ROJNAMEY XEBAT 2017-10-12
Serok Barzanî hatina ‬cejna ‬cemayê li hemû Êzdiyên Kurdistan û cîhanê pîroz kir

Bi navê xwedayê mezin û dilovan ‬‬

 

Bi helkefta cejna cemayê, pîrozbahiyeke germ pêşkêşî hemû Êzdiyên Kurdistan û cîhanê dikim. ‬‬‬‬‬‬‬‬

 

Kurdên Êzdî herdem şanaziyê bi kultûr û helwesta netewayetî û Kurdistaniyê ve dikin û bi navê wê da xebatê kirine û qurbaniyê dane û li referandûma 25 ê Eylûlê da jî carekî din wê yekê we ji bo hemû aliyek daxuyakirin ku çi hêzek nikarê we ji gelê Kurdistanê veqetîne û ji bo wê helwesta we ya niştîmanî destxweşiyê li we we dikim.‬‬‬‬‬

 

Hêvîdarim cejna cemayê û hemû helkeftên we yên olî xweşiyê ji bo we vegerîne û bi gur û tînekî zêdetir, xizmeta gel û welat û ola we bike.

 

Mesûd Barzanî

12.10.2017

 
çap kirdin   Share GERANEWE‌