ROJNAMEY XEBAT 2017-02-25
Ji bo birêveberê Giştî ya tora medyayî ya Rûdawê

Şehîdbûna bêjer û medyakarê bi şiyan Şîfa Gerdî me hemûyan hejand, ji destdana Şîfa kelênekî mezin li tora medyayî ya Rûdaw û li rêza medyakarên Kurdistanê dirust kir. Şîfa Gerdî mînakeke wêreka rojnamevaniya Kurd bû wekî rojnamevaneke keç ezmûnekî nû û dewlemend pêşkêşî medyaya Kurdî kir. Bi navê sernivîskar û rojnamevanên rojnameya Xebat serxweşiyê li xwe û tora medyayî ya Rûdaw û rojnamevanên Kurdistanê dikîn.

 

Xebat

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌