ROJNAMEY XEBAT 2015-04-09
Hevpeyvîna Serok Barzanî ya li gel kanala IMC TV

Îro pênçşem 09\04\2015 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel rojnamevan Ayşegul Dogan li bernameya Uzun Metraj ya televizyona IMC TV hevpeyvînek encam da, eve jî naveroka wê hevpeyvînê ye: 

* Bi xêrhatin bernameya IMC Taybet, em li Hewlêrê ne, li hevpeyvîneke taybet de em li pêşberî we ne, em li vê hevpeyvîna taybet de mîhvandariya birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê dikin, hem rojeva rojhilata navîn germe û hem jî rojeva Hewlêrê germe, ev rojev peywendî bi Enqere ve jî heye, ji ber ku li pêvajoya çareseriya li Tirkiyê de rola Hewlêrê û bi taybetî rola birêz Barzanî jî heye, em van pirsan jê bikin, hatin û çûneke zêde ji bo vir hebû û nameya Ocalan jî gihîşt vir, emê bizanin dema ku ji vir temaşe bikin emê çi bibînin û em destpêdikin û xêrhatina birêz dikin. Hun bi xêr hatin li ser ekranên IMC TV, em gelek spas dikin ku ji bo ku we derfetek ji bo vê hevpeyvînê da.

Serok Barzanî: Bi xêrhatin, spas.

* Gelek kes meraq dike, ev rewşa dawî ya Başûrê Kurdistanê ji aliyek ve Rojava hemû aliyên Kurdistanê, gelek cangorî jî çêbûn, di destpêkê de dixwazim ji bo wan cangoriyan çi Pêşmerge, çi gerîlla, sersaxiyê li we dikim, piştî êrîşên Daîşê mixabin cangorî bûn, ez di destpêkê de dixwazim rewşa dawiya Kurdistanê bipirsim rewş çiye?

Serok Barzanî: Wextê ku Kurdistan ket ber êrîşên terorîstên Da'îş rewşeke nexweş hate pêş. Lê belê spas ji bo xwedê û gelê Kurdistanê û Pêşmergeyên qehreman berxwedaneke gelek bi şêrane hate kirin. Em dibînin Daîş berev şikestinê ve çûn û niha jî şikesta wan roj bi roj zêdetir diyar dibe. Lê belê hê jî metirsiya Daîşê xelas nebûye. Ne metirsiya Daîşê diyare em weku milletek weku neteweyek tehdîd zêdene li pêşiya me. Ji ber wê yekê jî niha rewş ji berê baştire kêşe û pirsgirêk hene, hê jî tehdîda emnî li ser Kurdistanê bi dawî nehatiye.

* Belê hemû aliyên Kurdistanê, ji aliyekî ve Pêşmerge û ji aliyekî ve YPG û YPJ mil bi mil li berxwedan, wekî we gotî Daîşê şikandin û berxwedaneke mezin derxistin holê û ev yek jî ji aliyeke din de pêkanîna yekîtiya Kurdan jî tîne pêş, hinek hêzên navdewletî jî dixwazin êdî Kurdan li hev bigihînin, li vî warî de hatin û çûnek li vir pêkhat, di derbarê yekîtiya Kurdan de hûn dixwazin çi bibêjin, ji ber ku nameya Ocalan ji aliyê parlementerên HDP Leyla Zan û Sirri Sureya Onder û Hevseroka KNK Nilufer Koç ve giha we, ji bo yekîtiya Kurdan ev çûn û hatin ev nameyên li navbera we û birêz Ocalan de, cenabê we çawa dinirxîne û ji bo gelê Kurd tê çi wateyê?

Serok Barzanî: Eger em temaşe bikîn, ji Kobanê heta Xaneqînê bi dirêjahiya heta 1500 kîlometire, gelê Kurdistanê beranber Da'îş de kete nava şer da, û li ser destê gelê Kurdistanê jî da, Da'îş hate şikandin û ew heybeta Daîş jî hate şikandin. Çûna Pêşmerge bo Kobanê, bo alîkariya xuşk û birayên me yên li Kobanê, helbet eve hemû pengavên dîrokî bûn. Ez dibînim roj bi roj yekîtiya di navbera gelê Kurdistanê û neteweya gelê Kurd, berşavtir û bihêztire. Raste nameyeke birêz Ocalan gihîşte destê min û min jî bersîva wî jî da, ez dibînim niha zemîne û bingeheke xweşe ji bo wê hindê ku gelê Kurdistanê bêhtir yekrêziya mala xwe kar li ser bike û yekîtiya xwe baştir rêk bixe. 

* We got zemînek çêbûye, di destpêkê dixwazim wê jî bipirsim, di derbarê naveroka nameya birêz Ocalan de hun dikarin piçek agahî bidin raya giştî?

Serok Barzanî: Naveroka nameyê li ser yekrêziya mala Kurd bû û li ser meseleya Kongreya Neteweyî bû û li ser proseya aştiyê bû, li ser van pirsan bû. 

* We jî bersîv da?

Serok Barzanî: Belê

* Hun dikarin naveroka wê jî li gel me parve bikin. We jî bersîv li ser van mijaran da?

Serok Barzanî: Ev bûn, ev mîhwerên nameya birêz Ocalan û bersîva min jî her heman babetê bûn.

* Başe, we got zemînek çêbûye, êdî li nava civakê de jî hêviyek mezin heye daxwazek mezin ji bo yekbûna Kurdan heye, lê dîsa jî mixabin di derbarê siyaseta Kurdan de xûya ku nizanim kêşe û pirsgirêk hene, alozî hene, hûn çawa bi nav dikin nizanim, gelo çima ev yekîtî çênabe?

Serok Barzanî: Li meydanê da yekîtî heye, ji bo ku bikeve li nav qalibeke siyasî de jî dîsa kar li ser tê kirin û wê berdewam jî bibe, dema ku kete warê siyasetê da û biryar bê dayîn, divê di demeke de be, ku em sedî sed dilniyabin ku wê ew serbikeve. Me nevêt em dest bi karekî mezin bikin ku serkeftin têda nebe, lazime serkeftineke temam be. Evê jî nefeseke dirêj divê, ez baş nabînim eger acele lê bête kirin ku zemîne bi tamamî ji bo wê nehatibe amadekirin, di warê siyasî de ez dibêjim.

* Ji bo amadekirina wê zemînê çi pêwîste?

Serok Barzanî: Danustandin pêwîste, ew danustandin berdewam bûye û hindek car rawestaye, lê belê wê dîsa destpê bike. Hinek tişt hene ku ez naxwazim biçime naveroka wan meseleyan ku divê ew nemînin. Hindek kosp û astengî hene ku lazime ew nemînin. Her kes lazime wacib û erkê xwe bizane, her kes lazime sînorê xwe jî bizane.

* Di demeke nêzîk da wê raya giştî Kongreyeke Neteweyî ya Kurdan bibîne yan hun vê yekê ji bo dirêj dibînin, ji ber ku we got nefeseke dirêj jêre lazime?

Serok Barzanî: Me divêt Kongreya Neteweyî bi awayeke serkeftî bê encamdan. Me nevêt Kongrek piştî çend rojan xwedê neke şikest bîne yan bi temamî neyê cîh bi cîh kirin. Ji ber wê yekê çend wext lazim be, divê em wextê bidînê ku Kongreyeke serkeftî em bikin.

* Hun niha nikarin wextekî ji bo Kongreya Neteweyî diyar bikin?

Serok Barzanî: Na, nexêr, em hewl didîn li zûtirîn demî de Kongreya Neteweyî saz bikin, lê belê niha ez nikarim dema wê dest nîşan bikim.

* Danustandin li vî derbarî de wê destpê bikin an niha rawestaye?

Serok Barzanî: Na wê destpê bikin û mebest jî eweye ku em peyama aştiyê bidîn hemû cîhanê.

* Hin dewletên navneteweyî jî wekî ku dixwazin êdî Kurd bêne cem hev û yekgirtî bin, bi taybetî piştî êrîşên Daîşê ev yek derket holê. Hun vê yekê çawa dibînin, gelo hun jî wiha hizir dikin?

Serok Barzanî: Bêguman hemû dostên Kurd dixwazin ew hevkarî û ew hemahengî li navbera hêzên Kurdistanê da hebe. Me jî pê xweşe, elhemdulîlleh heta radeyeke zêde ew hevkariya hêzên me heye, li rastiyê de me divê dostên me cîranên me û hemû cîhan rastiya doza me bizanin. Em mîlletekî aştîxwazîn, em ne şerxwazin, eve bi nîsbeta min gelek girînge, em peyama aştiyê belav bikin.

* Ji bo belavkirina vê peyamê çi pêwîste. Ji bo belavkirina wê peyama aştiyê, ji aliyê Kurdan ve divê çi bête kirin?

Serok Barzanî: Eweye li wê Kongreyê de, wê peyamek bête belav kirin.

* Ji bo cîhanê hun dibêjin.

Serok Barzanî: Helbet, belê.

* Proseya aştiya li Tirkiyê, li gor baweriya we çawa didome, gihîştiye çi astekî û îro divê çi bête kirin?

Serok Barzanî: Li gor baweriya min destpêkirina proseya aştiya li Tirkiye pengavekî dîrokî bû. Dibe ku wekî pêwîst neçûbe pêş, lê destpêkirina proseya aştiyê pengaveke dîrokî bû û li gor dîtina piştî ew pengav hatine avêtin bi nîsbeta Tirkiye tişteke girînge û berdewambûna proseya aştiyê jî gelek girînge. Bi nêrîna min divê hemû aliyek gelek bi ciddî li ser vê proseyê berdewam bibin û rê nedin tu rûdanek bandorê li ser vê proseyê neke. Proseya aştiyê, bi nêrîna min wê encama wê jî em hêvîdarin bi xêra hemû navçeyê û hemû gelên navçeyê de be.

* Li gor baweriya we proseya aştiyê li asteke baş daye?

Serok Barzanî: Bi baweriya min qonaxên baş avêtiye, lê belê hê negihîştiye qonaxa dawî, em hêvîdarîn ku bigihe qonaxa dawiyê.

* Ji aliyeke din ve li Kurdistanê û li Rojhilata Navîn jî şer berdewame, ji ber wê yekê jî hinek alî dibêjin divê proseya aştiyê bi lezgînî bigihe encam û bi ser bikeve?

Serok Barzanî: Me jî pê xweşe zû bigihe encamek, lê nabê proseya aştiyê li paşde biçe û nabê rawestê, divê her berev pêş biçe, helbet çendî zûtir biçe baştire, lê eger bi ser xwe jî berev pêş biçe, ez her bi serkeftî dizanim.

* Hun jî alîkariyek û piştgiriyeke mezin didin vê proseya aştiyê?

Serok Barzanî: Min herdem gotiye, çi ji destê me bê ji bo vê proseya aştiyê em hemû wext amadene bikin.

* Niha çi peywendiya li gel proseya aştiyê de û li gel Tirkiyê de heye?

Serok Barzanî: Peywendiya di navbera me û Tirkiyê de gelek xizmeta proseya aştiyê kir û emê berdewam jî bibin li ser wê rêbazê.

* Piştî îro nîqaşek wiha li Tirkiyê heye, hun jî dişopînin helbet, derbarê proseya aştiyê de divê hinek gav bêne avêtin, raya giştî jî eve dixwaze, lê her car hilbijartinek derdikeve holê û dem bi dem ji ber hilbijartinê jî alozî derdikevin. Hun vê yekê çawa dibînin, cenabê we çawa dinirxîne?

Serok Barzanî: Em hêvîdarîn ev hilbijartina vê carê rê xweştir bikin û alîkar bin ji bo wê yekê ku proseya aştiyê zûtir û baştir berev pêş biçe.

* Ji bo ku zûtir û baştir pêşve biçe, dibêjin ku pêwîste komîteyek hebe ku bikaribe bişopîne û çavdêriya wê bike û bikaribe car bi car ji her dû aliyan re bibêje ku divê çi bêne kirin, gelo roleke wiha pêwîste?

Serok Barzanî: Ev babet peywendî bi navxweya Tirkiyê ve heye, lê belê ez naxwazim bikevim nava van babetan lê bi awayeke giştî em dixwazin proseya aştiyê serbikeve, û naverok û hûrgiliyên wê jî em ji bo dewleta Tirkiye û Kurdan li Bakûrê Kurdistanê bi cîh dihêlîn.

* Başe ez bi vî rengî bipirsim, hûn paşaroja Tirkiyê çawa dibînin, gelo piştî hilbijartinên li Tirkiyê, wê tabloyeke çawa derkeve holê, li gor baweriya we?

Serok Barzanî: Em hêvîdarîn tabloyek bê bi xêra hemû aliyek be, ez nizanim, divê çaverêbîn û bizanîn wê çawa bibe?

* Ji ber ku nîqaşên Serokayetiyê jî li Tirkiyê hene, hûn jî dizanin hinek daxuyaniyên Serok Komar Erdogan jî divî derbarî de hene, hûn li guhertina sîstema li Tirkiyê çawa dibînin?

Serok Barzanî: Birastî ez naxwazim biçim li nava vê babetê de. Ji ber ku ev babet peywendî bi gelê Tirkiyê aliyên peywendîdarên Tirkiyê ve heye. 

* Hûn hêvîdarin ku proseya aştiyê piştî hilbijartinan pengavên nû bi xwe re bîne?

Serok Barzanî: Belê em hêvîdarîn pengavên bêhtir û bi leztir bêne avêtin.

* Heydar Ebadî doh li vir bû, hin nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê hatin nîqaşkirin û piştî wê we civîneke rojnamevaniyê li darxist û we got ku we li hev kiriye, gelo hûn dikarin di derbarê vê yekê de piçek agahî bidin raya giştî?

Serok Barzanî: Belê hinek girift hebû li navbera Hewlêr û Bexdayê de, lê belê hatina birêz Ebadî Serok Wezîrê Iraqê ya Hewlêrê, helbet pengaveke girîngbû û em bi dirêjî li ser hemû babetan rawestayîn û em gihîştin hevdû têgihiştinên baş ji bo hemû babetên ku hatine behs kirin. Belê serdana wî ya serkeftî bû.

* Di demekî hessas û hestiyar da hat, ji ber ku cara yekemîn tê?

Serok Barzanî: Belê di demeke hestiyar da bû, ji ber ku Iraq bi giştî li şer daye beramber terorîstan û pêdiviye Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federal ji bo têkşikandina terorîstan bi pêkve bin.

* Ji bo operasyona rizgarkirina Musilê hunê çi dibêjin?

Serok Barzanî: Me biryar daye emê komîteyekî hevbeş dirust bikin, ji bo nirxandina pengavên pêwîstên ji bo rizgarkirina bajarê Musilê, û ew komîte wê nirxandina xwe bike û paşê jî emê biryarek bidin.

* Ew nakokî hatine çareserkirin? em dikarin bibêjin ku ew nakokî hatine çareser kirin?

Serok Barzanî: Şert nîne bi serdanekî hemû nakokî bêne çareser kirin, lê belê em rêkkeftîn ku wan nakokiyan nehêlîn.

* Ew jî asteke başe hun dibêjin?

Serok Barzanî: Belê, helbet.

* Gelo niha rewşa Kerkûk, Mexmûr û Şingalê çawaye?

Serok Barzanî: Niha rewşa wan her sê cîhan başe, Da'îş li van cîhan tûşî şikestên bû, lê belê her cîheke ku şer di têda hebe, meseleya xizmetkirinê de kêşe û pirsgirêk hene. Hê jî şer temam nebûye, lê belê ew metirsiya ku berê ji aliyê terorîstên Daîş ve hebû, hema hema niha ew metirsî li wan navçeyan de nemaye.

* Ji bo wan êrîş û metirsiyên Daîşê bê rawestandin divê çi bêne kirin? Li herêmê û rojhilata navîn û Suriye jî hê ew qeyran berdewame, hêviya we ji raya giştî, Kurdan, ji Tirkan û ji cîhanê çiye? Hûnê çi bibêjin?

Serok Barzanî: Terorîstên Da'îş ne tenê metirsîne li ser Kurdan û Kurdistanê, ji bo hemû cîhanê metirsiye, ji ber wê yekê pêwîste hemû alî hevkarbin ku Daîş nemînê û bişkên û metirsiya wan nemîne, raste barê giran kete ser milê Kurdan, bi merdane ew şeref li ber Kurdan ket ku Da'îş li ser destê Kurd tûşî şikestê hat. Lê belê erk û wacibê hemû aliyeke. Em dixwazîn hevkarî hebe, piştevanî hebe û em hemû bi pêkve şerê van terorîstan bikîn û welatê xwe rizgar bikin ji metirsiya wan.

* Li şikandina Daîş de hevkarî, alîkarî û nêzîkbûna van welatan ji bo Kurdistanê çiye?

Serok Barzanî: Bêguman em spasiya wan dikin, Amerîka, Ewrupa û hemû ew dewletên ku alîkariya me kirin û welatên navçeyê û mumkîne heta astekî ku kêm be û ne bi dilê me bê, lê belê ew alîkariya hatiye kirin gelek bû û em spasiya wan dikin.

* Hûn dibêjin piştî îro jî divê alîkarî bêne xûrttir kirin?

Serok Barzanî: Wella em hêvîdarîn.

* Ji aliyê Tirkiyê ve çi alîkarî gihan we? 

Serok Barzanî: Wan jî heta radeyekî alîkarî kirin, helbet em hêviya wê yekê bûn ku heval û dostên me zêdetir alîkariya me bikin, lê dîsa jî ji bo alîkariya ku heta niha hatiye kirin, em spasiya hemûyan dikin. 

* Ez dixwazim di derbarê Rojavayê Kurdistanê de jî pirsiyarek bikim, ji ber ku li wan rojên nêzîk de we bangawaziyek kir ku ji bo ji nû ve avakirina Rojava‬, piştî wê bangawaziyê çi encamek gihîşt destên we, ji ber ku ji nû ve avakirin û şer li heman demî de berdewam dike. Her dû bi hevre jî zehmete?

Serok Barzanî: Hinek aliyan û hinek rêxistinên xêrxwaziyê amadehiya xwe nîşandana ku beşdar bibin. Lê belê hê zû ye û hemû encam negihiştine destên me ku wê çawa bibe. Lê belê emê berdewam bibîn û ewê ji destên me bê, ji bo piştevaniya ji nû ve ava kirina wan deveran bikîn û bi taybetî ji bo Kobanê.

* Çawa ku ez têgihiştibim piştî bangawaziyê tu pengavek nehatiye avêtin û tu encamek derneketiye?

Serok Barzanî: Heta niha tiştekî wiha derneketiye, bi tenê rêxistina Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî amadehiya xwe nîşan daye ku ewê beşdar bibin û hinek cîh û rêxistinên din jî hene amadehiya xwe nîşan dane, lê belê heta niha encam bi tevahî negihiştine destên me.

* Hûn paşaroja Rojavayê Kurdistanê çawa dibînin û çawa dinirxînin?

Serok Barzanî: Ewê ji destê me bê, emê hewl bidin ku paşaroja wan paşarojeke geş be, lê belê min tirs li ser rewşa paşaroja wan û Rojavayê Kurdistanê heye. 

* Tirsên we girêdayî çiye? Çima hûn ji rewşa wan ditirsin?

Serok Barzanî: Ji ber ku rewşa Suriye, rewşeke têkele û rewşeke gelek zêhmete.

* Daxuyaniya dawî ya Kerry Wezîrê Derveyê Amerika got ku divê em danustandinê li gel Esad re jî bikin, ev yek li raya giştî ya cîhanê de gelek balkişand, li ser rawestiyan û şîroveyên cûda hatin kirin, hun vê derbarê de çi difikirin?

Serok Barzanî: Ez tu çareseriyên serbazî ji bo rewşa Suriye nabînim, çareseriya siyasî jî zehmete, birastî jî rewşa Sûriye gelek zehmete û mirov nikare nirxandineke rast û dirûst li ser rewşa Suriye bike.

* Eger çareseriya serbazî zehmet be û çareseriya siyasî jî zehmet be?

Serok Barzanî: Her dû jî zehmete û ez wiha dibînim ku ev rewş dê wiha berdewam bibe.

* Wê çiqas berdewam bibe, hinek dibêjin wê deh salan ev qeyran berdewam bibe.

Serok Barzanî: Em hêvîdarin ku zû temam bibe, ji ber ku birastî nexweşe, û ji bo me jî nexweşe, me sînoreke dûr û dirêj li gel Suriye heye, hejmareke zêdeyê birayên me yên Kurd li wirin, her ji aliyê însanî ve jî nexweşe, ji ber ku hemû rojê mirov têne kuştin û eve gelek nexweşe. Lê rewşa Suriye zehmete, gelek zehmete.

* Dibêjin dibe ku metirsiyeke şerê mezhebî jî li rojhilata navîn derkeve, cenabê we çawa vê yekê şîrove dike?

Serok Barzanî: Em jî ji wê şerê mezhebî ditirsîn û emê hewl bidîn ku ew şer nebe. Helbet eger me tiştek pê çêbibe. Eger ne her çi ji destê me bê, emê bikîn em weku Kurd û weku Kurdistan tevlî vê şerê mezhebî nebîn.

* Hûn çawa dikarin pêşiya wê rabigrin. Bi nêrîna we ji bo ev şer rû nede, çi bê kirin başe?

Serok Barzanî: Hevdû qebulkirine û rûpeleke nû bête vekirin, tole neyên vekirin, lazime em hevdû qebul bikin. 

* Li ser qeyrana atomî ya di navbera Îran û hinek welatên din peymanek hate çêkirin, gelek şîrovekar dibêjin ku ev yek Amerika û Îranê nêzîkî hevdû kiriye, li gor nêrîna we ev yek li ser paşaroja rojhilata navîn çi bandorek dike?

Serok Barzanî: Me pê xweşe bigihin hev û li hev bikin da ku ev nakokî û aloziya li navçeyê de heye nemîne. Bêguman eger Ewrupa û Amerika li gel Îranê bigihin peymanekî, wê gelek alîkariya aramiya navçeyê bike.

* Lê tê gotin ku Îran dixwaze li Rojhilata Navîn bandorekî çêbike. Erdogan Serok Komarê Tirkiyê vê yekê rexne dikir, digot divê Îran hêzên xwe ji Yemen, Suriye û Iraqê paşve bikşîne. Îro jî ez bawerim Serok Komarê Tirkiye serdana Îranê dike. Nêrîna wê ya di vî derbarî de çiye?

Serok Barzanî: Me pê xweş nîne nakokî li navbera welatan de hebê, bi taybetî li navbera cîranên me de, ji ber ku bandora wê li ser me jî çêdibe. Eger bigihin peymanek û hevdû têgihiştinê me jî pê xweşe û hêvîdarîn kêşe nebê li navbera wan da.

* Hûn hêvîdarin ku li navbera wan de hevdû têgihiştinek hebe?

Serok Barzanî: Emê bibînin. Helbet me herdem pê xweştire ku îttîfaq û peymanek çêbibe, û şer û alozî li navbera wan de dernekeve.

* Wekî ku hûn zêde ji vê yekê ne hêvîdarin ku ittifaqek wiha derkeve. Hêvî hene?

Serok Barzanî: Hêvî heye, lê kêşe û pirsgirêk jî hene, li navçeyê kêşeyên zêde heye, lê belê eger rêkkeftin bê kirin me pê xweşe, lê birastî ewqas hêsanî jî nîne rêkkeftin bêne kirin. Lê belê şert nîne eger îttîfaq jî nebê şer jî bibe, mumkine li ser hinek tiştan rêk bikevin û ewê din bihêlin heta demeke din.

* Ez dixwazim carekî din vegerim ser pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyê ji ber ku wiha xuya dike ku Hikûmeta Tirkiye ne wekî berê ye, çûn û hatin çêdibe, name têne nivîsandin, hûn jî bersîv didin, em jî vê yekê dizanîn, yekîtiya Kurdan wê bandoreke çawa li ser pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiye çêbike?

Serok Barzanî: Tişteke gelek bi rûn û diyare ku Hikûmeta niha ya li Tirkiye ne wekî Hikûmetên berê ye, guherîneke mezin li Tirkiye pêkhatiye, ev derfeta ku niha ji bo Kurdan heye, helbet ez hêvîdarim ku Kurd jî gelek baş ji vê derfetê sûd wergirin, helbet wê yekîtiya Kurdan bandoreke mezin li ser pêvajoya aştiyê bike. 

* Hûn dikarin piçekî vê yekê vekin? Bandoreke çawa?

Serok Barzanî: Helbet wê badoreke mezin bike, li gor baweriya min bi tekez wê yekîtiya Kurdan bandoreke erênî li ser pêvajoya aştiyê bike, ji vê zêdetir ez nizanim çi bibêjim. Çi bibêjim.

* Pirsa min a dawî, ez ber bi dawiyê ve têm, li Kurdistanê li herêmê niha hinek nîqaşên li ser serokayetiyê jî hene, di derbarê vê yekê de cenabê we dixwaze çi bibêje? bi taybetî li rojên dawî de we daxuyaniyek belav kir û we gotiye ku ez naxwazim dema Serokayetiyê bê dirêj kirin‬. Hûn çi dixwazin di vî derbarî de bibêjin?

Serok Barzanî: Niha jî ez dibêjim ne mumkîne ku qebul bikim dema Serokayetiyê dirêj bibe, em pabend û girêdayî yasayê ne, niha Parlemen li gel aliyên din danustandinê dikin, her îttîfaq û peymanek ku ew bigihinê, ew wê bi cîh bibe. Lê belê tiştek dijî qanunê be, ez ne mumkîne qebul bikim. 

* Rola we jî gelek girînge ji bo Herêmê jî û ji bo Rojhilata Navîn jî û ji proseya aştiya li Tirkiyê jî?

Serok Barzanî: Di eslê xwe de ez Pêşmergeme û her dê Pêşmerge jî bimînim, eve li cem min gelek girînge Pêşmerge bim û kesek jî nikarê Pêşmergayetiyê ji min bistîne.

* Peyama we ya dawî ji bo raya giştî ya Tirkiyê û ji bo Kurdan çiye ezê wî bipirsim?

Serok Barzanî: Hêviya serkeftinê bo wan dikim û hêviya bexteweriyê ji bo wan dikim, hêviya îttîfaq û rêkkeftina wan dikim û hêviya serkeftina proseya aştiyê dikim.

* Gelek spas

Serok Barzanî: Spas, zor zor spas.

M.M.

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌