ROJNAMEY XEBAT 2017-10-01
Bersîvek ji bo Wezîrê Derveyê Amerîka

Gelê Kurdistanê, ku bi berdewam û bi dilgermiyê ve piştevaniya Amerîkayê kirine, bi taybetî li cengê dijî Da'îş û rejîma Seddam Husên, gelek dilgiranîn ji beyannameya roja înê ya birêz Rex Tillerson Wezîrê Derveyê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka. Diviya Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîka berî li hemû welatan teqdîr û rêz li biryara Kurdistanê ya ji bo serxwebûnê girtibûya her wekî ku zêdetirê %92 ê gelê Kurdistanê li referandûmekî azad û şefaf û aştîxwazane li 25ê Eylûlê de daxwaz kirin.

 

Referandûm li gor yasayên Kurdistanê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve bangewazî ji bo wê hate kirin û Parlemena Kurdistanê jî pejirand. Ev prose li gor çendîn birgeyên destûra Iraqê rê pê hatiye dayîn. Referandûm derfet ji bo gelê Kurdistanê rexsand heta ku mafê çarenivîsa xwe piyade bikin her wekî ku li mîsaqa Neteweyên Yekgirtî û dû rêkeftinnameyên navdewletiyên peywendîdar da jî hatiye.

 

Ji bilî pêzanînên me yên ji bo bangehêşta Wîlayetên Yekgirtî ya ji bo bersîvdana netundiyên referandûmê, lê belê ne Amerîka û ne çi welatekî din rê li muameleya nedestûrî û neyasayî ya Bexda li gel Kurdistanê negirt, ku di dema pejirandina destûr li 2005 ve berdewame. 

 

Hêvîdarîn li rojên pêş da, Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka pêdaçûnê bi helwesta xwe de bike û bi germî piştevaniya daxwazên şer'iyên gelê Herêma Kurdistanê bike û li danûstandina aştiyaneya di navbera Hewlêr û Bexda de beşdar bibe.

 

Dr. Umêd Sebah

Peyvdarê Serokayetiya Herêma Kurdistanê

01.10.2017

 
çap kirdin   Share GERANEWE‌