ROJNAMEY XEBAT 2017-10-03
Rûsya dest ji Kurdistan bernade

Wezîrê enerciya Rûsî ragihand: "Welatê wî dê karkirinê li gel Herêma Kurdistanê berdewam bike".

Wezîrê enerciya Rûsya Alksender Novak di kongirekî rojnamevanî de bersiva pirseke nûçegihanê Kurdistan24ê, derbarê pêşeroja karê kompaniyên Rûsî li Herêma Kurdistanê da û got: "Rûsya wê karkirinê li gel Herêma Kurdistanê berdewam bike û kompaniyên Gazprom û Rosneft yên Rûsî li Kurdistanê karên xwe berdewam dikin."

Nûçegihanê Kurdistan24ê li Mosko ragihand, ku wezîrê enerciya Rûsya bi zelalî gotiye: "Kompaniyên gaz û petrolê berdewam in li ser karên xwe û di pêşerojê de jî ewê bi berdewamî kar bikin."

Helwesta Rûsya beramberî referanduma serxwebûna Kurdistanê heya radeyekê mezin bê alî bû, û wezareta derve ya Rûsî di daxuyaniyekê de ragihandibû ku ew "Rêzê li xwesteka netewî ya gelê Kurd degirin" û Serokê Rûsya di dema serdana xwe de ji bo Tirkiyê û civîna wî li gel serokê wî welatî gotibû: "Me nerîna xwe derbarê referanduma serxwebûna Kurdistanê di daxuyaniya wezareta derve de zelal kiriye.

 

K24

 

 

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌