ROJNAMEY XEBAT 2010-03-01
Serokê Kurdistanê ji aliyê berpirsê mezinên Su'udiye ve hate pêşwazî kirin

Êvariya îro li ser vexwendina fermî ya Şahê Su'udiye Şah Ebdullah Bin Ebdulezîz ve birêz Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê gihişte Riyaz a paytexta Su'udiye û li Firokxaneyê jî ji aliyê Simuî Şahinşahê Şahzade Ebdulezîz Bin Bender Bin Ebdulezîz El Su'ud û Xanim Elcumeyl Balyozê Iraq li Su'udiye û hejmarek ji berpirsê mezinên Su'udiye ve hate pêşwazî kirin.

Paşê li Koşka Şahaneya Su'udiye li Riyaz Serok Barzanî ji aliyê Şah Ebdullah Bin Ebdulezîz Şahê Su'udiye ve hate pêşwazî kirin. Li hevdîtinê de ku Su'ud Bin Feysel Wezîrê Derveyê Su'udiye û Emîr Mut'eb Bin Ebdullah Bin Ebdulezîz Cîgirê Serokê Pasevanê Nîştimanî amade bûn, çend mijareke pêwendîdar bi pêwendiyên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê û Su'udiye û her wiha çawayiya serxistina proseya siyasiya Iraqê hatin guftugo kirin.

Her wiha li rêwresmek da Şah Ebdullah medalyaya Ebdulezîz El Su'udî bi Serok Barzanî bexşî û biryar jî wiha ye êvariya îro şîveke berfireh li ser xatirê Serok Barzanî li Riyaz ê bê saz kirin.

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌