ROJNAMEY XEBAT 2010-10-02
Dirustkirdin û Berhemhênanî Binêştî Kurdî Le Darî Qezwan

Xebat/ Yûsif Hewramî

Mîlletî Kurd herweku mîlletanî dîkey cîhan le konewe le nawçeyekî sextî şaxawîda jiyawe û jiyanî birdiwete ser, her lew katewe way be baş zanîwe ke pişt bexoy bibestît û çawerî destî bêgane nekat, her bo em mebeste çendîn îşukarî destî be karhînawe û çi wek dirustkirdin û çi wek berhemhînan ke ta êsta gundinşînan bew karanewe xerîkn û yekîk lew karane berhemhînanî binîştî Kurdiye le darî qezwan, Eskender Fetah ke xerîkî kokirdinewey binîştekebû şarezayiyekî tewawî le berhemhînanî binîşt hebû çend prsiyarêkman lêkird û bem şêweye welamî daynewe:

٭ Le Keyewe Xerîkî Em Kareyt?

- Le temenî panze saliyewe xerîkî em karem ewe maweyey 45sale min xerîkî kokirdinewey binîştim.

٭ Sereta çon dest pêdeken çend kesî tir yarmetît eden?

- Xoy em kare le3 kes bo 5 kes pêwîste her yekeyan îşêk dekat be hemûyanewe tewawkerî yektirin be pêyî zor û kemî îşeke ciyawazî heye.

٭ Kat wesatî berhemhênanî binêştekeye wate le mangî çendewe dest pêdekat?

- Le mangî şeşî hemû salêk dest pêdekat û ta kotayî mangî heşt binêşteke kodekirêtewe.

٭ Ew kuçelane çon dirust ekirên?

- Yekem car ew kesey kuçele ebestêt be darî qezwanekewe pêyî delên westa îşî eweye le qur ew kuçelane dirust dekat û eyanlikênêt be darî qezwanekewe.

٭ Basî qurit kird le hemû gilêk ew qure dirust dekirêt.

- Nexêr gilî taybetî xoy heye bo dirust kirdinî ew kuçelane, duway ewe kesêk heldestêt darî qezwaneke birîndardekat pêyîdelên ((le leder )) be birîneke delên lele, kesêkî tir qureke dedat be dest westawe qureke gunk gunk debirêt bo dirust kirdinî kuçele, kesêkî tir pêyî delên kengeçî, îşî eweye aw û qur xoşkirdine û eybat bo westa û berdesteke duway ewey kuçelekan tewaw bûn be pêyî zor û kemî kuçelekan bo mawey ( 10- 15) roj kuçelekan be cêdehêlin be darekewe duway ew maweye eçînewe ser dareke1sm le duway birînî yekemewe birîndarî ekeynewe bo ewey binêşteke be tewawî biçête naw kuçelekanewe dîsanewe bo mawey 10- 15roj be cêyan dehêlînewe, duway ew maweye egerêynewe bo ser darekan û bo kokirdinewey binêşteke ewîş şarezay tewawî xoy eyewêt be hemû kes nakirêt le katî berebeyan le katijmêr 4- 7 beyanî herweha le katijmêr 4- 7 êware le berewey be germa îşî lênakirêt binêşteke ko dekirêtewe ekirête naw bermîlewe palfite dekirêt duwayî dekirête tenekewe û bo firoştin.

٭ Nirxî Kîloyek Çende?

- Êsta nirxî yek kg binêşt 30000dînare.

٭ Em binêşte koy dekenewe sal buwe ke sûdî lê nebînin û konekirabêtewe.

- Belê salî 1995baran barî kes ew sale nebû be sahîbî binêşt, min xom le mawey 20salda 3sal hîç binêştim konekirduwetewe le ber baranbarîn zererî zorim kirduwe.




 
chapkrdn   Share GERANEWE‌