ROJNAMEY XEBAT 2017-10-25
Qayimqamê Şingalê hişyarî da ji çêbûna jenosîdeke din

 Qayimeqamê Şingalê Mehma Xelîl hişyarî da ji çêbûna jenosîdeke din li Şingalê û ragihand ku rewşa Şingalê pir xerab e û çekdarên Heşda Şeibî talankirina çek û otomobîlên xelkê dikin.

Mehma Xelîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Çekdarên Heşda Şeibî bi kêfa xwe binpêkirinan dikin û êrîş dikin ser malê xelkê Şingalê, lewma jî ev xelkê ku hatine Şingalê jî eger Heşda Şeibî li vir bimîne dê ew jî koçber bibin.”

Xelîl wiha got: “Piştî ku Heşda Şeibî hat Şingalê xelkê êdî qîmeta rewşa baş a Pêşmerge nas kir. Herwiha ew tawanbarên ku berê tawan li Şingalê kiribûn û reviyabûn Sûriyê, careke din vegeriyane, lewma jî metirsî heye ku jenosîdeke din bê serê Şingalê.

 

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌