ROJNAMEY XEBAT 2017-10-03
Huşyar Zêbarî: Rihê te şad be serok Talebanî

Endamê Pîlotburoya siyasî ya PDK Huşyar Zêbarî derbarê koçkirina Mam Celal dibêje: rihê te şad be serok Celal Talebanî, xelkê Kurdistanê di 25ê Îlonê de deng bo serxwebûna Kurdistanê dan ew yeke ji encamên xebata kesên weke te bûn û got ku, sersaxiya hemû aliyan dikim.

Endamê Pîlotburoya siyasî ya PDK Huşyar Zêbarî li ser rûpela xwe Facebookê wêneyeka xwe û Mam Celal belav kirye û li ser wiha nivîsî bû : rihê te şad be serok Celal Talebanî, xelkê Kurdistanê di 25ê Îlonê de deng bo serxwebûna Kurdistanê dan ew yeke ji encamên xebata  kesên weke te dabûn.

Talebanî rola wî ya berçav di raperîna sala 1991an de hebû û piştî rûxandina rêjîma Beis, di 6ê Nîsana 2005an bû Serokê Encûmena Hikmê ya Iraqê û di 22ê Nîsana 2005an bû Serokomarê Iraqê.

Mam Celal îro 3 Cotmeha 2017an Almanya li nexweşxaneyeke Berlînê koça dawiyê kir.

 

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌