ROJNAMEY XEBAT 2017-09-19
Malbatên şehîdan: Serxwebûn wefa ye ji bo xwîna zarokên me

 Roj bi roj dema lidarxistina referanduma Başûrê Kurdistanê ji bo serxwebûnê nêzîk dibe û piştgiriyên ji bo vê proseyê jî berfirehtir dibin. Malbatên şehîdan dibêjin xwîna şehîdan ji bo serxwebûnê bû û tekane wefa ji bo xwîna wan şehîdan serxwebûn e.

Redwan Zêbarî, ku birayê şehîdekî şerê li dijî DAIŞê ye ji malpera KDP.info re ragihand: “Hemû xebat û qurbaniyên Kurd ji bo parastina ax û nasnameya miletê Kurd bûye, lewma jî baştirîn wefa bo xwîna şehîdan û ji bo keda Hêzên Pêşmerge, encamdana referandumê ye ji bo ku gelê Kurdistanê bighê serxwebûna xwe, ku armanca şehîdan bûye û xwîna xwe di ber de dane.”

Her derbarê vê pirsê de, Îzedîn Şemsedîn ku ew jî birayê şehîdekî din ê şerê li dijî DAIŞê ye, ragihand: “Miletê Kurd ji bo serxwebûnê tî ye û me gelek qurbanî ji bo vê armancê dane. Niha piştî wan hemû qurbaniyan jî êdî dem hatiye ku Kurdistan ber bi serxwebûna xwe ve biçe.”

Wî birayê şehîd wiha got: “Pêwîst e di vê pirsa girîng de hemû alî yekdeng bin, da ku em jî bighên serxwebûna xwe û êdî zilm û zordarî li me neyê kirin û xwîna şehîdan vala neçe û ji bo serxwebûnê em wek malbatên şehîdan jî canê xwe bikin qurbanî.”


 

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌