ROJNAMEY XEBAT 2017-10-02
Serokê Herêma Kurdistanê serdana Kerkûkê kir

Roja dûşem 02/10/2017 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serdana bajarê Kerkûkê kir û serpereştiya civîneke berfireh kir.

 

Li civînê de, ku bi amadebûna birêz Kosret Resul Elî Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Necmedîn Kerîm Parêzgerê Kerkûk û Mihemed Hacî Mehmûd Endamê Fermandeya Giştî ya Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê û Kerîm Sincarî Wezîrê Pêşmerge bi wekalet û berpirsên siyasî û îdarî û emnî û serbazî û fermandeyên Pêşmerge li mîhwerên Kerkûk û Germiyan û Mexmûrê birêveçû, Serok Barzanî pîrozbahî û destxweşiyê li xelkê Kurdistanê û hemû hemwelatî û pêkhatên Kerkûk û Pêşmerge û asayîş û polîs û wan hemûyan kir, ku rola wan li bi hêminî birêveçûn û serkeftina proseya referandûma serxwebûna Kurdistanê de hebû û ragihand, referandûm ne dijî destûra Iraq û ne dijî mîsaqa Neteweyên Yekgirtî û peymanên navdewletiyane, belku amrazeke ji bo şer'iyetdana bi daxwazan û biryara gelê Kurdistanê ya ji bo diyarkirina çarenivîsê, her wiha eve jî dûpatkir ku referandûm peyam û dengê aştiyaneya gelê Kurdistane ji bo Iraq û welatên cîran.

 

Her li vê civînê de Serok Barzanî balkişand li ser nûtirîn pêşhatên siyasî û karvedana civaka navdewletî û Bexda û eger û gefên qonaxa paşarojê kir û tekez jî li parastina aramî û hêminî û pêkvejiyana birayaneya di navbera pêkhatên bajarê Kerkûk bi taybetî û Kurdistan bi giştî kir. Tekez jî li wê yekê kir ku nasnameya Kerkûk Kurdistaniye û pêwîste Kerkûk bibê mînaka pêkvejiyana neteweyî û olî.

 

Li dirêjahiya şîrovekirina rewşê de Serok Barzanî dûpat kir ku gelê Kurdistanê bi yekrêzî serket û her bi yekrêzî jî dikarê destkeftan biparêze û serkeftinên mezintir jî bi destbîne.

 

Li beşekî dinê vê civîna berfireh da berpirsên serbazî û emnî û îdariyên Kerkûkê û fermandeyên mîhwerên Kerkûk û Germiyan û pirs, têbînî û pêşniyarên xwe yên di derbarê parastina aramî û eger û gefên li qonaxa niha û paşarojê de xistin pêşberî Serok Barzanî.

 
çap kirdin   Share GERANEWE‌