ROJNAMEY XEBAT 2017-10-23
Mike Pence: Beramberî pîlanên Îranê Trump temaşekar namîne

Cîgirê serokê Amerîka Mike Pence ragihand: "Serok Trump temaşekar namîne beramberî pîlanên Îranê û ew welat piştevanê sereke yê terorê ye û Hizbullaha Lubnanî bi kirê li cem Îranê kar dike."

Di boneya bîranîna qurbaniyên hêzên deryavaniya Amerîka de, li Beyrûta paytexta Lubnanê, cîgirê serokê Amerîka Mike Pence got: "Îran siponsera serekî ya terorê ye li seranserî cîhanê, û Hizbullaha Lubnanî  bi kirê li cem Îranê kar dike."

Pence balkişand ser jinavbirina DAIŞê û kontrolkirina Reqa û got: "Wek me soz dabû, hêzên me yên qareman DAIŞ şikandin û Reqa azad kirin."

Lê cihê têbîniyê bû, ku Pence ne ji dûr û ne ji nêzîk ve, behsa rola Kurdan û Hêzên Sûrya Dîmukrat nekir.

 

 

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌