ROJNAMEY XEBAT 2010-03-02
Serokê Kurdistanê serê sala nû li Kurdên Êzdî Pîroz dike

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo hatina cejna serê sala Êzdiyan, cejna Çarşema Sor, pîrozbahiyeke germ pêşkêşî xuşk û birayên Kurdê Êzdî yên li Kurdistan û cîhanê dikim.

Hêvîdarim ev cejin hemû salek bi xêr û xweşî û şadiyê ve vegerê û Kurdê Êzdî jî bi destkeftên dîrokî û li çarçêweya mafê netewayetî û nîştimaniyên gelê Kurd û Parlemen û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi destkeftên zêdetir, asûde û bextewer bin.

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌