ROJNAMEY XEBAT 2010-05-10
Mehmûd Osman : Hawpeymanî Nêwan Dewletî Yasa û El'Iraqiye Metirsî Bo Kurd Debêt.

Mehmûd Osman Endamî Lîstî Hawpeymanî Kurdistan le Encûmenî Nuwêneranî Dahatûy Iraq raydegeynêt her cure hawpeymaniyekî nêwan Lîstî Dewletî Yasa û Lîstî Iraqiye metirsî bo Kurd dirust dekat, çunke jimarey kursiyekanî herdû lîst bese bo ewey herdûkiyan hikûmet pêkbihênin.

Mehmûd Osman raygeyand meseley pêkhênanî Hikûmetî Dahatûy Iraq le nêwan Lîstî Dewletî Yasa û Lîstî Iraqiye metirsî bo ser Kurd dirust dekat, çunke ew dû lîste detwanin beyekewe hikûmetî dahatû pêkbihênin.

Cêgey bas kirdine ta weku êsta hîç kobûneweyek le nêwan Elawî û Malikî encam nedirawe, belam Malikî pêşwazî le serkirdey Iraqiye (Hesen Elewî) kirduwe û basiyan le pêkhênanî hikûmetî dahatûy wilat kirduwe.

Herweha Osman amajey beweş kird Kurd metirsî lewe heye hîç yekêk le belênekanî ke le layen hikûmetekanî Iraq pêy dirawe cêbecê nekirêt be taybet le meseley nawçe cênakokekan û bonde newtiyekan û prsî Hêzekanî Pêşmerge.

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌