ROJNAMEY XEBAT 2017-10-03
Cîgirê Partiya Şirûqî Tirkmen Dûreyd Qoryalî: Biryarên Bexda yên dijî Kurdistanê şovenî ne!

 Cîgirê serokê Partiya Şirûqî Tirkmen ragehand, ku biryarên hikûmeta Iraqê yên dijî herêma Kurdistanê şovenî ne.

Cîgirê serokê Partiya Şirûqî Tirkmen Dûreyd Qoryalî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Biryarên encûmena nûneran û hikûmeta Iraqê yên dijî herêma Kurdistanê şovenî ne û pêwîste hikûmeta Iraqê biryarên xwe li berçav derbas bike û êdî ti nirxê gef û biryarên ceza kirinê nemaye.’’

Herwaha got: ‘’Em daxwaz dikin li hikûmeta Iraqê, ew biryarên ku daye dijî hikûmeta herêma Kurdistanê yên piştî pêkanîna referandûmê hemûyan hilweşîne, ku ya herî serekî jî asayî kirina rewşa balefirxaneyên navnetewî yên Hewlêr û Silêmanî ye.’’

Herwaha got: ‘’Referandûm mafeke rewa ya gel e, bo pêkanîna serxwebûnê pêkhatiye û pêwîste hikûmeta Iraqê û welatên derdorê jî û herwaha hêz û dewletên mezin rêz li nêrîna gel bigrin ku dixwazin welatê wan serbixwe be, ne ku li ser gel û hikûmeta herêma Kurdistanê fişar bên danîn.

 

Basnews

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌