ROJNAMEY XEBAT 2010-09-13
Barzanî Nemir Sereray Kesayetiye Bê Wênekey Serkirdayetî Bizûtineweyekî Şoreşgêrî Mezinî Dekird.

Xebat: Arî Mamşeyî

Firansiwa Xafêr Lovat ew kesayetiye ke zorêk le wênekanî Şoreşî Eyluwîlî bo mêjû girtuwe.

Em piyawe ke wênegirêkî pirofîşnal û rojnamenûsêkî gewrey Fransiye le gencayetîda biryarîda bête Kurdistanî Iraq û le nizîkewe agardarî xebatî rizgarîxwazî Gelî Kurdistan bêt. Lem dîmaneyeda bas le çonêtî hatin û ew şitaney ke lêre bînî degêrêtewe.

Nawbiraw serqalî dananî zincîre kitêbêkî wêneyî 10 jimareiye leser kurdistan, ke le êstada sê kitêbî çapkirawî heye û yekêkiyan amadey çapkirdine û jimarey pêncemîş hêndey nemawe tewaw bêt, belam le ber kêşey darayî le êstada natuwanêt em dû kitêbe be çapî bigeyenêt û êsta kar le ser jimare 6 dekat ke birîtî debêt le (Kurdistan le Asmanewe) ke le rêgay hêlîkopterêkî taybetî biçûkewe kamêray lê dexat û wêney nawçe ciyawazekanî Kurdistanî pêdegirêt û kitêbêkî dîke le ser koçî mêjuwî Barzanî Nemir û hawelanî bo Yekêtî Soviyet û Kurdanî Rûsiya û kitêbêkî dîke le ser zemanî axekan.

Her sereta basî lew gorane berçawey jiyanî kird ke deyweyetî û be gêraneweyek le ser Barzanî û pêşmergayetî destîpêkird û gotî: Katêk Nemir Barzanî namey denard bo pêşmergekanî ca ferman bêt yan amojgarî, le ser parçe kaxezêkî zor biçûk be xetêkî zor wird deynûsî û enca zor biçûkî dekirdewe, her qemçî dekirdewe ta ewey be qed sere penceyekî lê dehat û enca têpî lêdeda û deyda be pêşmerganî taku bîben. Pêşmergekanîş deyanxiste naw piştyonekeyanewe, bo ewey her katêk le rêgada gîran, rast derî biken û bîxon.

Be rastî emro jiyan zor gorawe, ew karane hemuwî le rêyî ew teknolojiyaney sedremman dekirêt wek namey elektironî, to emro setelayt û mobayl û otombîlit heye, be rastî eme şoreşêkî zor gewreye le mawey penca salda.

Dirêjey be heman basda û gotî: Raste hendêk kes hez naken ewe bilên, belam Barzanî sereray kesayetiye bê wênekey, serkirdayetî bizûtineweyekî şoreşgêrî mezinî dekird, belam emro Mes'ûd Barzanî weku Serokî Dewlet pêşwazî lê dekirêt, be rastî eme goranêkî êgcar zore, her weku le serdanekey bo Fransa bînîman ke le layen Nîkola Sarkozî Serokî Fransa weku serokî dewletewe pêşwazî lêkira.

Eme manay ewe emro xelk dan bewe dadenên ke gelî Kurd heye û dewletêkî xudmuxtarî Kurdî heye, belam le katî Mela Mistefada kes danî be Kurd da nedena.
Boye delêm le penca salda goranêkî berçaw ruwîdawe.

Lovat her weku xoy gêrayewe, ew le salî 1960 aşnayetî be Kurd peyda kirduwe katêk le Îran le gel çend Kurdêk karî kirduwe û ewanîş basî halî netewekey xoyan boy kirduwe û êre le jêr xiraptirîn koloniyalîzim le seranserî cîhanda bûn, herboye biryarî dawe le ser Kurd bête welam. Fransiwa Lovat be rêgay şemendefer le Parîsewe bo Estembol û enca bo Heleb royştuwe.
Lewewpêş le layen Emîr Celadet Bedirxanewe kar asanî bo kirabû bo ewey bêt bo Kurdistan.

Boye le Heleb le layen çend Kurdêkewe pêşwazî lê dekirêt û le awî dîcle le rêyî kîsey hewayewe deperêndrêtewe û degwazrêtewe bo Kurdistanî Iraq bo Zaxo û radestî hêzî pêşmergey Kurdistan dekirêt û çawî be Îsa Siwar dekewêt ke ewîş be xoy û de pêşmergey tirewe bûne hawelî û bo mawey 10 roj be çiyakanda rêyan kird ta geyîştine lay Barzanî Nemir le ruwandoz.

Le barey yekem dîdarî le gel Barzanî Nemir ke le nawerastî mangî kanûnî duwemî salî 1963 bû, Lovat gotî: Ew le kursiyekî eleminyom û wayerî danîştibû serqalî çay xuwardinewe bû û rastewxo wêneyim girt û bexêrhatinî kirdim, û zor pê seyr bû katêk min tuwanîm be Kurdî welamî bidemewe ke hendêk fêr bibûm, boye be Kurdî qiseman kird.

Duwatir namekanî emîr Bedirxanim radestî kird ke yekêkiyan le ser min bû, ewîş rast pêyî gotim herçiyek bitewêt amadeyn.
Le barey ew barudoxey ke hebû, gotî: Berdewam bombaran le hemû şuwênêk hebû.

Frokekanî supay Brîtaniya berdewam bombbaraniyan dekird, belam be hukmî ewey dengî frokekan zor gewre bûn, boye her katêk nizîk bibûnayewe hemûman raman dekirde jêr darekan ke ewsa zorbey Kurdistan be poşrabû û Seddam bo 30 sal berdewam serqalî le nawbirdinî bû.

Herweha nawbiraw amajey bewekird ke sersambû be rêkxistin û lê hatuwî hêzekanî pêşmerge û gêrayewe: Katêk le gel Îsa Siwar bûm, fermanî derkird bo pêşmergekanî, enca le paş katijmêr pêşmerge le hemû layekewe bo ew cêgayey ême hatin be şêwey girûp girûp, sedan kes kobûnewe bewey le her layekewe jimareyekî kem ehatin û enca em jimare zoreyan pêkhêna.

Ew wîstî çonêtî karkirdin û rêkxistinekeyanim pê nîşan bidat, ke bew core hemûyan kodebûnewe û hêrişekaniyan encam deda û bew coreş dîsan dabeş debûnewe û nedeman, boye zor zehmet bû bem core supay Iraq biyangirêt.

Eme şerêkî gerîlayiye ke nedekira le layen ew serbaze gencaney başûrî Iraqewe bigîrdirên. Le barey ew ştey ke le şorşekeda sersamî kird, Lovat gotî: Mela Mistefa hemîşe hewlîdeda serbazî Iraqî nekujrêt, ew hemîşe hewlî deda danûstandin bikat, belam bo ewey danûstandin bikat ew pêwîstî be destêkî zor be hêz hebû, boye hendêkcar hêrişî debird û Hendêk kesiyan dekuşt û hendêkiyan bedîl degirt herçend herdem serbaze dîlekaniyan azad dekird, belam tenha efserekaniyan dekuşt û katêk kudeta le dijî Qasim le Şubat encamdira, hêzekanî pêşmerge 1500 dîliyan le la bû û rojî duway kudetake hemûyaniyan azad kird.

Mela Mistefa hemîşe danûstandinî dekird û hemîşe deygot ke hergîz nayewêt guwey le barey tîrorîzmewe bêt, herboye ciyawaziyekî zor heye le nêwan ew û Ocelan ke ew penay bo hendêk taktîkî tîror birduwe.

Mela Mistefa hemîşe deygot ew deyewêt şerêk bikat be şerefewe û piyawêkî xawen şikomendî bû, belam to le rojhelatî nawerast ke hergîz şitekan rûn niye, ew be hoy ewey danûstandinî dekird debû hendêkcar hendêk şitî qibûl bikirdaye ke rûn nebû bo hîç layek, belam eme rojhelatî naweraste.

Carêk le lay bûm, neqîbêkî Iraqî le la bû û kateke şew bû, neqîbeke lewê bû bo ewey çuwar le debabekanî supay Iraq bifroşêt be Mela Mistefa, eme le katî Qasim.

Ewan danûstandiniyan kird û enca Mela Mistefa gotî: Ew daway pareyekî zor dekat. Mebestim eweye ke ew amade bû çuwar debabey supay wilatekey bifroşêt bo dujminekey, emeye rojhelatî nawerast.

Hewl medene tênegey ke hîç şitêk niye lêyî têbigey. Katêk xelk le rojawa elên ême le rojhelatî nawerast têdegeyn delêm nexêr çî têdegen, ewey delêt têdegem gêle.

Heta xelkî nawçeke xoşî nazanêt çî rûdedat. Heta rûxanî Qasim, zor le Eşîretekan le dijî şorşeke bûn. Rastiyekeş hebû, ewebû ke Kurd ziyatir le gel Kurd da şerî dekird wek le supay Iraqî. Kerestey serbazî nêwan herdûlaş yeksan nebû, bo nimûne supay Iraq froke û debabe û mûşek em şitaney hebû, belam pêşmerge tenha çek û doşkey hebû ke le ast hî ewanda ewende be hêz nebû, belam bere bere û be taybetî le duway rûxanî Qasim ke kes neydezanî arastey barudoxekan le dest hizbî Be's berew kuwê derwat, 'eşîretî ziyatir hatine pal şoreşeke.

Lewewpêş teqrîben hemû şewekan Mela Mistefa pêşwazî dekird lew Serok Eşîretaney ke caş bûn bo ewey biyan hênête pal şoreş û zorbey em 'eşîretane gerok û rewendekan bûn ke katêk le şuwênêkewe bo şuwênêkewe deyangwastewe debuwaye tenha be şuwênêkda retbin, bo nimûne to natuwanî le şaxe berzekanî Gelî Beg be merumalatewe biroy, boye tenha be rêgay dîkeda deçûn ke pêşmerge rêgakey lêyan degirt û naçariyan dekirdin yan eweta bêne pal şoreş yan eweta rêgay pêda retbûniyan pê nadrêt, belam em karane dekira be bê penabirdin bo karî tîror, bo nimûne hergîz serokî 'eşîretiyan nedekuşt.

Herweha Lovat çîrokêkî naxoşî ke şahêdî bû gêrayewe û gotî: Rojêk ême berew dêyek deçuwîn, le duway nîweroy ew roje guwêman le dengî qesif bû ke çend kîlometirêk dûr bû u rojî duwatir kewtîne rê berew em dêye ke hî yekêk le pêşmergekan bû û bînîman dukelî gewre lem dêyewe heldestêt, katêk ke geyîştîne ewê bînîman ew dêye qesif kirabû û hemû şitêk le nawbirdirabû û hîç laşeyekî têda nemabû, çunke ewey ke rizgarî bibû le xelkî dêyeke xoyan birdibûyan, ew pêşmergeyey hî em dêye bû çuwe naw yekêk le xanuwekanî em dêyewe û gerayewe be cilêk le destiyewe ke xuwênî pêwe bû û gotî em cilî kiçekeme û neşîdezanî axo xêzanekey zînduwîn ya na û êmeş katiman nebû ta bigerêyîn be duway em xelkeda û debuwaye le rêkirdinî xoman berdewam buwînaye û boman derkewt hemû ew dêyaney ke hatine rêgaman qesif kirabûn.
Be rastî eme zor naxoş bû bo min.

Nawbiraw le gêraneweyekda basî le zîrekî Barzanî Nemr le danûstandin kird û gotî: Katêk le duway kudetake le dijî Qasim, Yehiya bû be Serok Wezîran le ayarî 1963 serdanî Mela Mistefay kird û duway kobûneweke pêmî got ke ewan bes deyanewêt kat bikujin û minîş le kotayî ayar royştimewe, bom derkewt Mela Mistefa çak ewanî nasî ewebû le mangî huzeyran supay Iraq destî kirdewe be topparan.

Herweha Lovat çîrokêkî xoşî gêrayewe ke bînîwiyetî û gotî: Şewêk, pêşmergeyek hate lay Mela Mistefa û gotî ke ew kiçêkî dozîwetewe û deyewêt bîhênêt, belam parey niye, boye Mela Mistefaş her lewê parey pêda û pêyî got biro bîhêne.

Nawbiraw Kurdistanî be malêkî dîkey xoy dana û mîwandarî gelekey be gewre wesif kird û gotî: Be rastî Kurd zor rêziyan lê degirtim, her katêkî biyanzaniyaye Fransîm rast mer û bizniyan bo serdebirîm heta eger destkurtîş bûnaye.



 
chapkrdn   Share GERANEWE‌