ROJNAMEY XEBAT 2010-05-09
Dr. Roj Şaweys û Ibrahîm Ce'ferî Cext Le Pêkhênanî Hikûmetêkî Hawbeş Dekenewe.

Cêgirî Serok Wezîranî Iraq û Serok Wezîranî pêşuwî Iraq cextiyan le beşdarîpêkirdinî hemû pêkhate û layene siyasiyekan le hikûmetî dahatuwî Iraq da û pabendibûn be destûr kirdewe.

Be pêyî beyannameyekî Nûsîngey Cêgirî Serok Wezîranî Iraq, Ibrahîm Ce'ferî Serok Wezîranî Pêşuwî Iraq û yekêk le serkirdekanî Îtîlafî Niştîmanî Iraqî serdanî Dr.Roj Nûrî Şaweys Cêgirî Serok Wezîranî Iraqî kird.

Le beyannameke da amaje bewedrawe ke Şaweys û Ce'ferî û cextiyan le pêwîstî pabend bûn be destûr û beşdarîpêkirdinî hemû pêkhate û layene siyasiyekan le hikûmetêkî karîger da kirdewe ke bitwanêt awat û amancekanî gelî Iraq be dîbênêt û prosey demukiratî Iraq berewpêş bibat û bîçespênêt.

Beyannameke eweşî xistuweterû ke le dîdareke da gorankariyekanî gorepanî siyasî Iraq û ûtwêjî lîste birawekan bo pêkhênanî hikûmet û çonyetî pelekirdin le pêkhênanî hikûmetî dahatû guftûgoy le barewe kirawe.

Le çend rojî rabirdû da herdû lîstî Îtîlafî Dewletî Qanûn û Îtîlafî Niştîmanî Iraqî pêkhênanî hawpeymanêtiyekî nuweyan rageyand û emeş gurutînêkî tirî da be guftûgokanî layenekan bo pêkhênanî hikûmetî dahatuwî Iraq.

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌