ROJNAMEY XEBAT 2010-03-01
Serokê Kurdistanê berev Erebistana Su'udiye birêket

Li ser vexwendina Şah Ebdullahê kurê Ebdulezîz El Su'ud Paşayê Erebistana Su'udiye, birêz Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê li gel şandek ku pêkhatibû ji birêz Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêmê û Sefîn Dizeyî Wezîrê Pêrwerdeyê Hikûmeta Herêm û Kameran Ehmed Ebdullah Wezîrê Avadankirin û Nîştecihkirina Herêma Kurdistanê, îro dûşem 12/04/2010 Hewlêra paytext bi cih hişt û berev Erebistana Su'udiye birêket.

Li vî derbarî de Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê li daxûyaniyek de ragihand ku mebesta vê serdana Serok Barzanî ya Erebistana Su'udiye gengeşe kirina rewşa niha û pêşhatên dawî ya pêvajoya Iraqê li gel Şah Ebdullah û berpirsên vî welatî, her wiha axaftina li ser pirsa pêwendiyên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê û Şahnişîna Su'udiye ye.

Her wiha li daxûyaniya xwe de Fuad Husên eşkere kir ku Serokê Herêma Kurdistanê û şanda li gel li vê geştê da û li ser vexwendina birêz Se'ed Herîrî Serok Wezîrê Lubnan serdana Komara Lubnan jî dike û pirsên girîngên di navbera Iraq û Herêma Kurdistan û Lubnanê gengeşe dike, her wiha li vê serdana ku çend rojek didome, babetê xurtkirin û zêdetir pêşxistina pêwendiyên aborî û keltûriyên di navbera Herêm û Lubnanê dixin berbehs.

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌