ROJNAMEY XEBAT 2017-10-23
Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Kurdistanlê dê baş bibe..Dem dema yekrêziyê ye

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand: "Îro bi ti awayî deam wê yekê nîne, ku em hevdu tohmetbar bikin û berovajiyê wê îro dema yekrêziya gelê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe ve ye". Nêçîrvan Barzanî herwiha got, rewşa Kurdistanê dê baş bibe û îro dema yekrêziyê ye.

Nêçîrvan Barzanî derbarê çêbûna pirsgirêkan bo dana mûçeyên fermanberên hikûmetê de piştî kontrolkirina bîrên petrolê ji aliyê hêzên Iraqê ve got, renge hinek pirsgirêk şê bibin, lê belê di heyameke kêm de dê were çareserkirin û mûçe dê were dan.
Serokwezîr Barzanî derbarê çareserkirina pirsgirêkên li gel Bexdayê de jî destnîşan kir: “Em dixwazin pirsgirêkab di çarçoveya Destûrê de çareser bikin, em li benda Bexdayê ne ji ber wê jî dema çûna şanda Kurdistanê diyar nîne.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez kir: “Di vê qonaxa niha de tişta herî giring yekîtiya rêzên gelê Kurdistanê ye bi hemû pêkhateyên wê ve û divê em rêgiriyê bikin ji wê destê ku dixwaze du alîtiyê di navbera me de çê bike û yekrêziya me têk bide.”

Nêçîrvan Barzanî got: “Bi ti awayî îro dema wê yekê nîne yekrêziya me têk biçe, îro dema wê yekê ye ku em hemû yekgirtî bin, yekrêz bin û ez piştratsim ku eger me bi yekrêzî û yekdengî rûbirûyê wan arîşeyan bisekinin, ez bêgumanim ku em dikarin ji vê qonaxa zehmet jî derbas bibin.”Nêçîrvan Barzanî diyar kir: “Îro bi ti awayî dema wê yekê nîne, ku ti kes keseke din tohmetbar bike, dema wê yekê nîne, niha dem dema yekrêziyê ye, dema komdengiyê ye, niha dema wê ye ku em hemû pêkve kar bikin, bila ew yek bimîne bo qonaxeke din. Ewên ku lêkolerên dîrokê ne, ewên ku lêkolînan dikin, bila ew rûnin û bizanin rewş çawan bû, her yek ji me gotina xwe heye, lê belê di dema niha de divê me îradeyeke bihêz hebe, yekgirtî bin û bi yekbûnê vê qonaxa zehmet ku em têde ne, derbas bikin.”

Derbarê bîrokeya hikûmeta rizgariya niştimanî de jî, Nêçîrvan Barzanî diyar kir, ew amade ne guh bidin wan aliyan ku wî tiştî dixwazin, daku ew bizanin sedem û hinceta wan çî ye û tekez kir, ku ew hêj ti hûrgiliyan li ser vê mijarê nizanin û wan jî tenê ji medyayê bihîstiye.

Her derbarê hikûmeta rizgariya niştimanî de, Nêçîrvan Barzanî diyar kir, aliyên ku wî tiştî dixwazin hemû niha di vê hikûmeta niha de beşdar in, û ew nizanin ka mebesta wan ji wê hikûmeta rizgariya niştimanî çî ye.

 

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌