ROJNAMEY XEBAT 2015-04-20
Hevpeyvîna Serok Barzanî li gel beşa Farisî ya Dengê Amerika

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku ti bûyerek nikare rê li ber hewlên wan ji bo serxwebûna Kurdistanê bigirin.

Di hevpeyvînekê ligel beşa farisî ya televîzyona Dengê Amerîka de, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku, pirsa serxwebûna Kurdistanê tiştekî asayî ye û ew pirs tenê bi rêya “lihevtêgehiştin û danûstandinê” tê çareserkirin, ne bi rêya “şer”.

Barzanî di wê hevpeyvînê de balkişandiye ser serdana Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bo Kurdistanê û gotiye “Ew serdan tiştek erênî bû û bandora wê li ser peywendiyên Bexda-Hewlêrê dibe, lê nabe çaverêyî wê yekê bin ku arîşeyên ji sala 2003an ve serî hildane, di vê serdanê de bên çarserkirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir jî ku, arîşeyên Bexda û Hewlêr li ser pirsên siyasî û aborî ne, ji bo wê mebestê jî her du aliyan biryar li ser pêkanaîn komîteyekê ji bo gotûbêjkirina wan arîşeyan, dane.

Barzanî amaje bi şerê li dijî rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) û proseya çaverêkirî ya azadkirina Mûsilê û diyar kiriye ku, mayîna DAIŞ di Mûsilê de mestiriyê dixe ser Herêma Kurdisanê û şikandina wê li wî bajarî di berjewendiya Herêma Kurdistanê de ye.

Derbarê hêzên ku dê beşdarî azadkirina Mûsilê bibin, Barzanî diyar kir ku, dê Îran beşdarî wî şerî neke û ew li ser vê pirsê ligel Bexdayê rêkeftine.

Barzanî derbarê beşdarbûna Tirkiyeyê di operasyona kontrolkirina Mûsilê de, wiha domand: “Ez bawer nakim ew welat beşdar bibe û pêwîst nake ku beşdar bibe, lê eger wek pispor û bi dana çek û teqemeniyan alîkariya me bike, emê spasiya wan bikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di wê hevpeyvînê de ragihand ku, tu mercên Herêma Kurdistanê bo her du aliyên sereke yên Rojavayê Kurdistanê, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (TEV-DEM), nînin, tenê ew dixwazin ku bendên rêkeftina Dihokê cîbicî bikin.

Di vê derbarê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wek nerazîbûnekê li ser nakokiyên berdewam di navbera ENKS û TEV-DEMê de ragihand ku “Ti projeyeke me ya nû nîne, rêkeftina Dihokê hewla me ya dawî bû.”

Barzanî dibêje jî ku, ti mercên Herêma Kurdistanê li ser aliyên Rojavayê Kurdistanê nînin û got: “Mercê me tenê ewe ku tiştê ku di rêkeftina Dihokê de hatiye, cîbicî bikin.”

Derbarê alîkariya Pêşmerge ji Rojavayê Kurdistanê re jî Barzanî balkişande ser hebûna Pêşmergeyên Kurdistanê li Kobanê û diyar kir jî ku “Pêşmergeyan alîkariya şervanan li ser sînor jî di şerê li dijî terorê de kirine.”

Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku, “Partiyên Rojhilat û Bakurê Kurdistanê bi awayekî xwebexş li Başûr şerê DAIŞê kirin û tu alî rê li pêşiya wan negirt.”

M.M

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌