ROJNAMEY XEBAT 2010-01-30
Hevpeyvîna Serokê Kurdistanê li gel televizyona asîmaniya Rusya Today

Kurdistan çi pênaseyeke heye? cudahiya Kurdistanê li gel beşê dinên Iraqê da çine?

Destpêkê de gelek bi xêr hatin Kurdistanê. Piştî şerê cîhanî ya yekem, li Iraqê da du netewe şan bi şanî pêkve jiyana xwe bi ser dibin. Iraq li ser destê Ereb û Kurd hatiye binyatnan. Li Iraqê da Ereb û Kurd du neteweyê serekîne, pêkve wekî hev dijîn. Lê belê bi mixabinî li dema damezrandina dewleta Iraqê, li ser bingeha pêwendiya dostaneya Ereb û Kurd nehate binyat nan. Ev pêvajo heta sala 1991 bi vî awayî maye û heta raperîna mezina gelê Kurd. Wê demê hev pirsgirêkên siyasî li Iraqê li ser asta cîhanî guhertin li ser de hat. Li heman demî de berjewendiya komelgeha neteweyî jî guhertin li ser de hat. Bi dirêjahiya sedsala bîstan Kurd parêzgeriyê li siruşta netewayetiya xwe kiribû û xebatê bi tenê bi navê bi dest xistina mafên wan nebû, belku ji bo parêzgerî kirina siruşta neteweyetî bû. Piştî raperîna 1991 pêvajo guhertinê bi xwe dît û Kurdan mafê wê yekê bi xwe da ku ew bi xwe mulkdariya navçeyên xwe bikin, li rêya otonomiyê ve "hukmî zatiyê ve". Piştî ruxandina rejîma Sedam Husên li sala 2003 da, Kurd roleke gelek girîng li proseya siyasî û danana destura Iraqê da hebû. Wekî dizanin çend rojek berî niha li seranserê Iraqê hilbijartin pêkhat, pêvajo piştî 2003 guhertin li ser de hat û pêvajoya asayîşa Iraqê janiyê bi xwe ve dît, lê belê xweşbextane gelê Kurd karî asayîşa taybetiya xwe li vê Herêmê da biçespênê.

Berê hinek nakokiyên îdeolojî li navbera Bexda û Kurdistanê de rû da, gelo ji niha ve dibe ku bikeve li nav qonaxeke nû da?.

Ji berê de nakokî bi sedema ret kirina mafên me serîhilda, lê belê niha pêvajo guheriye, niha Iraq destureke xwe heye ku erkê her du aliyan diyar kiriye. Kurd nûnerayetiya yek ji wan du aliyan dike ku Iraqa nû damezrandiye. Eger Hikûmet bendên destur li ber çav bigre, ez bawerim li paşarojê de tu pirsgirêk serîhilnade.

Gelo hun bawer dikin ku ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê, hilbijartina Iraqê hilbijartineke serkeftî bû?.

Em bi proseyeke gelek serkeftî li qelem didîn.

Gelo Ev hilbijartin ji bo gelê Kurd çi wateyeke xwe heye û destkeftên wê çine?.

Ev hilbijartin ji bo me li Encûmena Nûnerên Iraqê de diyar kirina nûnerên Kurde. Her wiha dikarîn bi naveke din jî bi nav bikîn bereyeke dine û çekê destê me jî desture.

Ewê ku serdana Hewlêrê kiribe bi Iraqeke din bi nav dike, eve wateya wê çiye? Li paşarojê de tu pêwendiyeke bi pêşxistina Kurdistanê ve heye?.

Em beşekin ji Iraqê, ev navçe jî bi axa Iraqê tê hejmartin. Jê ra nabêjin tişteke cuda ji Iraq. Lê belê em wê yekê dûpat dikin ku aramiya asayîş li vê navçeyê da berqerare, her wiha me rewşenbîrî û dab û nerît û dîroka xwe ya taybet heye.

Dikarin bibêjin evder li ruyê ewlehiyê ve Iraqeke aramtire, giringiya vê çiye ji bo pêşkêş kirina hevkariyê ji bo pêşxistina Iraqe an ji bo balkişandina bala xelke?.

Bêguman, berqerariya vê navçeyê bi xêra aramiya asayîşê bûye sedema balkişandina kompanyayê veberhênerên biyaniyan. Berqerariya asayîş li Kurdistanê bi çalaktir kar kirina veberhênerane, paşê jî ji bo navçeyên dinê Iraqê.

Gelo Kurdên Iraqê xwe bi Iraqî li qelem didin?.

Rewşenbîriya lêborînê jêdera şanaziya meye, Kurd bi siruştî baweriya wan bi ruhê lêborînê heye. Li sala 1991 du xalê artêşa Iraqê xwe radestî hêzên Kurd kir, ew artêşa ku hêzên çar hezar û 500 gund li rêya ji holê rakirina bi komel û kuştina xelkê bê tawan wêran kir. Lê belê li gel wan hemûyan jî serbazekî Iraqî nehate biçûkxistin û pileya serbazî jî jê nehate wergirtin, ji ber ku bi rêz ve muamele li gel wan de hate kirin û bi ruhê lêborîniyê ve wan şandin malên wan. Heta destureke nû li Iraqê da hebûna xwe hebe, em Iraqîne, li heman demî de em Kurdê Iraqîne.

Gelo desthilata Kurd heta çi radeyê serbixweye?.

Destura Iraqê bala vê yekê kişandiye ku Iraq dewleteke Federaliye, Kurdistan jî navçeyeke parastiye û beşeke ji vî welatî.

Gelo piştî vekişana hêzên Emerîkiyan, hun paşaroja Iraqê çawa dibînin?.

Berî mehekê min hevdîtinek li gel Serok Obama pêkanî û me vê pirsê gengeşe kir. Min pirsiyar jê kir gelo vekişana hêzên we ji Iraqê, bi wateya qedandina berpirsiyariya we ya wê yekêye ku li vî welatî da rû dide. Li bersîvê de bo me eşkere kir ku vekişana hêzên wan nayê wateya qedandina berpirsiyariya wan û got, raste hêzên me ji Iraqê vedigerin welatê xwe, lê belê pêwendiya we bi Emerîka ve berdewam dibe.

Gelo hun Pêwendiyên Iraq û Rusya yê çawa dibînin?.

Mebesta me pêwendiyeke tundutole, êdî eger pêwendiya li navbera Iraq û Rusya an li navbera Kurdistan û Rusya de be. Lê belê ewê ku me heta niha têbînî kiriye pêwendiyeke girîng li navbera van du welatan da tûne. Niha wiha mijule hest bi pêşketina pêwendiyên di navbera van du welatan tê kirin. Lê belê li Kurdistanê heta niha Rusya dilê xwe nîşan nedaye ji bo dirust kirina pêwendî li gel vê nawçeyê da. Em dixwazin li paşarojê de me pêwendiyeke ciddî li gel Rusya ve hebe.

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌