ROJNAMEY XEBAT 2017-10-23
Bexda derbarê Heşda Şeibî li dijî Amerîka axivî

Îro Duşemê 23/10/2017 jêdereke nêzîkî serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî,  sersama xwe ji daxuyaniyên wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson derbarê Heşda Şeibî da xuyakirin.

Daxuyaniyên wê jêderê ku ji aliyê nivîsgeha ragihandinê ya Ebadî ve hatiye belavkirin dibêjin: "Ew cengawerên di nav Heşda Şeibî de ne, Iraqî û niştimanperwer in, gelek qurbanî ji bo berevaniyê di ber ax û gelê Iraqê de dane û li gorî yasayekê ku ji Perlemana Iraqê ve derçû ye, li bin siya serkirdatiya Iraqê hatine komkirin."

Wê jêderê got jî: "Mafê ti aliyekî tine ku destwerdanê di karûbarên Iraqê de bike û çarenivîsa Iraq diyar bike, Iraqî li ser erdê şer dikin û ti şerkirên biyanî li Iraqê tine ye."

Axaftinên jêdera nêzîkî Ebadî di demekê de ne, ku wezîrê derve yên Îranê Mihemed Cewad Zerîf, rexne li daxuyaniyên wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson kir, ji ber ku duh ji Siûdiyê Tillerson got: "Divê ew milîsên Îran li Iraqê piştevaniya wan dike, ji Iraq derkevin û vegerin welatê xwe."

Derbarê axaftinên Tillerson Zerîf got: "Ew Iraqiyên serî hildane daku berevaniyê li xwe bikin û rastî çekdarên DAIŞê bên, wê herin kîjan welatî?".

Duh Yekşemê 22/10/2017 wezîrê derve yê Amerîka Rex tillerson li Siûdiyê got: "Bi nêzîkbûna bidawîhatina DAIŞê, pêwîst e ew grûpên çekdarî yên ku Îran piştevaniya wan dike, li welatê xwe vegerin û pêwîst e çekdarên biyanî li Iraq û şêwirmendên Îranî ji Iraqê derkevin û rê bidin gelê Iraq, ku ji nû ve welatê xwe kontorl bikin.

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌