ROJNAMEY XEBAT 2017-10-05
Xaminêyî :Serxwebûna Kurdistanê projeyeke Amerîkayê ye

Televizyona fermî ya Îranê li ser zarê rêberê Îranê Elî Xaminêyî belav kir ku, serxwebûna Kurdistanê projeyeke Amerîkayê ye.

Xaminêyî piştî hevdîtina xwe li gel Serokê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan re sedemêm encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê û prisa wê weke projeyeke Amerîkayê binav kir û got ku, Amerîka û hêzeke din ya biyanî bi rêya piştgiriya referanduma Kurdistanê pilanan bo damezrandina Israîleke nû li navçeyê amade dike.

Xaminêyî got jî ku, Amerîka û Israîl sudmendin ji referanduma Kurdistanê û dixwazin Israîleke nû damezrînin.

Îro, Serokê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan bi serdaneke fermî giheştibû Îranê û li gel rayedarên wî welatî re civiya bû.

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌