ROJNAMEY XEBAT 2015-08-03
Gotara Serok Barzanî li rêwresma salvegera karesata Şingalê

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

 

Cemawerê xweşdiviyê Kurdistanê...

 

Pêşmergeyên qehreman... 

 

Kesukarên serbilindê şehîd û qurbaniyan...

 

Mîhvan û amadebuyên birêz...

 

Îro salek derbas dibe, li ser êrîşa dirindaneya rêxistina terorîst ya Da'îş ya ser Kurdistanê û her wiha yek sal derbas dibe li ser wê komkujiya ku li Şingalê rûdayî.

 

Di vê rojê da min rêz û hurmeteka zêde ji bo yek bi yek Pêşmergeyên Kurdistanê heye û silav ji bo giyanê pakê hemû şehîdan û ez beşdar û hev xemê yek bi yek malbatên şehîd û dîlgirtî û êsîranim, hev xemê hemû malbatên keç û xuşkên Kurdên revandî yên Kurdên Êzdîme. Xwedê sebir û tehemulê bide me hemûyan û hêz û qûwetê bide me û ew hemû tawanbar bigihin sizayên xwe.

 

Hêz û dirindeyiya Da'îş dinyayê lerizand, lê belê elhemdulîlleh li Kurdistanê Pêşmergeyên qehreman ustura Da'îşê têkşikand û ji bo dinyayê îspat kir ku bi çekên gelek kevin, Pêşmerge hêza dirindeya Da'îş têkşikand, ku baştirîn çek di destê wan da bû û bi vê qehremaniyê û bi xwîna şehîdan nav û dengê milletê Kurd gihîşte hemû cîhanê û îro hîç welatek û hîç cîhek tûne di dinyayê da ku bi şanaziyê ve behsa qehremaniya Pêşmerge û gelê Kurdistanê neke.

 

Elhemdulîlleh gelek dever hatine rizgarkirin û hê jî hinek cîh mane, yek ji wan nîveka bajarê Şingalê ye û dewrubera wê, ne mumkîne em rawestîn heta temamê axa xwe ji destê ‬dijmin rizgar nekîn. Lê belê me divê wextê em vê bikîn ku xelk bikare vegerê cihê xwe, evê jî bernameyekê mezin yê li pêşe ku girêdayî hinek operasyonên mezin ve ku hikumeta Iraqê jî wê têda beşdar bibe û bi piştevaniya hevpeymanan. Ji ber wê hindê em çaverêya wê yekê ne.

 

Min li vê holê, ez dibêjim li dewruberê bîstê heyva deh bû, min gote we xuşk û birayên Êzdî, înşallah gelek pê naçê, lê belê eger sed sal jî pê biçin, sed roj jî pê biçin, em dê Şingalê vegerînîn û em dê çiyayê Şingalê rizgar bikîn û dê rê jî ji bo Şingalê vekîn.

 

Her dîsa li bîstê heyva dozdeh bû li çiyayê Şingalê, ji bo min wekî rojeka nû bû, di jiyana min da, jiyaneka nû bû, li wir bi ser bilindî li gel wan Pêşmergeyan û wan xweragiriya wan qehremanan û wan malbatên ku li wir mabûn, min dît ku bi çi qehremaniyê ev dever hate rizgar kirin û li serê wî çiyayê min gote gelê Kurdistanê ku ez mizgîniyê bidim xwe û bidim hewe jî ku çiyayê Şingalê rizgar bû.

 

Kêşeya mezin ya me xuşk û birayên me, eveye me şaşiyeke mezin di meseleya cografî da hebû. Herêma Kurdistanê di gel Şingalê mesafeyeka gelek zêde dirêje, dijminê me têda hebû, wextê ku ez hatime vê deverê min gelek texmîna xwe têda kir. Heta em pişta xwe bi hêz nekîn, heta rêyên xwe venekîn, em nikarin, mîsogeriyê bidîn û biçîn Şingalê, ji ber hindê serbilindiyane Pêşmergên qehreman bi hidudê heft hezar kîlometra bi xwîna xwe rizgar kirin ji bo hindê Şingalê heta digihe Dihokê û heta Zaxo û heta digihe Sihêla. Bi serbestî û bi azadî zarok bên û hatuçoyê bikin, kesekî din curetê neke careka din rê lê bigre.

 

Wextê karesata Şingalê rûda, cenabê Babe Şêx li gel şandekî Êzdî da hatine nik min, dû roj sê roj pê çûbûn, ez çi cara rondikên Babe Şêx ji bîr nakim. Min gotê Babe Şêx eve tu û ev û şanda we, bawer bikin dilê min ji yê we birîndartire û ez ji we muteesîrtirim. Bes ez dê vî sozî bidim we şert bê ez dê riha xwe li ser danêm û vê tolê ji van dijminan vekim. Min gotê ez naxwazim tu wê texmînê bikî yan careka dîn vê tekrarê bikî û bibêjî min Êzdîxane temam bû. Êzdîxane temam nabê, ji ber ku Kurdistan temam nabê. Êzdîxane û Êzdî ya'nî Kurd, ya'nî Kurdistan.

 

Di wextê xwe da min got ku Kurdên resen Êzdîne, qed min ew ji ber xwe ve negot. Ji ber ku birastî Êzdiyan resenayetiya Kurdan parastiye û ew baca ku dane jî Êzdiyan mumkîne yek ji sebeban ewe ji ber ku Kurdayetiya xwe parastîne, dînê xwe bi Kurdî parastîne, adet û teqalîtên Kurda parastîne, zimanê xwe yê paqij yê Kurdî parastîne.

 

Ji ber wê hindê ez gelek bi erk dizanim û li ser me jî erke girîngiyeke zêdetir bi Êzdiyan bidîn, ez gelek baş dizanim ku dirêjahiya dîrokê da çi xedir û zulm li Êzdiyan hatiye kirin. Hem li nahiya neteweyî ve hem li nahiya olî ve ji ber wê yekê wextê ku firset bû û mecal bû hemû şiyanên xwe me bikaranîn ji bo hindê ku kur û keçên Êzdî baweriyê bi xwe peyda bikin. Hemî takekê Kurd, bes bi taybetî Êzdî, ku berev paşarojeke geş ve biçin û hêviyeke mezin ji bo wan dirust bibe. Tesewurê nekin bin destin û wê careka din tûşî xedir bibin.

 

Ewê li serê Êzdiyan hatî, xelekeyeke ji wê zîncîra ku li serê milletê Kurd hatî, wekî ewe ye ku dozdeh hezar kur û keçên Feylî îro jî bêserûşûnin, heşt hezar Barzanî îro jî bêserûşûnin, sed û heştîh hezar kur û keçên me yên ji Germiyan bigre û heta digihe Zaxo bêserûşûnin. Eve jî dirêjepêdera wan karesataye, ya wan musîbetaye ku li serê milletê Kurd de hatiye. Mumkîne gelek kes dê bibêje raste ji bo me gelek birîneka kûre. Namûsa me neçû, namûsa xuşk û birayên me yên Êzdî neçû, lê belê wan îsbat kir ku wan ne namûs heye ne exlaq heye ne dîn heye. Feqîrekê keçikekê tu bigrî dê te pê çêbê bikujî, her çî tu lê bikî, ew ne mêranî ye, bi nîsbeta min ew keçikên Êzdî hêmayê şerefa Kurde.

 

Elhemdulîleh heta niha xwedê derfetê da gelek ji wan mucrîma gihîştîne cizayên xwe û ez dê wî sozî jî bidim, ewên ku vê tawanê kirine heta yek nefer ji wan mabê li her cîhekî bin, em li du wan venabîn lazime bigihin cizayê xwe. Lê belê li rêkên yasayî re li rêkên qanunî re. Pêşniyara min ya ji bo xuşk û birayên me yên Êzdî ewe neku wiha be berê xwe bidin tol vekirineka eşîrî ya ku encam bi zerera wan temam bibe û bi zerera mîlletê wan jî temam bibe. Bi hezaran ji wan mucrîman keleşên wan ketiye meydana şer, em dê bi mêranî tola xwe vekin, ew namerdin, mîlletê me mîlletekê merde, Pêşmergê Pêşmergeyekî merde, ji ber hindê wextê xwe jî min gote wan xuşk û birayên me yên Êzdî, min got lazime bîr li hindê nekin ku xwedê ferset da toleyeka kor korane bête vekirin. Ji ber ku encam paşê dê bi berevajî vegerê. Em dê îhtîrama qanunê bigrîn, ew kesê ku yê bê gunah be me çi di gel da nîne. Ew kesê ku zererê nekiribe me çi di gel nîne, em şerê milletan nakîn, em şerê olan nakîn yê mezheban, bes wallahî ewê ku tawan kiribe, zulmê kiribe, bi taybetî mesela namûsê û ewên ku alîkariya wan kirine û ewên rê ji bo wan xweş kirî, hemî bi nîsbeta me mucrîmin û çi lêborînek ji wan re tûne û hemî jî divê bigihin cizayên xwe. Eve xaleke ku min pê xweş bû ji bo we rûn bikim.

 

Xuşk û birayên xweşdivî...

 

Milletê me gelek zordariyê dîtiye û min bi xwe jî gelek bi çavê xwe gelek karesatan dîtiye ku li ser milletê min de hatiye. Lê belê bawer bikin hîç ji wan karesatan hindî vê karesata li ser xuşk û birayên me yên Êzdî de hatiye dilê min birîndar nekir.

 

Ez şanaziyê bi hemî Kurdistanê dikim, hemî Kurdistan ji bo me pîroze, hemî dar û berekê Kurdistanê li her perçeyeka Kurdistanê pîroze, bes wekî min gotî evê karesatê hind em birîndar kirin, ku min şû'ur bi birîndarbûna we dikir û ya milletê Kurd dikir. Ji ber hindê min wê sozê daye cenabê Babe Şêx min hemî wacibên xwe û tiştên xwe terk kirin û ez hatim vê deverê, rizgar kirina bi tenê çiyayê Şingalê û dewrubera Şingalê ne bes bû, eger em hemî deverê paqij nekin, wê heman karesat li serê me bê, her hêzeka li dinyayê tu bibî eger pişta te ya bi hêz nebe, ne mumkîne ew hêz pê raweste. Ne ew milletê ku li wir dijî baweriyê bi paşaroja xwe bike, ji ber hindê ev xwîna ku me daye ku bi sedan şehîd û qehreman me dan, hemî hedefê me pê ew bû ku em Şingalê girê bidîn bi Herêma Kurdistanê û elhemdulîlleh eve temam bû.

 

Bîr li hindê nekin careka din em dê vê deverê teslîmî yekî din bikin, daxwaza min ewe ji Hikumeta Herêmê hemî îmkaniyatên xwe bikarbîne, her çende vê gavê jî ya di qeyraneka aborî jî Herêma Kurdistanê de heye û teqsîr jî nekiriye û bi ciddî bîr li hindî bête kirin îdareyeka taybet ji bo Şingalê bête danan û dê bi ciddî jî kar li ser bikin heta di gel Bexda jî ku eslen bibe parêzgeh, ev devera rojavayê Dîcle û li vir da ez gelek bi zerurî dizanim, pir bi dil ez spasiya xelkê parêzgeha Dihokê bikim û hemî gelê Kurdistanê, bes bi taybetî xelkê vê deverê ku dil û dergeh û mal û hemî tiştê xwe vekir bo wan xuşk û birayên xwe ewên lêqewimî û ez spasiya îdara parêzgeha Dihokê jî dikim, ji ber ku zehmeteka zêde kêşa, dermanê dumahî jî ji bo vê kêşeyê ewe ku vî xelkê bibîn ser cîh û warên wan, ser gundên wan û baştirîn xizmetê ji bo wan bê pêşkêş kirin. Yek ji wan ewe ev meşru'ê avê ku dibêjin rêya Cezîre ku ava Kurdistanêye û axa Kurdistanêye û wiha jî nekiriye ku gundekê Kurda, maleka Kurda sûd ji yek qetra avê wergire, ev meşru'e lazime bibê heta Şingalê, eve yek ji wan tiştên ku di xeyala me da û avadankirina devera Şingalê jiyaneka serbilind û bextewer ji bo xelkê vê deverê dê yek bê ji ewlewiyata bernama Hikumeta Herêma Kurdistanê, bes rîcaya min ewe ku hûn tefehumê bikin, divê hemî şûlek di wextê xwe bê û îmkaniyet ji bo wê bêne kirin. Lê belê ku bibêjin li ber çav nayê girtin yan hesab ji bo wê nehatiye kirin, hesaba van tiştan hemî hatiye kirin.

 

Helbet Êzdî û Şingal û Şêxan, Êzdî li hemî cihan, gelek cihê rêz û xweşdiviyeke taybetî bûn li nik cenabê Barzaniyê Nemir û evê mezinên we renge hinek mabin ji wan guh ji pîrên xwe girtine ewê gihîştine xizmeta cenabê Barzanî, ji ber ku ewê min ya li wî ‬guh lê bûyî, got Êzdiyan xedreka dîrokî li wan hatiye kirin. Dû caran, carekê ji ber netewe û carekê ji ber dînê wan. Diviya em hewl bidîn kurê Êzdî, keça Êzdî, mirovê Êzdî bawerî bi xwe peyda bibe, lazime bizane kurê vî welatiye û eve welatê wî ye û axa wî ye û lazime bi serbestî têda bijî û bi azadî têda bijî. Li dînê xwe de yê azad bê û li cilubergê xwe de yê azad bê, li zimanê xwe de yê azad be ji hemî tiştekê xwe de yê azad be.

 

Ez bibêjim elhemdulîlleh îro ew ji bo Êzdiya ya bi cîh hatiye, mezintirîn, mezintirîn hêviya ku min hebû ji ewe bû ez bibînim ew mucrimên ku dilê xwe bi Êzdiyan xweş kirî, bikevin bin piyên Êzdiyan. Îro ketine bin piyên we.

 

Li hemî serdanên xwe yên derve û li hemî rûniştinên xwe li gel wan şandên ku li derve dihatin, bawer bikin mesela ewa ku em hemî pê birîndar, li serê hemî guftûgoyên min da bûye li gel hemî dost û ewên din, û dê berdewam jî bîn û ez li vir bi pêwîst dizanim ku ez bangewazekê pêşkêşî wan hemî kesên xwedan wîjdan û hemî malbat û eşîrên Ereban jî bikim ku eve firseteke wane çi ji destê wan bê alîkariyê bikin ji bo rizgarkirina heta eger zarokek jî be, ji ber ku eve dê serweriyeka mezin ji bo wan jî tomar bike. Ji ber ku‬ ev tiştê ku hatiye kirin dûre ji hemî dîn û exlaq û rewştekî. Ewê ku di vir da alîkariya me bike, em jî sozê didîn tu caran em başiya wan ji bîr nakîn û dê deh qat tolê ji bo wan vekîn û careke din jî dûbare dikim û soz jî didim, ewê ku dest dirêjî namûsa me kirî, heta axir neferê wan li her cihekê dinyayê be em li duv wan venabîn heta tola milletê xwe ji wan venekîn.

 

Helbet eve demeke zêdeye ku nahiya Sînûnê û gelek zêdeyê ji wan gund û bajarokên ku li dewruberê Şingalê rizgarbûyî, neku rêyek, ez bibêjim sê rê vebûn elhemdulîlleh ji bo çiyayê Şingalê, ji bo min cihê serbilindiyeka gelek gelek zêdeye ku Pêşmergeyên qehreman bi xwîna xwe, karekê asan nebû bi xwîna xwe me van rêyan vekirin. Lê belê dîsa cihê serbilindiye ku ew Pêşmergeyên qehreman û ew xelkê ku li çiya jî ma û li dewrubera çiya, piştî ku ez çûm min çiya dît û dewruberê wê dît, birastî qehreman bûne ku bergiriyê kirine û di wî wextê ‬nexweş da xwe parastin û devera xwe parastin. Ew Pêşmergeyên ku berdewam jî bûn û nehiştin dijmin bigihe çiya cihê destxweşiyê û serbilindiye ji bo me hemû yan.

 

Her çi ji destê me hatibe ji bo xuşk û birayên Kurdên Êzdî me kiriye û emê berdewam jî bîn û ez bawer nakim kes wekî we bizane jî ka çi ji bo wan hatiye kirin, çi minet jî têda tûne û erkê meye, xwezî me pê çêbibe em zêdetir jî bikin, ewê me divê berî her tiştekî, bizanin ev welat welatê we ye, ev ax axa we ye, ew musîbeta li ser we hatiye, li ser me hatiye li ser milletê Kurd hatiye. Wekî min got wekî we ye ya li ser Feyliyan hatiye, ewê li ser Barzaniyan hatiye, ewê li ser Germiyan hatiye, ewê li ser Dola Balîsanê hatiye, ewê li ser Qeredax ‬hatiye li ser Dihokê û Zaxo û Amêdiyê hatiye ya'nî cîhek nemaye Kurdistanê da ku dijmin zerba xwe lê nedabe û karesatek li ser neanîbe, her yek bi awayekî û her yek di wextekê da, bes eynî çande, eynî sebebe ku ewê Barzanî tûş bûn? Êzdî jî her li ber wê sebebê tûş bûn, ji bo feqîr û hejarên Germiyan tûş bûn? Êzdî jî her ji ber wê tûş bûn. Ji ber hindê li hemiyan girîngtir bawerî bi xwebûn û bawerî bi welatê xwe ji dest nedin. Hêvî û paşarojeke geş li dest nedin ji ber ku dijmin û zalim, mumkîne kufir bimîne ‬bes zalim namîne.

 

Careka din ez spasiya wan hemî Pêşmergeyên qehreman dikim yên ku her li roja pêşî berdewam bûn û qehremaniyê nîşandan, careke din spasiya hemî xelkê Kurdistanê dikim bi taybetî parêzgeha Dihokê û ez bi ferz dizanim spasiya wan şervanên birayên me yên Kurd li Rojava bikim ji ber ku wan jî dewrê xwe dîtin û alîkariya rizgar kirina hejmareka zêdeyê ji wan jin û zarokên xuşk û birayên Kurdên Êzdî kirin. Ya girîng li vir da eweye nîşan dide ku hemî cara yekrêzî û yekîtiya milletê Kurd ji hemî çekan bi hêztire ji bo me û serpişke ji bo hemî serkeftinekê ji bo hemî destkefteke mezin jî.

 

Min dirêj kir, kusura min biborin, lê birastî min xwest ku van axaftinan ji bo we bikim, careka din ez dibêjim we bawerî ‬bi xwe hebe, bawer bikin paşaroj ya milletê me ye ku hûn perçeyeka ezîzê vî milletî ne, dijmin dê serşor be û yê serşor jî bûye û em li du vî dijminî jî venabîn û ez li vir da gelek bi pêwîst dizanim spasiyeka bê payan ya hêzên hevpeymanan jî bikim ji bo wê alîkariya ji bo me kirin, alîkariyeke zêde ji bo me kirin û em çi cara jî wê jî ji bîr nakîn. Lê belê îro em li gel hemî cîhana azad em sengerekê da û serê rimê vî şerê li gel vî dijminî jî milletê Kurde û Pêşmerge ne. Ji ber hindê rêya me rêyeke raste, em di rewşeke rast da ne, ya dî ku xaleka zêde girînge, divê em nekîn şerê neteweyî û olî û ev pêkvejiyana bi misilman û mesîhî û Êzdî û hemî dîn û mezhebên din, lazime em vê biparêzîn. Ji ber ku serweriyeka zêde mezine û yek ji sebebê herî serekî ye ku îhtîrama milletê Kurd hatiye ferzkirin îhtîrama Kurdistanê hatiye ferzkirin li derve û hemî cîhanê bi çavê rêz û îhtîramê ve temaşa Kurdistanê dike. Ev ewe eynî bi nîsbet mesîhî, birayên me yên dîn û mezhebên din, berî mudetekî ez li gel wan Şêxên Ereban jî runiştim, min gelek bi eşkere got: Em birayên hevin, birayetiya Kurd û Ereban, em birayên hevin, lê ew Erebên ku di gel Da'îş da be dijminê me ye. Lê belê ew Erebên dijî Da'îş be birayê me ye. Em li yek sengerekê da, ji ber hindê nabê em teşcî'a hinek tiştan bikîn, bibê dijminayetî li navbera millet û dîn û mezheb. Eve tiştekê xelete û nabe.

 

Wan gelek bi namerdî şerê me kir, em dê gelek bi merdayetî şerê wan bikin û gelek bi merdayetî jî me tola xwe ji wan vekir û ewê maye jî dê ji wan vekîn û ez dibêjim we xwe hazir bikin, înşallah dê di gel we hemû pêkve biçîn Şingalê, bawer bikin emê we bibîn Şingalê.

 

Bes eve operasyoneke mezine, me nevêt ji hev veqete bê perçekirin û em ne bi tenê ne, aliyên din jî têda hene, em pêkve li ser kar dikîn û înşallah dê bibînin jî.

 

Li dumahiyê jî hezaran silav ji bo giyanê şehîdan û înşallah dê evên ku êsîr û dîlin jî di destê dijmin da bi her awayekî bê vegerin nav kesukarên xwe û hemî dê bi dîtina hevdû şad bibin.

 

Xwedê we biparêze û Kurdistanê jî biparêze û zor spas…

 

M.M.

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌