ROJNAMEY XEBAT 2016-03-23
Hevpeyvîna Serok Barzanî li gel Al Monitor

Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê roja înê 18.03.2016 li hevpeyvîneke li gel rojnamevan Amberin Zaman behsa çendîn pirsên çarenûsaz kiriye ku li Al Monitor da hatiye belavkirin. Naveroka wê hevpeyvînê jî li xwarêye:

 

Al Monitor: Tu ji hemû deman zêdetir behsa referandum û serbixweyî yê dikî. Hinek kes bi gumanin, dibêjin hewleke ji bo rêvebirina xelkê ji kêşeyên aborî û siyasî. Wiha ne bawerin ku tu gelek cîddî yî. Gelo tu cîddî yî? Eger cîddî be, gelo tu dikarî dema referandumê eşkere bikî û ew referandum li ser çi dibe?

 

Serok Barzanî: Tu wiha bawerî ku ez babetekî wiha hestiyar ku peywendî bi çarenûsa milyonan xelk ve heye, piştî wan hemû êşên hatine kişandin, wan hemû qurbaniyên ku hatine dayîn, bikartînim ji bo berjewendiya paşaroja xwe ya siyasî? Lê belê min piştî wan hemû ezmûnên tehl wan hemû salên dirêj û giran min li ser biriye, gihîştime wê biryarê, ji ber ku hîç rêyekî din nemaye. Ez ji te dipirsim, çi rêyekî din me heye? bila temaşa peywendiyên xwe yên li gel Bexda bikîn ku li ser dû qonaxan da dabeş bûye. Yekem li 1922 heta 2003 bû. Li vê demê de, 4500 gundên me hatin xerakirin 182 hezar kes hatin bêseruşûn kirin 12 hezar Kurdên Feylî hatin wendakirin 8 hezar Barzanî hatin kuştin 5 hezar kes li Helepçe hatin kîmyabaran kirin. Eve hejmarên qonaxa yekeme.

 

Li 2003 me beşdarî li rûxandina rejîmek kir ku hemû Iraqiyan diçewsand, em jî bi hêvî bûyîn pêkve li Iraqekî nû de bijîn li ser bingeha destûrekî nû û demokratîk bi mafê tevahî û wekhev ji bo hemû hemwelatiyan. Me yarmetiya nivîsîna wê destûrê da û me deng jî pê da. Me niyazpakiya xwe nîşan da û bi niyeta baş me kar kir.

 

Bi rûnî li destûrê da hatibû ku pabendbûna bi bingehan kilîla yekîtiya Iraqe. Lê belê Serok Wezîrê Iraqê bi serê qelemek dawiyê bi vê anî. Hikûmeta Iraqê beşê budçeya Kurdan birî û nekarî îltîzametên xwe beranberî me li çendîn wêstgehên hestiyar de bi cîh bike. Her ji bo vê yekê niha me dû bijarde li pêşe. Ya yekem eweye destberdarê wan hemû mafên xwe bibîn – ku dev ji federalîzmê bînîn û bibîn parêzgehekî dinê Iraqê. Ewê din jî pêkhatiye ji çûna cem gelê me ya bi referandumê û emê ji wan bipirsîn hûn çi dixwazin. Ev rewşa niha berdewam nabê. Eger tişt bi vî awayê niha berdewam bibin, wê demê dikevîne nava xwînrijandin û ji navbirina pêşerojê.

 

Al Monitor: Ew pirsên ku hûn pêşkêşî gelê xwe dikin çine?

 

Serok Barzanî: Hê jî me dawiyê pê neaniye. Em hê jî li vî derbarî de guftûgoyê dikîn.

 

Al Monitor: Hilbijardeyên we çine?

 

Serok Barzanî: Tenê yek pirsiyar dibê.

 

Al Monitor: Mebesta we eweye ku gelo xelk serbixweyî ya Kurdistanê dixwaze yan na? Gelo ev referandum hatiye pêşniyaz kirin û li navçeyên xwedî pirsgirêk jî tê saz kirin her wekî li destûra Iraqê da hatiye, ji xelkê wan navçeyan bipirsin gelo dixwazin wekî beşek ji Iraqê da bimînin yan beşek bin ji Kurdistanekî serbixwe?

 

Serok Barzanî: Eve jî bi heman awayî beşeke ji proseyê.

 

Al Monitor: Wate ev dû pirsiyare cûdaye li yek rapirsiyê da bixin rû?

 

Serok Barzanî: Hê jî me biryar nedaye. Renge pirsiyar pêkve bin yan bi cûda bin. Lê belê referandum her tê kirin.

 

Al Monitor: Lê belê gelo bi dilniyayiyê ve îsal tê kirin?

 

Serok Barzanî: Ez gelek ji dil û baweriyê ve dibêjim, eger ew hel û mercên li derveyê desthilata me ne jê derkeve, belê em îsal saz dikîn.

 

Al Monitor: We tu demeke destnîşankirî heye?

 

Serok Barzanî: Ez bawerim berî meha tişrîna yekem dibê (Berî hilbijartinên Amerîka li meha tişrîna duyem).

 

Al Monitor: Li hemû cîhanê da nêrîneke wiha heye ku ji bo Kurdistanê bikarê wekî dewletekî serbixwe bimîne, wê pêwîstî bi piştevaniya yek ji dû hêzên navçeyê, Tirkiye yan Îranê, dibê. Li van çend salên derbasbûyî, me dît ku siyaseta Tirkiye li berjewendiya we de hate guhertin. Gelo Tirkiye wê piştevaniya dewletekî serbixwe ya Kurd ya li Iraqê da bike?

 

Serok Barzanî: Di destpêkê de Tirkiye li dijî federalîzma Kurdistanê bû û niha jî temaşa peywendiyên me yên îro bike. Heta wê dema ku referandum tenê ji bo Kurdistana Iraqe, ewe hîç peywendî bi Kurdên Tirkiyê ve nabê (hîç kêşe têda nabê). Her ji bo wê yekê hêvîdarîn ku Tirkiye têbigihe ewê Kurdistan daxwazê dike. Li heman demê da em li gel Bexda diaxivîn, heman demê de li gel Tirkiye û li gel Îranê jî diaxivîn. Em dixwazîn bi awayekî aştiyane û hevsengane bikîn.

 

Al Monitor: Gelo tu wiha bawerî ku eger tu serbixweyî rabigihînî, hikûmeta niha ya Tirkiye wê qebûl bike?

 

Serok Barzanî: Ez li wê baweriyê da me eger hikûmeta Dad û Geşepêdana niha Kurdistanekî serbixwe qebûl neke û nas neke, êdî hîç hikûmetekî dinê li Tirkiye vê yekê qebul nake.

 

Al Monitor: Receb Tayyip Erdogan heta 2019 Serokê Tirkiyê dibe. Gelo tu dibêjî divê tiştek li navbera niha û wê demê rû bide?

 

Serok Barzanî: Mebesta te ji rûdanê çiye?

 

Al Monitor: Mebesta min eweye ku pêwîste serbixweyî li vê demê de bê kirin, raste?

 

Serok Barzanî: Dema Erdogan Serok Wezîr bû, ewe ew bû ku hate Hewlêrê û li Hewlêr got ku serdema înkarkirina Kurd temam bûye. Eve pêşketinekî gelek girîng bû. Min çendîn car hevdîtinê bi Erdogan re kiriye, Erdogan ji gelekan zêdetir têgihiştinekî baştir ji bo pirsa Kurd heye. Ewê min ji Erdogan bihîstiye, min ji kesekî din nebihîstiye.

 

Al Monitor: Lê belê Tirkiye kêşeyekî mezin heye li gel Kurdên xwe û bi lez berev xeraptir jî diçe. Heta wê dema Tirkiye wê kêşeyê çareser neke, tenê eger Tirkiye piştevaniya serbixweyî ya we jî bike, li ser bingehekî têr û tije nabê.

 

Serok Barzanî: Me xweziyê dixwest proseya aştiyê raneweste û me gelek hewl da bo ku proseya aştiyê berdewam bê. Ez naxwazim biçim li ser naverokan, lê belê ez bawerim piştî hilbijartinên 7 ê hezîrana 2015 dema Partiya Demokratîka Gelan 80 kursî li Parlemen bi destanî, me beyannameyek belav kir ku şaşiyeke dîrokî dibê eger ew beşdarî li hikûmetekî hevpeymanî (li gel Partiya Dad û Geşepêdan) de nekin. Wê demê min wiha dizanî ku ewe Partiya Dad û Geşepêdane qebûl neke HDP biçê nav hikûmeta hevpeymaniyê, lê belê paşê min ji xelkên nav HDP bihîst ku wan nexwestine bibine beşek ji hevpeymaniyê. Ez bawerim eve şaşiyeke mezin bû.

 

Al Monitor: Renge ji ber wê yekê wan nexwestine piştevaniya Erdogan bikin heta bibê "Sultan"?

 

Serok Barzanî: Serdema Sultan dawî hatiye. Bi berevajî ve eger beşek bûna ji hevpeymaniyê, dikaribûn hinek ji wan pirsên jê nîgeran bûn bigotan nexêr. Ez bawerim heta wê dema ku derfetek hebû ji bo wan li Parleman bin heta ku bi şer guhertinan bikin, diviya wê şaşiyê nekiriban. Niha ez gelek nîgeranim û ditirsim. Dema dibînîn teqîn li nav bajaran tê kirin, kirdarên terorîstî li nav bajaran, li jêr navên rêxistina terorîstî têne nerûn kirin, li dawiyê de gelê Tirk, Kurdan bi berpirsiyar dizanin. Ditirsim eve pêş bikeve û bibe şerekî neteweyî di navbera Kurd û Tirk.

 

Al Monitor: Wiha pêdiçê guvaşeke zêdetir û zêdetir li Tirkiyê li ser wan bê, bo ku bi hengavên dijî bi Partiya Karkerên Kurdistanê bînin, renge li Şingal. Hest bi guvaşê dikin?

 

Serok Barzanî: Nexêr me ajandaya xwe heye.

 

Al Monitor: Lê belê min ji Mesrûr Barzanî kurê we bihîst ku divê PKK Şingalê vala bike.

 

Serok Barzanî: Bêguman divê PKK Şingalê vala bike û em dixwazin ew Şingalê bi aştiyane vala bikin neku bi rêya hêz.

 

Al Monitor: Amerîkayî li şûna we li vê pirsê da tedexul dikin?

 

Serok Barzanî: Amerîkayî li meseleyên navxweyiyan da destêrdanê nakin. Lê belê Amerîkayî dizanin ku hîç bihayek û qîmetek ya hebûna PKK li Şingalê tûne.

 

Al Monitor: Nirxandina we ya ragihandina federaliyeta Bakûrê Suriye çiye?

 

Serok Barzanî: Ez bawerim têgihiştin û çemkê federalî ji bo rewşa Sûriye guncawe. Lê belê divê li navbera Sûriyeyiyan de tewafuq li ser eve bê kirin. Dema me federaliyeta Herêma Kurdistanê ragihand li tişrîna yekema 1992 me yek aliyane nekir.

 

Al Monitor: Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ku pêdiçê hêza serekî ya li pişt vê ragihandinê bê, dibêje ew pabende bi rêzgirtina li grûpên din û demokrasiyê.

 

Serok Barzanî: Li rêya kirdarên xwe ve PYD pênaçê gelek cîddî bin li ser demokrasiyet.

 

Al Monitor: Raya we ya di derbarê kûrbûna peywendiyên serbazî û siyasiyên li navbera Yekîneyên Parastina Gel ya Kurdên Sûriye li gel Amerîkayiyan çiye?

 

Serok Barzanî: Her piştevaniyek ji bo PYD wate piştevanîkirina PKK ye.

 

Al Monitor: Hûn bawerin ku PYD û PKK yek tiştin?

 

Serok Barzanî: Belê yek tişte.

 

Al Monitor: Amerîkayî jî bawerin ku eve wiha bê?

 

Serok Barzanî: Ew gelek baş dizanin, lê belê naxwazin bibêjin ku gelek baş dizanin. Ewlewiyeta me û Amerîkayiyan cengê dijî bi Da'îşe, ji bo wê yekê renge çav li van tiştan bigrin.

 

Al Monitor: Bila behsa şerê dijî Da'îş bikîn. Hûn bawerin ku divê pêş serbixweyî yê xema Musilê bê xwarin?

 

Serok Barzanî: Hîç peywendiyek li navbera Mûsil û serbixweyî ya Kurdistanê tûne.

 

Al Monitor: Hîç?, dikarî serbixwe bî û Da'îş jî hê jî li Mûsilê bê?

 

Serok Barzanî: Ji bo çi na?

 

Al Monitor: Renge cîranê metirsîdar bin.

 

Serok Barzanî: Kurd fêrbûye li nav zehmetiyê da bijî.

 

Al Monitor: Ji bo çi wiha bawerî ku niha baştirîn dem ji bo serbixweyî ye?

 

Serok Barzanî: Min herdem bawerî bi vê hebûye. Dema kesek ji me dipirsê: "Ji bo çi niha?" Ez jî ji wan dipirsim: "Ji bo çi niha na?."

 

Al Monitor: Ji bo çi li gel Bexda serî negirt?

 

Serok Barzanî: Feşel anî.

 

Al Monitor: Hûn çawa sînorên dewleta xwe diyar dikin û çawa baweriyê bi hikûmeta navendî dikin? Çi ji Kerkûkê dikin?

 

Serok Barzanî: Maddeya 140 a destûr, ku tu demekî ji aliyê hikûmeta navendî ve nehat bi cîhkirin, daxwaza referandumê ji navçeyên xwedî pirsgirêk dike, li Kerkûk û li Şingal. Eger xelkê wan bibêjin em dixwazin bibîn beşek ji Kurdistanê, wê demê divê dengên wan bêne bihîstin û rêz li wan bê girtin. Eger biryarê jî dan nebin beşek ji Kurdistanê, wê demê guh li dengên wan digrîn û rêz li wan digrîn.

 

Al Monitor: Lê belê tu bawerî ku Amerîka rola xwe ya li yarmetîdana veguhestina aramiyê de bibîne?

 

Serok Barzanî: Hîç aliyek nikarê weku Amerîka rolekî wiha mezin bibîne û em spasiya wan dikin eger wê rolê bibînin. Mîsogeriyên emniyên Amerîka gelek girîngin ji bo selametiya Kurd û em spasî wan dikîn eger rûbirûyê serbixweyî ya me nebin.

 

Al Monitor: Bêguman kêşeyekî din jî nebûna yekgirtiya li nav Kurd bi xwe da heye.

 

Serok Barzanî: Em bi cîddî li gel Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê li guftûgoyê dane û her wiha li gel partiyên din jî. Goran rolekî rûxêner dît û xwe bêgirîng kiriye.

 

Al Monitor: Hûn ku berev serbixweyî diçin, nexşerêya we heye?

 

Serok Barzanî: Belê bêguman. Em Parlemenê çalak dikîn û desteyekî Serokayetiyê ya nû ji bo Parlemen hildibjêrîn. Serbixweyî ya Kurdistanê ji Parlemen û partiyên siyasiyan girîngtire. Ewê dixwaze beşek bê jê, bila bi xêrbê û ewê dixwaze li dijî bê, ew divê biçin û rêya xwe bibînin.

 

Al Monitor: Hûn bawerin ku divê hûn li vê qonaxa hestiyar da wekî Serok bimînin?

 

Serok Barzanî: Armanca mina gihîştina vê xalê, ewe bû ku me Kurdistanekî serbixwe hebê. Eve jî sozeke mine. Ew roja me Kurdistanekî serbixwe bi dest anî, ez êdî Serokê wê Kurdistanê namînim. Her wiha ez pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê dikin û bila yekî din li şûna min bigre. Eve sozeke mine û ez nabim Serokê Kurdistanê.

 

Al Monitor: Bi rastî?

 

Serok Barzanî: Belê. Armanca min damezrandina Kurdistanekî serbixweye, neku li posta Serokayetiyê da bimînim.

 

Al Monitor: Plana we ewebû ku dahata neft û uzeyê alîkariya darayî li welatê we dike. Nirxê neft dabeziye. Aydin Selcen Konsolê berê yê Tirkiye, pêşniyaz kir ku Tirkiye pişka sermaye ya berhemhênanên Kurdistana Iraqê bikirê û alîkariya dirustkirina boriyekî xaza siruştî bike, ku hemû û digihe nêzîkî 8 milyar dolar. Eve tiştekî başe? Gelo we eve li gel hikûmeta Tirkiyê de behs kiriye?

 

Serok Barzanî: Naxwazim biçime nava van tiştan. Baştire vê pirsiyarên li ser aborî û neft pêşkêşî Encûmena Wezîran bikî, ji ber ku ew ji vê berpirsiyarin.

 

Al Monitor: Lê belê rexneyekî giştî heye li ser wê yekê ku girêbestên uze çawa têne kirin, qaşo gelek ne şefafin?

 

Serok Barzanî: Kêmasî heye, lê belê naverokên wan li cem min tûne, baştire ji Encûmena Wezîran bipirsî.

 

Al Monitor: Di demeke nêzîk da şandekî Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê ji bo behskirina xazê diçe Enqere.

 

Serok Barzanî: Xaz mulkê hemû xelkê Kurdistane. Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê muamele li vê pirsê de bike neku partiyên siyasî. Li ser neft û xaz, eve karê Hikûmeta Herêma Kurdistane û neku karê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê ye.

 

Al Monitor: Wiha pêdiçê meseleya gendeliyê li vê dema pir zehmet da zêdetir bê behs kirin. Plana we ya dijayetîkirina gendeliyê çine? Hûn amadene nimûneyeke dirust bikin ku aliyeke tometbaran siza bidin ku eger li pileyekî bilind jî da bê?

 

Serok Barzanî: Doh me civîneke gelek girîng hebû li gel berpirsên dezgehên qezayî. Ev ew dezgehin ku berpirsin ji encamdana çaksaziya darayî.

 

Al Monitor: Ku wiha bê hinek destgîrkirin yan lêkolînên qezayî dibînîn?

 

Serok Barzanî: Min tiştek ji wan re got: Kes beder niye. Eger we tiştek li ser min jî dîtibe, bangî min bikin û ezê werim dadgehê. Divê Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî bêne dadgehê eger tiştek li ser wan hebê. Destpêkê de divê ji malbata xwe ve dest pê bikim û paşê ji Partiya Demokrata Kurdistanê û paşê jî partiyên siyasiyên din jî. Min ji wan dezgehan re got ku wan piştevaniyeke tevahî ya min heye ji bo duvdaçûna wan kesên postên xwe derfet dîtine. Min ji wan re got hûn berpirsiyarin li dijayetîkirina gendeliyê. Ji bo wê yekê ez dixwazim hûn vê şerê bikin, lê belê eger hûn karê xwe nekin, wê demê ez ji pişta we diçim û ez bi xwe rûbirûyê gendeliyê dibim. Lê belê paşê gileyî yê nekin ku min yasaşikênî dikim li Kurdistanê, ji ber wê yekê gelek girînge ji bo me li Kurdistanê ku rûbirûyê gendeliyê bibîn û li beranber wan kesan rawestîn ku pêgehên hikûmiyan bikaraniye ji bo girêbesta neft, firoştina zeviyên çandinê û tiştên bi vî awayî. Her kesek berpirsiyar bê ji Wezareta Navxwe û Wezareta Pêşmerge û Serok Wezîr û her Wezîrek, berpirsê her partiyek, her berpirsekî emnî, divê li gel hemûyan lêpirsîn bêkirin li ser wan tiştên ku kirine.

 

Al Monitor: Min li gel gelek gencan axaftiye û gileyî di derbarê gendeliyê de dikin.

 

Serok Barzanî: Ji aliyê min ve rûbirûbûna gendeliyê meseleya man û nemane. Çawa li beranber Da'îş bi hemû hêz û şiyanek ve ku me hebû û me şer kir, bi heman îradeyê rûbirûyê gendeliyê dibim.

M.M.

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌