ROJNAMEY XEBAT 2010-09-14
Şoreşî Eylûl Dayikî Şoreşekanî Kurde.

Xebat: Aso Elî Ferec
Şoreşî Eylûl cige le peyame şoreşgêriyetiyekey le ruwî neteweyewe tuwanî astêkî berfirawan le yekbûn û yekrêzî û dirustkirdinî hestî netewayetî berhem bihênêt, emro46 sal be ser em şoreşe têper debêt û mêjû natuwanê hîç katêk baz be ser em şoreşe bidat, çunke şoreşêkî sertaserî û xawen hizrêkî neteweyî mezin bû, ew şoreşe rêberayetîkirdinekey hênde Kurdistaniyane û neteweyî bû, tuwanî berbeste teskekanî bîrî Eşîretgerî û nawçegerêtî laberêt û binaxeyekî neteweyî mezin bo emro dirust bikat.

Xesro Goran Berpirsî Liqî 14 le pênas û şunasî şoreşî eylûlda(dayik) be balay em şoreşe dekat û le dîmaneyekî taybet be Xebat nawbiraw amajey bewekird, Şoreşî Eylûl dayikî şorşekanî Kurde, Şoreşî Eylûl yekem şoreşî Kurdistaniye ke be sertaseriyewe tuwanî hemû pêkhatekan û nawçekan le xoy kobikatewe, bo belge hênaneweş Xesro Goran amajey be bûnî şoreşekanî dîke kird û gotî: Şoreşekanî pêştir neydetuwanî le sînorêk xoy derbaz bikat, bo nimûne şoreşî Şêx Mehmûd le Silêmanî bû, Şoreşî Şêx Se'îdî Pîran le deverî Diyarbekir bû, şorşî Simkoy Şikak le deverî Ormê bû, çi le destekanî pêştirîş şoreşekan nawçeyî bûn, Şorişî Eylûl tuwanî pêşmergey xaneqîn le Zaxo damezrênê û be pêçewaneşewe, wate yekbûnî rîzî Neteweyî Kurdî be encamgeyand.

Be mêjuwî Şoreşî Eylûda biroynewe rastî eweman bo derdekewêt em şoreşe cigele taybetmendiyekanî dîkey, tuwanî hestî netewayetî ziyatir qûl bikatewe, Xesro Goran lem bareyewe gotî: Pêş Şoreşî Eylûl le Kurdistan hestî Eşîrtgerî û nawçegerî hebû, belam Şoreşî Eylûl beraberayetî Barzanî Nemir tuwanî ew sînorane bibezênê û yekbûnêkî neteweyî le bizûtineweyekî siyasî û rizgarîxwaz dirustkird, hestî netewayetî zor lawaz bû, Barzanî Nemir tuwanî le salî 1961 hemû Kurd yekbixat û şoreşêkî sertaserî berpa bikat û binemayek bo emroy dirust kird.

Wek takîd kirdineweyek le peyame rûnekanî Şoreşî Eylûl le biwarî neteweyîda Xesro Goran tîşkî xisteser ewey, em Şoreşe Kurdî be dinya nasand û şoreşgêrêtî û niştîman perewerî û hizrî netewayetî Kurd bo newe le duway newe dirustkird, îcabiyatî ew şoreşe zore û eger Şoreşî Eylûl nebuwaye em yekrêzî û yekheluwêstiye dirust nedebû û em kiyaneş binaxeyekî nedebû.

Berpirsî Liqî 14î Partî Demukiratî Kurdistan le dirêjey baskirdinî hoşiyarî neteweyî û siyasî berawirdêkî nawçekanî Iraqî le gel Kurd kird û gotî: Ew hoşiyariye neteweyî û siyasiyey meziney le nêw Kurda heye le hîç parçeyekî Iraq niye berhemî ew şoreşeye, çunke xelkanî dîkey nêw Iraq ewende le hoşiyarî siyasî û mameley siyasî nazanin, çunke hîç katêk şoreşêkiyan nebuwe wek Şoreşî Eylûl bêt û binaxeyekiyan bo dirust bikat, hemîşe be hizrêkî tesk û be mameleyekî nasiyasiyane mamele deken.

Hîç katêk mêjû be ser ew layene biçûk û natêgeyîştuwane derbazî nebuwe, ke beramêk dijayetî deken, Xesro Goran beramber bew layenaney dijayetî mêjuwî Kurd û Şoreşî Eylûl deken amajey beweda, ewane be ray min nefamin û nabêt be çawî emro temaşay duwênê bikeyt, min mêjû nûs û mêjûnasim, hergîz nakirêt be çawî çaxêk temaşay çaxêkî dîke bikeyt, her qonaxêk taybetmendî xoy heye, peresendinî Netewey Kurd le bîstekan wabû neytuwanî dewletêk ya kiyanêkî serbexo bo xoy dirust bikat, herwek çon zorbey wilatan serbexo bûn, nakirêt be çawî emrowe şîrovey bikeyn, Xesro Goran le dirêjey em pirseda amajey be ezmûnî çend wilatêk kird û gotî: Mêjuwî her neteweyek be çend qonaxêk têper debêt, tenanet Italiyekan, Elmaniyekan, temaşa biken pêş em qonaxe ziyatir le20 netewe û mîrnişîn bûn, ke çî duwatir qonaxêk hate pêş û buwe wilatêkî mezin û niştîmanêk.

Xesro Goran takîd lewe dekatewe, Şoreşî Eylûl tuwanîwiyetî qonaxêkî gewrey neteweyî têper bikat û yekrêzî dirust bikat lew bariyewe be Xebatî rageyand, Şorşî Eylûl bo Kurd qonaxêkî gewre û diyarî bo Kurd têperand, ewîş le ruwî yekxistin û yekrêzîkirdinî Neteweyî Kurd û nasandinî Kurd be Kurd bû, debêt guwê nedeyne çend xuwênewarêk û çend nuxbeyek lemla û lewla, Şoreşî Eylûl nuxbey têperand û buwe şoreşêkî neteweyî û cemawerî û hemû pêkhateyekî le xoy girt.

Le kotayî dîmanekeşda Berpirsî Liqî 14î Partî amajey be rolî serkirdekanî Kurdda û em qonaxe giringey mêjuwî Kurdîşî le estoy Serok Barzanî debînêtewe û lew bareyewe gotî: Serkirdekanî ême beşêkî giringî mêjuwî neteweyî êmen û ewan mêjûyan nûsîwe, Barzanî Nemir tuwanî bem şoreşe hebûnî Kurd nîşan bidat û emroş Serok Mes'ûd Barzanî beşêkî giringî ew mêjuwye û helgirî peyamî neteweyî û rizgarîxwazî Kurde.

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌