ROJNAMEY XEBAT 2017-10-05
PDK: Destkeftên Kurdistanê ji berhema hevxebata Mam Celal û Serok Barzanî ne

 Polîtburoya PDKê hevxemiya xwe ji ber koça dawî ya Serok Mam Celal ragihand û di peyamekê de dibêje, serkeftin û destkeftên Kurdistanê berhema hevxebata PDK û YNKê û yekrêziya aliyên siyasî û hevhelwestên Mam Celal û Serok Barzanî ne.

Polîtburoya PDKê di peyma xwe de ragihand: “Bi poneya koça dawî cenabê Mam Celal Talebanî. Cemawerê xweragir û azadîxwaz ê Kurdistanê. Bi dax û xemeke mezin, me nûçeya koça dawî ya heval û bira û serkirdeyê diyar û dêrîn û têkoşer, cenabê Mam Celal bihîst. Bi koça dawî ya Mam Celal, gelê me siyasetmedar û xebatkarekî mezin û me wek PDKê jî heval û hevxebatkarekî dêrîjidest da.”

PDK wiha domand: “Serkeftin û destkeftên Kurdistanê û gihîştina bi qonaxa îro, ji berhema hevxebata PDK û YNKê ye û ji ber yekrêziya hêzên siyasî û hevhelwêstiya Mam Celal û Serok Barzanî ye, ji berhema wê yekrêzî û yekbûnê ye ku Mam Celal roleke girîng û stratejîk tê de dîtiye, ku ne dîrok û ne jî em û ne gelê me qet jibîr nake.”

Polîtburoya PDKê ragihand: “Di vê roja xemgîn de, em sersaxiyê li tevahiya xelkê Kurdistanê û li hevalên Polîtburoya YNKê û li malbata birêz Talebanî dikin. Baştrirîn wefa û dilsozî bo Mam Celal parastin û bihêzkirina canê birayetî û yekrêzî ş hevxebatiyê ye di navbera me hemûyan de, ji bo bidestanîna hêviya mezin a Mam Celal û hemû şehîd û têkoşerên gelê me. Hezar silv li canê pak ê Mam Celal be û rihê wî şa be û cihê wî buheşt be. Serkeftin ji gelê me re ji bo bidestxistina hêviya me ya mezin.

 

 

 

 

 

s.g

 
çap kirdin   Share GERANEWE‌