark kir

Li hevdîtinê de û li bersîva pirsiyareke şandê sebaret bi paşaroja Herêma Kurdistanê piştî hilbijartinên Encumena Nûnerên Iraqa Federal, Serok Barzanî nêrîna xwe ya sebaret vê babetê xiste rû û balkişand li ser wan karesatên ku bi dirêjahiya dîrokê rû bi rûyê gelê Kurdistanê bûne. Her ji wêran kirina dêhat, kîmyabaran kirin û enfal kirinê ragihand ku li dawiya raperîna mezina bihara 1991 û li ser abluqeya navdewletî ya li ser Iraqê û abluqeya Hikûmeta navendî ya li ser Herêma Kurdistanê, lê belê Herêmê karî li gel gelê xwe û encamdana hilbijartina Parlemen û pêkanîna Hikûmetê dest bi proseya avadan kirinê kir û ev prose jî heta niha berdewame.

Her wiha Serok Barzanî ragihand ku li dîrokê de xedireke mezin li gelê Kurdistanê hatiye kirin û qurbanîdana vî gelî jî tenê ji bo destxistina mafan nebû, belku ji bo berxwedana mayînê jî bû. Ji ber ku mebesta Hikûmeta dîktator nehiştina vî neteweyî bû. Lê belê bi sedema xweragiriya gel planên wî Hikûmetê hilweşiyan.

Li bersîva pirsiyarekî di derbarê rewşa ewlehiya Herêma Kurdistanê, Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku rewşa ewlehiyê li gor cihên dinên Iraqê başe, eve jî vedigere li ser çanda gelê me û hêz û kiryara dezgehên me yên ewlehiyê û ev rewşa ewlehiyê ya baş jî wiha kiriye ku guherîneke avadan kirinê ya bi hêz li Herêmê da hebê‌ û hejmareke zêdeyê kompanya serî li Herêma me bikin.

Di derbarê pirsiyareke din jî ku gelo qewareyên serketiyên Herêma Kurdistanê çawa li gel pirsên çarenûssazan û stratejiyên gelê Kurdistanê reftarê dikin. Serok Barzanî li bersîvê de balkişand li ser wê yekê ku wekî gelê Kurdistanê me biryar daye sebaret bi pirsên çarenûssazan yek helwest bîn. Em li benda encamên dawî ne bo ku bi fermî beşdarî li danustandinên pêkanîna Hikûmeta nû ya Federal bikîn û li ser daxwazê serekiyên gelê Kurdistanê jî Serok Barzanî destnîşana pênç xalan kir. Ew jî girêdayîbûna bi destûra Iraq û beşdariya çalak li biryardan û çareser kirina pirsên navçeyên veqetandî li rêya cih bi cih kirina maddey 140 û her wiha neft û xaz û budçeya Pêşmerge.

Li bersîva pirsiyareke dinê sebaret bi vegerana penaberên Kurd ji welatên Ewrupa ve, Serok Barzanî ragihand ku vegerandina bi zorî ya wan penaberan bi vî awayî tişteke neşirîne û em dijî şandina wan a bi zorê ne û pêwîste ew li vegeranê de azad bin û ev pirsgirêk jî divê bi hevdû têgihiştina li gel Herêma Kurdistanê bête çareser kirin.

Her wiha Serok Barzanî di derbarê mafê neteweyên dinên li nav Herêmê ragihand ku mafê hemû neteweyan hatiye parastin û beşdarin li Hikûmet û Parlemena Kurdistanê da û em yekem kes buyîn ku me roleke ber bi çav dît li çespandina mafê wan neteweyan li dema nivîsîna destûrê da. Ji bo wê yekê ewê li destûrê da hatiye vedigere li ser hewldanên me.

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌