ROJNAMEY XEBAT 2017-10-09
Kemal Kerkûkî: Tevahiya êrişên DAIŞê hatin şikandin

 Fermandeyê Pêşmerge li eniya rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî ragihand, tevahiya êrişên DAIŞê hatin şikandin û 2 çekdarên DAIŞê jî bi saxî ketin destê Pêşmerge.

Îro çekdarên DAIŞê herî kêm du caran êrişî çeperên Pêşmerge yên li rojavayê Kerkûkê kirin.

Carekî danê sibê saet 06:45 û cara din jî beriya nîvro êriş kirin, lê hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan.

Li ser rewşa dawî ya eniya şer, fermandeyê Pêşmerge li rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî ji BasNewsê re got, tevahiya êrişên DAIŞê hatin şikandin û rewş niha aram e.

Kemal Kerkûkî her wiha got, çekdarên DAIŞê danê sibê alaya spî hildabûn û wisa nîşan dan ku dixwazin teslîm bibin lê dema Pêşmerge nêzîkî wan bûne, êriş kirin lê hat şikandin.

Kerkûkî da zanîn ku piştî wê êrişê, çekdarên DAIŞê êrişeke xwekujî pêk anîn, ew jî hat şikandin.

Li gorî agahiyên wî fermandeyê Pêşmerge, di şerê îro de DAIŞê 6 kuştî da, 2 çekdarên DAIŞê bi saxî ketin destê Pêşmerge, pêşmergeyek jî şehîd bû.

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌