ROJNAMEY XEBAT 2010-05-10
Iraqiye Deyewêt Le Gel Dewletî Qanûnda Hawpeymanêtî Bikat.

Hanî Aşûr Rawêjkarî Rageyandinî Lîstî Iraqiye le beyannameyek da raygeyand: Teniya lêknizîkbûnewey Lîstî Iraqiye û Dewletî Qanûn detwanêt rê le geranewey muhasese û dest têwerdanî derekî bigirêt le pêkhênanî hikûmetî dahatû da.

Aşûr gotî: Le haletî hawpeymanêtî Iraqiye û Dewletî Qanûnda hikûmetêkî be hêz be pêyî destûr dêtekayewe bewpêyey em dû lîste zortirîn dengekaniyan be desthênawe, sereray beşdarbûnî Lîstekanî tir be pêyî îstîhqaqatî helbijardin.

Aşkiraşî kird ke Lîstî Iraqiye çawerwanî destpêşxeriyekî rûn û aşkiray Nûrî Malikî dekat bo encamdanî witwêj û pêkhênanî hikûmetî dahatû.

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌