ROJNAMEY XEBAT 2015-08-24
Di çaverêya sazanê de ya derçûn ji krîzê?

Sero Qadir
Herêma Kurdistanê pişt daye hemû gefan û serkirdeyên wê mijûlî pirsgirêkekê ne, ku dawiya wê ne ti tişt e! DAIŞ çend kîlometran ji bajarên me yên mezin dûr e, welatên derdorê dest xistine nava arîşeyê (eger ne drustker bin!), rewşa aborî her diçe xirab dibe (serkirdeyên partiyan lava dikin xirabtir bibe). bihaneya vê krîzê, çespandina demokrasiyê li welatekî ku ne dewleta wê heye û ne jî serwerî, heta rejîmeke demokrasî bo sîstema siyasî drust bike. Li Kurdistanê destedestkirina desthilatê niha di pêşengiyê de ye, ji ber ku hilma henaseya dijmin digehe me. Êdî serkirdeyên wan partiyan destedestkirinê dixwazin, ne tenê ne lojîkî ne, lê belê bi kiryar û bawerî, çend qonaxerêyan ji wê armancê dûr û cuda ne. Perêza wan heta niha jî li ser baweriya wan bi demokrasiyetê nabe şahid. Wate pirsgirêk li ser xwestekek din e. Xwesteka wan dûrxistin û şikandina Barzanî ye.
Welatê me wek ax, saleke di dest Kurdistaniyan de ye, lê ne serbixwe ye û be jî xwedan çarenivîsa xwe ye. Di her têkçûneke siyasî û leşkerî de, jinav diçin. Welatên dagîrkerên Kurdistanê li derdora me, dixwazin di vê qonaxa yekalîker de, ti rejîm û ti desthilateke riha li Herêma Kurdistanê nebe. Lewma slogana (her çi bika bila serokê me nebe) bi partiyên dostên xwe bilind kirine. Berovajî wan jî, Barzanî û hevpeymanên xwe, dizanin ku Kurd di kêşbirkeyek dîrokî ligel zeman û bûyeran de ne. Eger mafê serxwebûnê ji dest bidin, êdî bi dirêjahiya sedeya bîst û yekê, dê bindest bimîne.
Kurd di beramber erkê xwe yê dîrokî de ye. Li vêde pêwîste Barzanî were piştgirîkirin heta ji vê qonaxê derbas bibin. Mebest ne serokatiya herêmê ye. Ez dibînim eger ew post armanc ba, Barzanî ji wê yekê têdigehe ku piştî bidawîhatina heyama wî ya yasayî, divê yekî din ji partiya xwe berbijartiba (dê kiriba jî).
Bi têgehiştina xwesteka Barzanî, di berdewamiya wî li serokatiya welat de, derdikeve ku hebûna metirsiyek bi navê dektatorî nîne. Piştî serxwebûnê, dê destreşî û selfiyet û tundiya olî û edyelojî ku wek gef e, dibe ku bibin kelem li pêş medeniyet û demokrasiyetê. Wê demê dê hizir lê bê kirin.
Yekrêziya niştimanî li pêş her xwestekek din e, ji ber ku gefek li ser me ye ku dê reş û spî ji nav bibe. Derfetek li pêş me ye eger em hişyar nebin, dê bi yekcarî ji dest me hemûyan here. Hikûmeta yekrêzî ya me di wê yekê de ye. Pêwîst e Hikûmeta Kurdistanê bihêztir bibe, daxwaz jê bê kirin ku karînên xwe berhev bike, samana welat biparêze heta gelê me ji belaya li ber derî, dûr bikeve. Di gendelî û dijayetîkirina saziyên hevçerx de, hemû partî beşdar in, kes jî yên din baştir nîne. Tenê desthilat û dirêjiya destê wan cuda ye. Lewma bilindkirina wê sloganê (gendelî) wek sloganeke serekî, girêdana çavê xelkê û mal wêranî ye. Cîhana medenîm berxwedan û parastina welatiyan ji Kurdan divê, daxwaza demokrasiya xalis jê nake. Helbet ev axeftina min ne ji bo pena birin bo gendelî û nebûna saziyan e.
Lewma ez dibînim ku pêwîst e Serok Barzanî, hizra derçûneke bihêz û bilez a welatê me ji vê krîzê bike. Şêwira yasazanên şareza yên Kurdistanê (ku hejmara wan ne gelek e) werbigre û rewşê yekalî bike. Ew yekalîkirin di berjewendiya serxwebûn û parastina can û axa welatiyan de bê. Ew karê sereke ye ne ku windakirina demê û wext kuştinê ye. Pêwîst e welat negehe qonaxekê ku êdî kes îtirafê bi kesê din neke. Çaverêyî karên serokatiyê ji serok bê çaverêkirin. Zorîne û kemîne bûye lîstikeke metirsîdar ku îradeya derekî û dijî, destkeftên navxweyî tevdigerin. Li nav û derveyî parlementoyê, li dijî hevpeymanên Kurdistanê, bi taybetî Amerîka, Brîtanya û Neteweyên Yekbûyî. Tê axeftin û tane lê tê dayîn, nûnerên Îranî tînin nava parlementoyê û wan dixin çavêdrên yekalîkirina nehiştina ti serokekî bo Kurdistanê! Êdî lîstik gemarî bûye.
Lewma eger serkirdeyên partiyan, bilez di berjewendiya yekrêzî û çarenivîsa gel û niştîman de kar nekin, bila serok bo dîroka xebata Kurd û karîzmaya xwe û armanca serxwebûna gel tevbigere, ji ber ku diyare pênaveke din ji bo rizgariyê nayê dîtin.

 

Sîpan

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌